Medyaya Navneteweyî - 22.06.2026

Medyaya Navneteweyî - 22.06.2026

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Abbas Araghchi ragihandiye ku ji bo dawîkirina şerê Îsraîlê yê li Libnanê pêşkeftineka mezin çêbûye - The Guardian

Araghchî piştî civîna li Swîsreyê dîyar kiriye ku ambargoya li ser hinartina neftê rabûye. Li gora wezîrî testa yekem a peymanê avakirina navenda ewlehîyê ya ji bo Libnanê pêk tîne. Îranê daxwaza vegerandina hemû hêzên Îsraîlê ji axa Libnanê kiriye.

Helwesta Netanyahûyî û daxwaza Trumpî

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahûyî ragihandiye ku leşkerên wan dê di herêma ewlehîyê ya li başûrê Libnanê de bimîne. Netanyahûyî ev biryar ji bo parastina bakurê Îsraîlê giring dîtiye. Lê Serokê Amerîkayê Donald Trumpî daxwaza rawestandina êrîşên esmanî yên Îsraîlê kiriye. Trumpî dîyar kiriye ku ev êrîş zirarê dide danûstandinên li gel Îranê û dibe sedema mirina sivîlan.

bixwîne

13:45 - Agahiyên herî nû yên li ser Şerê Îran û Amerîkayê - The New York Times

Danûstandinên Swîsreyê yên di navbera Amerîkayê û Îranê de bi pêşkeftineka erênî bi dawî bûye. Navbeynkarên qeterî û pakistanî ragihandine ku her du welatan li ser rêyeka pênasekirî li hev kiriye daku di nav 60 rojan de bigihîje peymana dawîyê. Her weha wan ji bo ewlehîya keştiyan a di Tengava Hurmizê de xeteka pêwendîyê ya demkî ava kiriye. Her du dewlet ji bo agirbesta li Libnanê jî li ser avakirina navendeka hevbeş a ewlehîyê li hev kiriye.

Gefên Trumpî û bersiva Îranê

Serokê Amerîkayê Trumpî gefên nû li Îranê xwariye û wî dîyar kiriye ku piştî 60 rojan ew dikare her tiştî bike. Trumpî hişyarî daye Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyanî daku di axavtinên xwe de baldar be. Li ser van gefan Serokê Parlamena Îranê Mihemmed Qalîbafî bersiv daye Amerîkayê. Qalîbafî ragihandiye ku artêşa Îranê ji bo bersivdayînê di her demî de amade ye.

Mijarên civînê û bernameya navokî

Medyaya fermî ya Îranê dîyar kiriye ku danûstandin zêdetir li ser rewşa Libnanê û rakirina ambargoyên neftê çêbûye. Berpirsan di vê civînê de behsa bernameya navokî ya Îranê nekiriye. Serokomar Pizîşkiyanî ragihandiye ku ew ji mafê xwe yê dewlemendkirina uranyumê paşvekişandinê nakin. Serokê parlamenî Qalîbaf piştî danûstandinên dirêj di roja duşemê de vegeriyaye Tehranê.

Bixwîne

13:00 - Peymana nû metirsî xistiye ser partiyên rojhilatî - The Amargî

Peymana nû ya di navbera Amerîkayê û Îranê bandoreka mezin li ser herêmê kiriye û rewşa partiyên kurdên Îranê ya li Herêma Kurdistanê ne zelal e.

Îranê berî peymanê û piştî agirbestê jî fûze berdane baregehên kurdan û hevdîtina berpirsên Iraqê û Îranê zextên nû li ser partiyên kurdî ava kiriye.

Partiyên rojhilatî piştî şoreşa sala 1979an û ragihandina cîhadê ya ji alîyê Xumeynî ve derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û ji bo parastina sivîlan baregehên xwe birine Koyeyê, nêzîkî Silêmanîyê. Fûzeyên nû û pêşkeftî yên Îranê baregehên kûr ên li Herêma Kurdistanê jî dixe bin xetereyê û kampên sivîlan ji bo xebata leşkerî ya partiyan bûye astengekê mezin.

Bexda û Hewlêr ji ber zextên Îranê daxwaza kontrolkirina çalakîyên kurdan dike û di vî demî de yekîtîya navxweyî ya kurdan dê bandorê li paşerojê bike.

Bixwîne

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.