Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Daxqapi û Sûra Diyarbekirê ji gurbûna herba Hamas û Îsraîlê vir ve bi nivîs û stîkirên bi ser piştgirîya jibo Fîlîstînîyan ve tê dagirtin. Bi Tirkî, Özgür Filistin, bi Kurdî, Fîlîstina Azad.

Stîkireka bi xwîn û bi sembola qehweyên Starbucksê. Hin kesên piştgirîya Fîlîstînîyan dikin ji Diyarbekirîyan dixwazin ku Starbucksê boykot bikin. Jiber êrişên li Starbucksan polîs li pêş şubeyên wê disekinin.

Piranîya nivîs û stîkiran bi Îngîlîzî û bi Tirkî ne. Stîkireka bi Îngîlîzî hişyarî dide ku li Fîlîstînê însan têne kuştin.

Li dîwarên Diyarbekirê bi Tirkî bangên ser boykotkirina qehweyên Starbucksê.

Bi Îngilizî Free Palestine, bi Kurdî, Fîlîstîna Azad û li jêr markayên ku ji Diyarbekirîyan tê xwestin ku ew wan boykot bikin.

"Zilm heye, bêdeng memîne!"

Kahrol '"İtrayil". "İt" bi Tirkî ''kûçik'' e û bi mehneya xirab tê gotin, li şûna navê Îsraîlê, bi guherandina herfan "İtrayil" hatiye nivîsîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...