Li Tirkîyeyê - 79 hezar şîrket hatine girtin û 260an jî îflas kirîye

Share
Li Tirkîyeyê - 79 hezar şîrket hatine girtin û 260an jî îflas kirîye
Ji bo malpera nû (2)

Li Tirkîyeyê 79 hezar û 485 şîrket hatine girtin, 260 şîrketan jî îflas kirîye.

Ev demekî dirêj krîzên ekonomîk bedewam in û hema bêje tesîrê li ser her tiştî dike. Ev krîz dibin sedem ku xelk ji karê xwe bibe û xisareka maddî bigihijê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Parlamenterê CHPyê Mehmet Tahtasiz, pirsenameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkîyeyê kir û ji Wezîrê Bazirganîyê pirsî bê ma salên dawîyê çi qas kompanyayan top avêtîye.

Li gorî bersiva Wezîrê Bazirganîyê Omer Bolat, li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2021ê û 31ê Tîrmeha 2024an de 79 hezar û 485 şirket hatine girtin.

Her wiha di heman heyamî de 446 hezar û 227 şirketên nû hatine damezirandin.

Ji destpêka sala 2021ê û heta 31ê Temûza 2024an serlêdana hezar û 260 kompanyayên ku îflas kirîye hatîye qebûlkirin.

Her wiha hezar kompanyayên din jî serlêdana îflasê kirîye û pêvajoya wan berdewam dike.

Divê were gotin ku li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê bi giştî milyonek û 491 hezar û 987 şirket hene.

Read more