Lihevkirina kurdan baş e lê têrê nake - Abbas Vali

Lihevkirina kurdan baş e lê têrê nake - Abbas Vali
Dr. Abbas Vali û Ferîd Demîrel

Profesor Abbas Valîyî guherînên nû yên li Rojhilata Navîn nirxandine. Li gorî hevpeyvîna wî ya digel Ferîd Demîrelî (Niha Plus) fûzeberdan û êrîşên li herêmê berdewam kirine. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl di qada leşkerî de serkeftin bi dest xistine. Lê belê Îranê di warê stratejîk û sîyasî de serkeftineka mezin qezenc kiriye. Şerî hevsengîya li welatên Kendavê guherandiye. Hêzên kurdî yên Rojhilat jî di dema şerî de ketine bin bombebaranê.

Îranê Tengava Hurmuzê girt

Artêşa Îranê di dema vî şerî de Tengava Hurmuzê girt. Vê gavê hesabên stratejîk bi temamî guherandin. Waşîngton ji ber girtina tengavê neçarî hevtêgihiştinekê ma. Serokê DYAyê Donald Trump berî niho gefên giran li Tehranê xwaribûn. Lê belê krîza aborî ya cîhanî rê li ber peymana nû vekir. Tehranê di bin fişara aborî û darayî de biryarên nû wergirtin. Di meha Kanûna paşîyê de serhildaneka mezin li welatî rû da. Hikûmetê ji ber tirsa serhildanên dî nameyên lihevkirinê îmze kirin. DYA niho daxwaza jinavbirina uranyuma dewlemendkirî dike.

Armancên cida yên Waşîngton û Tel Evîvê

DYA û Îsraîl bi armancên cida ketin nav şerî. Waşîntonê tenê lawazkirina hêza Îranê ya leşkerî armanc kir. Qesra Spî guherandina sîstema sîyasî ya Îranê nexwest. Lê belê Îsraîlê hilweşandina rejîmê û jinavbirina hêzên wekîl xwest. Tel Evîvê planên giran li ser Libnan û Sûrîyeyê amade kirin. Lê belê Tehranê bi vî şerî hêza xwe ya li herêmê zêde kir.

Paşeroja sîyaseta kurdî li bajaran e

Serdema şerê çekdarî li Kurdistana Rojhilat bi dawî bû. Teknolojîya leşkerî ya nû şerê li çîyê bêwate kir. Niho dron û sîstemên asmanî qada şerî bi rê ve dibe. Partîyên kurdî yên Başûr û Rojava di warê stratejîk de şaşîyên mezin kirin. Rêkeftina partîyên Rojhilat hîna binesazîyeka operasyonel pêk neanîye. Divê kurd giranîya xebatê ji çîyê veguhêzin vê derê. Navenda sîyaseta nû ya kurdî pêwîst e di nav civaka sivîl a bajaran de cih bigire.

F.D - Gotina DYAyê çi ye?

Amerîka di pileya yekem de dixwaze ku Tengava Hurmuzê were vekirin. Ji ber ku zexteke mezin li ser Amerîkayê heye. Nirxê petrolê zêde bûye, nirxê xurekê zêde bûye. Ne tenê li Amerîkayê, li Ewropa û her derê, heta li Tirkiyeyê jî nirxê benzînê û bilêtên balafiran biha bûne. Ev hemû biha bûn.

F.D. - Îsraîlê çi dixwest?

Dema ew şer dest pê kir, armancên Amerîka û Îsraîlê cuda bûn. Amerîkayê dixwest derbeyekê li Îranê bide, di warê leşkerî de wê qels bike û wê neçar bike ku şert û mercên Amerîkayê qebûl bike. Amerîkayê nedixwest rejîma Îranê were guherandin. Amerîkayê nedixwest şerekî demdirêj bi Îranê re bike, yan jî Îran wêran bibe û ji nav biçe. Ji ber ku berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê ji yên Îsraîlê gelekî cuda bûn. Amerîka li Rojhilata Navîn hêzeke mezin a herêmî ye. Li wir tenê mesele Îran nîne, di heman demê de divê berjewendiyên welatên erebî jî li ber çavan bigire.

“Lihevkirina kurdan baş e lê têrê nake

Rêkeftinek di navbera hêzên kurdî yên Rojhilat de çêbû. Çendîn partî û hêzên kurdî li hev kom bûn û ev rêkeftin îmze kirin. Bandora vê rêkeftina hêzên kurdî di dema şer de çawa bû û wê piştî şer çawa be?

Ew rêkeftin baş e, pîroz e. Ya ku dibêjin lazim e lê ne kafî ye. Ji ber ku ew rêkeftin binesazî, sazûmaneke operasyonel û pratîkî nîne. Min gelek û gelek caran gotiye ku rêkeftina wan divê binesazî û sazûmaneke operasyonel hebe. Cûreyek qonaxa operasyonel a yekgirtî ya leşkerî-siyasî hebe. Ev nîne. Heta yekgirtiya tiştekî din jî tune ye, yekgirtiya gotarê jî nîne. Nexwe lewma ew rêkeftina wan a niha wek rêxistineke gelek gelek lawaz e. Divê ew binesaziyeke leşkerî-siyasî hebe, divê berî her tiştî hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî hebe. Divê di warê fikrî û stratejîk de yekgirtî be. Divê beyannameyên ku didin, anku gotinên wan jî yekgirtî bin. Û ji hemûyan girîngtir, divê bernameyeke siyasî û stratejîk a yekgirtî jê re bê damezrandin ku hêzên siyasî li gorî wê tevbigerin. Ew vî karî nakin.

Derbarê Abbas Valî de

Abbas Vali, Foto Ferîd Demîrel/Niha+

Prof. Abbas Valî, teorîsyenekî siyasî yê kurd e ku ji Mehabada Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) ye û yek ji lêkolînerên herî pêşeng ên li ser nasname û neteweperweriya kurdî ye. Wî xwendina xwe li Tehran û Londonê kiriye û doktoraya xwe di beşa Sosyolojiya Dîrokî de ji Zanîngeha Londonê wergirtiye. Piştre li Zanîngeha Swanseayê û Zanîngeha Boğaziçiyê ya li Stenbolê ders dane. Her wiha ew serokê damezrîner ê Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê bû. Di nav berhemên wî de pirtûkên bi navê Essays on the Origins of Kurdish Nationalism (Gotarên li ser Kokên Neteweperweriya Kurdî) û Kurds and the State in Iran: The Making of Kurdish Identity (Kurd û Dewlet li Îranê: Afirandina Nasnameya Kurdî) cih digirin.

Çavkanî:

Ferid Demirel / Niha Plus

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.