[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Baroya Amedê di debarê provakasyonên li Bursayê li dijî Amedsporê hatîn kirin diyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bide dest pê kirin.
Baro, bi hinceta beriya maça Amespor-Bursasporê kesên peywirdar erka xwe bi cîh neaniye serî li Serdozgeriya Komarî ya Bursayê da.
Di Lîga 2emîn de îro( yekşem) li parêzgeha Bursayê Amedspor û Bursaspor tên pêşberî hev.
Alîgirên Bursasporê şeva borî li ber otela ku lîstikvanên Amedspor lê dimînin kom bibûn û slogana “Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” berz kiribûn.
Dîmenên li ber otelê di medyaya civakî de hatibû belavkirin û bibû sedema bertekan.
Sala 2016an jî di lîstika Bursaspor û Amedsporê de alîgirên Bursasporê piştî lîstikê êrişî tîma Amedsporê kiribûn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...