Medyaya Navneteweyî - 26.06.26

Medyaya Navneteweyî - 26.06.26
Wêne Bank Phrom / Unsplash

Amerîka daxwaza rêkeftina bi Îranî re dike - FRANCE 24 / AFP

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dîyar kiriye ku ew rêkeftina bi Îranîê re dixwazin, lê ev gav ne bi her awayî ye.

Îran dixwaze ji bo derbasbûna keştîyan, li Tengava Hurmuzê bacê bistîne, lê Amerîkayê ev daxwaz bi tûnî red kiriye.

Di heman demî de Îranê fûze berdane keştîyeka barhilgir û zerer li keştîyekê çêbûye û di vê êrîşê de tu kes nemirine.

Piştî vê bûyerê, Neteweyên Yekbûyî plana rizgarkirina 600 keştî û deryavanên li herêmê asêmayî bi demkî sekinandiye.


Serokê nû yê Iraqê dixwaze çekdarên bi ser Îranê ve bîne bin kontrola dewletê - The New York Times

Serokwezîrê nû yê Iraqê ji bo kontrolkirina çekdarên bi ser Îranê ve ketîye nava livînê, lê hikumet li welatî rûbirûyî astengîyên mezin hatiye. Ev gav piştî guvaşa giran ya rêveberîya Trump a li ser Bexdayê çêbûye. Amerîkayê daxwaz kiriye ku Iraq xwe ji Îranî dûr bixe û rê li ber grûpên çekdar yên derveyî kontrola dewletê bigire.

Givastina aborî û guhertina siyasî

Serokwezîrê nû Elî El-Zeydî di dawîya meha nîsanê de hat ser desthilatê. Berî vê gavê, Amerîkayê şandina daxatên petrolê yên bi pîvanê milyon dolaran û piştgirîya darayî ya ji bo artêşa Iraqê sekinandibû. El-Zeydî di meha gulanê de ferman da ku hemî grûpên çekdar bikevin bin kontrola artêşê. Lê grûpên herî bihêz yên mîna Kataîb Hizbullah ev daxwaz red kir. Ev grûp berpirsê revandina rojnamevanekî Amerîkayî ye li Bexdayê.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.