Nizamettin Ariç Türkçe Müziği Bıraktı*

Share
Nizamettin Ariç Türkçe Müziği Bıraktı*
nizamettin ariç

Medyaya magazînî, kovara Heyê havîna 1981ê di hejmara 36an de ji qapaxê, eşqa mezin ya Nizamettin Ariç û Sibel Hotinê eşkere kiriye.

Qapax bi fotografeka Nizamettin Ariç û Sibel Hotin têde hatiye dagirtin, û li jêr qapaxa kovara Heyê tê xanê ku wê kovarê bi wê hejmarê re posterên starên sînema û muzîkê, Müjde Ar, Emel Sayın, Gloria Gaynor dane.

Bi tenê ji navên Müjde Ar, Emel Sayın, Gloria Gaynor ku di sînema û muzîkê de jinên jixwerazî ne,  gerek rind were dîtin ku Nizamettin Ariçê li qapaxa kovarê jî wextekê çi mêrek ji wan mêran bûye ku meraqên mezin li ser bûne.

Kovara Heyê di nûçeya xwe de, ku mora Özel Haber, ''Nûçeya Taybet'' lê xistiye, dide zanîn ku Sibel Hotin û Nizamettin Ariç ev demek e yar û dildarên hevdu ne, lê ew înkar dikin û dibêjin ya wan bi tenê hevalî ye û hurmeta wan ji hevdu re heye.

Piştî şor û şubheyan, kovara Heyê bi teknîkên serê salên 1980î li Stenbolê daye dû Nizamettin Ariç û Sibel Hotin û bi qasî têra magazîna wê dewrê bike, bi fotografên samîmî îspat kiriye ku ew di eşq û evînê de ne.

Gorey nûçeya kovara Heyê, Nizamettin Ariç û Sibel Hotin ji ber fotografan xelasîya xwe nedîtine û îtiraf kirine ku ew ji hevdu hez dikin, bes dûra her duyan jî gotiye ku: ''Ew hezkirin niha heye, lê em nikarin ser royên pêş tiştekî bêjin..''

Royên pêş, Nizamettin Ariç jiber Ahmedo Ronîyê ku sala 1979an li konsereka Agirîyê gotiye bi tirs û talûkeya hepsê re rûbirû dimîne, ji zilm û zordarîya polîsan direve, çavên xwe qurç dike vedike û xwe li Kobanîya Sûrîyê dibîne.

Jixwe heta wê derê ye tam Tirkbûn û Tirkîbûna Nizamettin Ariç ku ji wir pê de ew hêdî hêdî dişikên: Bo gazîno û sînemayên wî yên li Stenbolê, bo programên wî yên li TRTya kanala dewletê, bo hevalên wî yên mîna Bülent Ersoy, Fatma Girik, Arif Sağ, Sinan Çetin, İbrahim Tatlıses û tevî yara wî Sibel Hotin, heyat li Tirkîyê bi Tirkbûnê dewam dike, lê jibo Nizamettin Ariç bi sirgûnîya li Sûrîyê bi Kurdbûnê dewreka nû dest pê dike.

Nizamettin Ariçê ku li Agirîyê li nêzî meqamê Ehmedê Xanî mezin bûye, li Kobanîyê Dîwana Feqîyê Teyran dibîne û bi wê dîn dibe, sewda dimîne. Zimanê zelal yê Feqîyê Teyran tesîreka tam li wî dike; xaseten şiîra ser Şêxê Sen'an.

Şiîr dide zanîn ku Şêxê Sen'anê ku pênce caran çûye hec û serdarê pênsed sofîyan bûye, di heftêûheft salîya xwe de dil daye keçeka kafir, gotiye ''dê mizgeftê wêran bikim, qesta derê dêran bikim'' û bang li murîdên xwe kiriye ''zikrê xwe îro pir mekin, keyfê li min bê surr mekin, xweş nîne sewta ji we tê.''

Ev şiîr, ji şiîrên Feqîyê Teyran ya herî dirêj e, lê kin bibirî, wê keça kafir, wê gerdenşebabê, Şêxê Sen'an biriye ber xemr û şerabê, ew Îsewî û murted kiriye, û zunara ku Xiristîyan li pişta xwe dipêçin li pişta wî pêçaye, û ew pey wehş û berazan xistiye, û ew anîye radeya şewitandina Qur’anê.

A Nizamettin Ariç jî ya wî dilê wî bi karên Kurdbûnê mîna dilê Şêxê Sen'an e herhal. Wî jibo Kurdbûna li dil dikele, terka Tirkbûnê kiriye û karîyera xwe ya ku bi salan li Enqerê û Stenbolê bi stranên Tirkî çêkiriye -ewqas karîyer ku stranên Kurdî yên mîna Ey Ferat Ferat kiriye Ey Fırat Fırata Tirkî-, bi destê xwe, ya rast bi devê xwe hilweşandiye. Bo çi û bo kê? Kurdbûn.

Çi fayde ku navê Nizamettin Ariç her çiqas tevî Kurdbûnê di muzîka Kurdî de li ber navê Şiwan Perwer û Ciwan Haco tê hildan jî ew ti carî bi qasî wan nebûye yê konser û qelebalixan, albûmên wî ti carî bi qasî yên wan nehatine firotan. Hejmara guhdarên Nizametin Ariç yên li ser platformên dîjîtal yên mîna Youtube û Spotifyê jî vê rewşê rind raber dikin.

Sermeselê akademîsyen Besime Şen mealen dibêje hedefa muzîka Nizamettin Ariç çi bigir ne coşandina milet û qelebalixan, lê ecibandina kêm-kesan e ku ew muzîk ji ya etnîk zêdetir e û ji ya folklorîk jî dûr e.

Li ser vê xetê, muzîka Nizamettin Ariç bi guhdarên hejmara wan hindik, pir hindik ji dawîya sedsala 20an ber bi rib û nivê pêşî yê sedsala 21an hûrik hûrik meşiyaye û ji xwe re cihekî çê çêkiriye ku vê sebr û semaxeka pêxemberî pê gerek e.

Xweş xuya ye, eşq û meraqa muzîsyenekî di muzîkê de xwebûn be, ewê di wê meselê de tim xwe be, di her şertî de li ser xwe be û li rêka hedefa xwe be: Çito ku Nizamettin Ariç, ''n''yek ji Feqîyê Teyran kêm, navê xwe kiriye ''Feqîyê Teyra'' û ji Tirkbûnê dûr, li xwebûnê, li Kurdbûnê maye, wisa.


Sibel Hotin li kû maye lê? Bi du stranan, ku di yekê de gotiye royekê dixwazim ku hem ji şerqê hilê hem ji xerbê, û di ya din de jî bi Bir Yer Arıyorum ku bi Kurmancî, Li Cihekî Digerim e, li sala 1978an, bi xatirxwestineka Nizamettin Ariç jî, li sala 1981ê maye; qey wê jî dev ji muzîka Tirkî berdaye, şop li ser wenda ye.

Têbînî û Çavkanî
[*] Bi Tirkî ye, Kurdîya wê: Nizamettin Ariç dev ji muzîka Tirkî berda.

Têbîniyek: Sala 2023yan, li Tirkîyê hinek Kurdên binavûdeng bi daxuyanî û deklerasyonan ji sanat û sîyaseta Kurdan vekişîyan. Jiber ku sîyaseta wan bi Tirkî bû, lê sanat bi Kurdî bû, ehlên edebîyata Kurdî bêtir ewên ji sanatê vekişîne dîtin ku edîtorê Pall Weşanê Înan Eroglu 16ê meha 7an li Botan Timesê ''Hunermendên Kurd çima dev ji Kurdî berdidin?'' nivîsî.

Kovara Hey, Hejmar: 36, 13 Temmuz 1981, Milliyet Gazetecilik, İstanbul.

Besime Şen, Devlet Piyasa Parti, Nizamettin Ariç ve Kürt Müziği, Avesta Yayınları, 2016, İstanbul.

Sinan Gündoğar, Üç Kürt Ozanın Hikayesi, Elma Yayınları, 2005, İstanbul.

Feqîyê Teyran, Dîwan, Kürtçe Metin & Türkçe Çevisi, Çeviri ve Notlandırma: Ali Karadeniz, Weşanxaneya Nûbihar, 2022, İstanbul.

Spotiy, Sibel Hotin, Bir Yer Arıyorum, 1978.

Spotiy, Sibel Hotin, Öyle Bir Güneş Ki, 1978.

Spotify-Youtube: Nizamettin Ariç.

Read more