Mudaxeleyên giştî çima saxlemiya civakên bêdesthilat baş nakin?

Share
Mudaxeleyên giştî çima saxlemiya civakên bêdesthilat baş nakin?
WÊNE-NÛÇE MEM ARTEMÊT

Kurdên Bakur dikare wek civakeka bêdesthilat bê pênasekirin. Hima bêje ji aliyê hemî pîvanan ve di rewşeka xirabtir de ne li beramberê Tirkan. Rîsk li wan kom bûne. Yanî rîskên rîskan çêdikin zêde ne. Mînak ji ber ku aboriya wan ne baş e perwerdeya wan jî ne baş e û kêmbûna perwerdeyê saxlemiya wan xirab dike.

***

Di van çend dehsalên dawî de, bi xêra hewldanên başkirina saxlemiya giştî, saxlemiya mirovan di warên cuda de baştir bûye. Hem temenê mirovan dirêjtir bûye hem jî kalîteya jiyana wan baştir bûye. Lê belê, Frohlich û Potvin [1] dibêjin ev pêşketin ji her kesî re ne wekhev pêk hatiye. Hin civak ji van pêşketinan bêpar mane. Û wek encam, neyeksaniyên di nêvbera civakan de zêde bûne yan jî nehatîne kêmkirin. Di vê nivîsarê de, ez ê behsa sê şêwazên esasî yên başkirina saxlemiya civakî bikim û li ser başkirina saxlemiya civakên bêdesthilat hûr bibim.

Yekem şêwaza başkirina saxlemiya civakî, rêbaza Lalonde ye. [2] Lalonde, ku di salên 1970yan de wezîrê saxlemiyê yê Kanadayê bû, dibêje ji bo başkirina saxlemiya civakî, divê em li ser wan kesan bisekinin yên rîska wan ya ketina nexweşiyan bilind e. Mînak, divê em li ser mirovên cigarekêş, yên zexm, yên fişara xwîna wan bilind e filan bisekinin. Lê çend rexneyek ji bo vê rêbazê hene. Yek, ev rêbaz qurbanan sûcdar dike û barî dadine ser milên kesên nexweş. Duyem, ev rêbaz bingehê esasî ya nexweşiyan çareser nake. Heger di başkirina wan kesên rîska wan bilind de serkeftî jî be, rê li ber wan kesên saxlem nagire bikevin şona wan. Bo mînak, belkî dihêle kesên cigarekêş dest ji cigareyê berdin, lê rê li ber nagire kesên dî dest bi cigareyê nekin. Yanî hin kesan ji komê derdiêxe, lê hin kesên dî dikevin komê. Ji ber vê kêşeyê Rose [3] dibêje nexwe divê em li ser tevahiya nifûsê bisekinin.

Hîmê bingehîn yê rêbaza Roseê ew e, piraniya nifûsê ji aliyê rîskan ve di asteke navendî de ne. Yanî nifûsa kesên rîska wan bilind ji yên dî gelek kêmtir e. Ji ber ku piraniya civakê ne di asta rîska bilind de ye, heger em mudaxeleyê li tevahiya nifûsê bikin rîska giştî ya wê nifûsê dê bikeve. Di encamê de, bandor dê li zêdetir kesan bibe. Mînak li şona hewl bidin kêşana cigareyê li kesên cigarekêş bidin berdan, Rose pêşniyaz dike divê em tevahiya civakê li ser zererên cigareyê hişyar bikin û bi qedexeyên giştî cigareyê denormalîze bikin. Ev rêbaz, hem ji ber ku bandorê li zêdetir kesan dike, hem jî ji ber ku mudaxeleyê li sebebên bingehîn yên nexweşiyan dike, wek rêbazeka baş tê dîtin. Lê kêşeyeka vê rêbazê heye, ev rêbaz li ser neyeksaniyan hûr nabe.

Şêwaza sêyem jî ya Frohlich û Potvin [4] e dibêjin, bandora mudaxeleyên giştî li ser her kesî ne wek hev e. Kesên di rîska bilind de kêmtir sûdê ji mudaxaleyên giştî werdigirin. Mînak kesên xwendina wan kêm zêdetir cigareyê dikêşin û hişyariyên derheqê cigareyê de kêmtir bandorê li wan dikin. Di vî warî de, Frohlich û Potvin rêbaza civakên bêdesthilat pêşniyaz dikin. Li gor wan, civakên bêdesthilat ew civak in yên ji ber taybetmendiyên xwe yên hevbeş ji civakên dî cuda ne û di bin hejmareka zêde ya rîskan de ne. Ev mirov ji ber şert û mercên civakî û polîtîk di statûyeka nizm ya civakî de ne û hejmareka zêde ya riskan li ser van civakan kom bûne. Bo nimûne, hem aboriya wan xirab e, hem xizmetên tenduristiyê ne baş in, hem hewaya jîngeha wan ne paqij e. Kurdên Bakur dikare wek civakeka bêdesthilat bê pênasekirin. Hima bêje ji aliyê hemî pîvanan ve di rewşeka xirabtir de ne li beramberê Tirkan. Rîsk li wan kom bûne. Yanî rîskên rîskan çêdikin zêde ne. Mînak ji ber ku aboriya wan ne baş e perwerdeya wan jî ne baş e û kêmbûna perwerdeyê saxlemiya wan xirab dike. Ji ber vê kombûna rîskan, desttêwerdanên giştî û yên li ser kesên rîska wan bilind têrê nakin saxlemiya wan baş bikin. Ji ber ku sedemên wan piralî ne divê mudaxele jî piralî û pirsektorî bin. Sekinîna li ser yek rîskê an jî yek sektorê têrê nake.  Frohlich û Potvin dibêjin ji bo başkirina saxlemiya van civakan divê hem desttêwerdanên giştî hem jî yên taybet bo van civakan bên birêvebirin. Divê cudakariyek pozîtîf bo van civakan bê kirin.

Çavkanî:

[1] Frolich KL, Potvin L, The inequality paradox: the population approach and vulnerable populations, American Journal of Public Health. 2008: 98 (2): 216-21.

[2] Lalonde M, A new perspective on the health of Canadians, binêrin https://www.phac-aspc.gc.ca/ph-sp/pdf/perspect-eng.pdf  1974, Accessed September 13, 2021.

[3] Rose G. Sick individuals and sick populations. International journal of epidemiology. 2001 Jun 1;30(3): 427-32.

[4] Frolich KL, Potvin L, heman berhem.

Read more