Nezaket û Quretî: Hêzên Dijber ên ku Têkiliyên Mirovan Diafirînin

Share
Nezaket û Quretî: Hêzên Dijber ên ku Têkiliyên Mirovan Diafirînin

Di çarçoveya tevgerên mirovan de, nezaket û quretî du taybetmendiyên hêzdar in ku bandoreke girîng li ser têkilî û danûstandinên me dikin. Nezaket ku bi empatî, têgihiştin û comerdiyê ve tê karakterîzekirin, me nêzîkî hevdu dike û hesteka yekîtî û hevkariyê çêdike. Ji aliyê din ve quretî, ku jixwebaweriya zêde, biçûkxistin û hesta serdestiyê tê dîyarkirin, pirr caran me ji hevdu îzole dike û dubendiyan çêdike. Her ku em di jiyanê de bi pêş ve diçin, ev hêzên dijber her gav li ser karaktera me tesîrê dikin û me ber bi rêyên cuda ve dikişînin. Di nivîsara îro de, armanca min ew e ku bingehên van taybetmendiyên ji hev dûr vekolim, bandora wan binirxînim û bidim aşkerekirin ka ew çawa bandorê li ser dînamîkên me yên kesane û civakî dikin.

Pêşî, werin em li nezaketê binêrin, ku ew pirr caran wekî hêzeke nazik tê hesibandin. Nezaket, nîşandana empatî, têgihiştin û xemxwarîya ji bo yên din e. Ev taybetmendî di her serdemê de ji aliyê rewşenbîran ve hatiye pesindan û pêşnîyazkirin. Feylesofên navdar ên wekî Aristoteles û Konfuçyûs nezaket wekî fezîleteke krîtîk destnîşan kirine. Wan bawer dikirin ku nezaket, me bi yên din ve girê dide, aşitiyê pêş dixe û tevkariyê li başbûna giştî ya civakî dike (Nussbaum, 2001; Yao, 1987).

Lêkolînên zanistî yên nûjen jî piştgiriya van perspektîfên felsefî dikin. Lêkolînên ku di van salên dawî de hatine kirin, feydeyên cûrbecûr yên nezaketê derxistine holê ku hem fîzyolojîkî û hem jî derûnî ne. Ji bo mînak, tevgerên ku em bi nezaketê dikin, stres û anksiyeteyê kêm dikin û tenduristiya derûnîyê pêşve dixin (Raposa, Laws, & Ansell, 2016). Li gel vê yekê, nezaket tesîrê li ser tenduristiya laşî jî dike ku başbûna nexweşiyen dil yên potansiyel û berevaniya wan zêde dike (Otake, Shimai, Tanaka-Matsumi, Otsui, & Fredrickson, 2006).

Nezaket, ne tenê bi tevgerên mezin tê nîşandan. Herweha, em dikarin nezaketê bi kiryarên piçûk û nazik ên ku her roj diqewimin jî bibînin. Guhdarkirina hevalekê/î ku di tengasiyê de, kenekî jidil bi mirovekî xerîb re, alîkariyeke dilxwazane ji civakê re û teqdîrkirineke jidil ji hevkarên xwe yan jî ji endamên malbatê re dikarin bibin mînakên vê fezîletê.

Wekî din, nezaket, ne tenê nirxek e ku em nîşanî kesên din bidin, di heman demê de divê em ji xwe re jî nîşan bidin. Nezeketa ji xwe re tê wateya pejirandin û rêzgirtina hest, raman û hewcedariyên xwe.  Her kesek dikare xeletiyan bike, bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne û carinan biryarên xelet bide. Lê gava ku em ji xwe re binezaket bin, em van rewşan wekî fersendên fêrbûn û mezinbûnê qebûl dikin, ne ku wan wekî nîşanên têkçûnên kesane an bêqîmetiyê. Nezaketa ji xwe re, di pêşvebirina aştiya hundurîn, jixwe-hezkirin û têrbûna jiyanê ya giştî de roleke girîng dilîze. Ji ber vê yekê, divê em hem ji xwe re û hem jî ji kesên din re nezaketê nîşan bidin.

Lê li aliyê din yê tevgerên mirovan quretî heye. Quretî, helwesteke xwe-mezinkirinê ye ku bi pejîrandineke zêde ya jêhatîbûn an girîngiya xwe ve tê diyarkirin. Kesên qure, di nav mirovan de xwe wek dêw dibînin û gelek caran qabîlîyet û zîrekiyên xwe -ku li cem wan nînin- li xwe zêde dikin. Kesên mêldarên quretiyê, nêrîna xwe wekî nêrîna yekane ya derbasdar dibînin û perspektîfên kesên din piçûk dixin an jî red dikin. Quretî, dikare wekî xesleteke tund û neyînî were dîtin ku ew têgihîştina ferdî û têkiliyên bi kesên din re xirab dike. Li şûna piran astengan çêdikin, mirovan ji hev dûr dixe.

Di dîrokê de gelek feylesof û rewşenbîr li hember quretiyê hîşyarî dane û bal kişandine li ser zirarên wê. Ji bo mînak; feylesofê yewnana kevn Sokrates quretî wekî xetereyekê didît ku pêşiya fêrbûn û pêşdaçûna kesane astengiya çêdike. Li gor Sokrates, kesên qure ku baweriya xwe bi bêkêmaniya xwe tînin, ji kêmasiyên xwe re kor dibin û li hember nêrîn û ramanên nû serhişkiyan dikin. Ev yeke jî dibe sedema paşdemayîna wan. Di vê rewşê de Sokrates, bal kişand ser nefsbiçûkiya rewşenbîrî û digot: “Tekane tişta ku ez dizanim ev e ku ez tu tiştî nizanim.” Ev felsefe tê wateya qebûlkirina sînor û kêmasiyên xwe (Plato, 1997).

Bi heman rengî, felsefeya Bûdîst têgîna "Anattā" an "non-self," qebûl dikir. Di vê çerçoveyê de quretî hilberek egoyê ye ku wekî heyîneke bilind û neguherbar tê dîtin. Ev cure quretî, dibe sedema êşê û ronahiyê asteng dike. Ji ber vê yekê, doktrîna nefsîtiyê (doctrine of egolessness) dilnizmî û ji hemû kesan re xweşbîniyê teşwîq dike û rê li ber dîtina xwe-hişmendî (self-awareness), pêşveçûna kesane û nêrîneke zelal a xeletiyên xwe vedike. Ev kevneşopiyên şehrezayî hem li hember bandora korbûna quretiyê me hişyar dikin û hem jî nêzîkatiyeke nefsbiçûk û jiyaneke ji fêrbûnê re vekirî teşwîq dikin.

Di derûnnasiyê de quretî bi giştî wekî mekanîzmayeke parastinê tê dîtin ku ji bo veşartina bêewlehî û qelsiyan tê bikaranîn. Her çend quretî, wêneyeke serwerî û kontrolkirinê biafirîne jî, ew bi gelemperî ji hestên hundurîn ên wekî kêmasî û tirsê derdikeve. Ji bo mînak; li ser kesên ku hertim bi mal û milkên xwe quretiyê dikin bifikrin. Ew erebeyên balkêş dikirin, kincên sêwirîner ên biha li xwe dikin, û her gav li ser kirînên xwe yên herî paşîn diaxivin û pesnê xwe didin. Li gor nêrîna derûnî ev quretî, dibe ku ji bêewlehiyeke bingehîn a li ser rewşa wan a civakî yan jî xwe-nirxandina wan derdikeve holê. Ew ditirsin ku ew ê ji hêla kesên din ve neyên qedirgirtin an rêzgirtin. Ji ber vê yekê jî quretiyê wekî mekanîzmayek parastinê bi kar tînin ku tirs û bêbaweriya xwe ya kûr vedişêrin.

Tevî têgînên neyînî, quretî carinan ji bo demekî kurt û di dorhêla pêşbaziyê de avantajan jî pêşkêş dike. Quretî, bi xwebawerî û zîrekiyên xeyalî, hevrikan an dijberan ditirsîne. Lê belê, ev feyde bi gelemperî ji bo demeke kurt in û dibin sedema lêçûneke civakî ya bilind. Quretî zirarê dide têkiliyan, hêrsbûnê çêdike û kesan ber bi tenêtiye ve dibe.

Dubendiya di navbera nezaket û quretî de me vedixwîne ku em bifikirin ka em dikarin bibin çi celeb mirov û civat. Em ê bi pirên girêdan, hevgirtin û pêşveçûnê, riya nezaketê hilbijêrin an em ê bi xeyalên serdestî, dubendî û tecrîta bêdawî û rêya quretiyê bişopînin?

Di van demên guheztin û bêpêşbînîbûnê de, wisa xuya dike ku cîhan hesreta ronahiya nerm a nezaketê dike. Nezaket, zimanek gerdûnî ye ku bi her giyanê re vedibêje, melhemeke aram e ku dikare şikestinên derûniya me ya mirovî ya kolektîf sererast bike. Berevajî vê, quretî, gefê dixwe ku van şikestinan xurt bike, me ber bi pevçûn û îzolasyonê ve bibe.

Di encamê de, şerê di navbera nezaket û quretiyê de, dê berdewam bike ku çîrokên me yên takekesî û kolektîf çêbike. Li gel awantaj û dezawantajên her duyan, hilbijartina di navbera nezaket û quretiyê de, wê bandorê li ser awayê ku em bi xwe û yên din re têkildar in, bike. Bînin bîra xwe, dema ku em li ser vê spektruma tevgera mirovî rêve diçin, nezaket, xwedî wê hêzê ye ku me bicivîne, rêwîtiya me ya hevpar bi şewqeke germ û xweş ronî bike. Di vê navberê de, hêza dijwar a quretiyê me ji rê derdixe û siyên dirêj ên dubendiyê diavêje ser rêya me.

Di vê rêwîtiya dijwar a jîyanê de, berpirsyariya me ye ku em riya xwe bi aqilmendî hilbijêrin. Wekî ku Ian Maclaren bi aqilmendî destnîşan kiriye: “Nazik bin, ji ber ku her kesê ku hûn dibînin şerên dijwar dikin."

Çavkanî:

Nussbaum, M. C. (2001). Upheavals of thought: The intelligence of emotions. Cambridge University Press.

Yao, X. (1987). Confucianism and Christianity: A comparative study of Jen and Agape. Sussex Academic Press.

Post, S. G. (2005). Altruism, happiness, and health: It’s good to be good. International Journal of Behavioral Medicine, 12(2), 66-77.

Raposa, E. B., Laws, H. B., & Ansell, E. B. (2016). Prosocial behavior mitigates the negative effects of stress in everyday life. Clinical Psychological Science, 4(4), 691-698.

Otake, K., Shimai, S., Tanaka-Matsumi, J., Otsui, K., & Fredrickson, B. L. (2006). Happy people become happier through kindness: A counting kindnesses intervention. Journal of Happiness Studies, 7(3), 361-375.

Plato. (1997). "Plato: Complete Works", edited by John M. Cooper. Hackett Publishing Company, Inc.

Read more