Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Pisporê Saxlemîya Civakî, Dr. Tevfik Bayram li Eyaleta New Brunswickê bûye midûrê beşa Saxlemiya Civakî yê eyaletê.
Bayram ji Gundikê Melî yê Şirnexê yê herêma Botanê ye. Wî li Zanîngeha Marmarayê Tiba Ingilîz û pisporiya Saxlemiya Civakî xwendiye. Li Zanîngeha Ibrî ya Îsraîlê master kiriye, li Zanîngeha Bernê ya Swîsrayê di projeyeka zanistî de xebitîye.
Lêkolîna wî û hevkarên wî li Tirkiyeyê "Xelata Lêkolîna Zanistî ya Salê" stand.
Bayram, bi bûrsa hikumetê ya ku du kes dikarin bistînin karîyera xwe ya akademiyê li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê didomand.
Dewleta Kanadayê îro ew wek midûrê eyaletê yê beşa saxlemiya civakî wezîfedar kiriye.
Bayram Kurdî, Fransî, Farisî, Ingilîzî û Tirkî dizane. Ji 2023yê ve ji bo Botan Timesê dinivîse. Em nivîskarê xwe pîroz dikin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...