Piştgiriya Mezlûman: Faktorên Derûnî û Civakî yên Li Pişt Tercîhên Me
Cazîbeya mezlûma, diyardeyek berbelav a ku sempatiya gel bi gelemperî ber bi hevrikê 'qelstir' ve diçe, hem ji hêla psîkolojîk hem jî ji hêla sosyo-çandî ve balkêş e. Ez ê di vê gotarê de bî rêya dêrûnasiya civakî, neurozanistiya kognîtîv û antropolojiya çandî sedemên li pişt meyla me ya kolektîf a ji bo piştgiriya mezlûman vekolim.
Meyla me ya ji bo piştgiriya mezlûman di prensîbên bingehîn ên derûnî de tê peyda kirin. Yek ji rêyên ravekirina meyla me ya li ser mezlûma 'hîpoteza cîhana dadmend' ye ku ev teoriya derûnî, pêşniyar dike ku mirov bi xwezayî meyla edalet û hevsengiyê dikin. Yanî dema ku em bi pêşbaziyekê re rûbirû dimînin, em pirr caran kesên qels wekî bêavantaj dibînin û em meyl dikin ku piştgiriyê bidin wan da ku cardîn hevsengiyê ava bibe. Li gorî lêkolîna Lerner û Miller jî, em ji cîhanek dadperwer ku tê de kirinên baş têne xelat kirin û xeletî têne ceza kirin, bawer dikin (Lerner, M. & Miller, D. T. 1978). Dema em li çîroka gelêrî ya Kurdî "Kawayê Hesinkar" dinêrin, ku tê de Kawa li dijî zalimê Dehaq radiweste, em Kawa wekî mezlûmek bêavantaj dihesibînin û xwe mecbûr dibînin ku ji bo vegerandina hevsengiyê pişgiriya wî bikin.
Meykirina mezlûman bi "Sendroma Dawid li dijî Golyat" re jî lihevhatî ye. Ev sendroma derûnî navê xwê ji çîroka Încîlê ya ku behsa serketina şivanêk piçûk li dijî şervanek qerase dike, standiye. Ev metelok di giyanê me de dengek kûr vedide, ji bo kesên mezlûm hestiyarbûn û empatiyê çêdike (Gladwell, M. 2013).
Lêkolînên Norozanistî jî piştevaniya vê tercîha psîkolojîk ji bo mezlûman dike. Lêkolîna Singer û Lamm (2009) eşkere dike ku reaksiyonên me yên empatîk yên ji bo çirokên mezlûman teqabilê zêdebûna çalakiyên di heremên mejî wekî korteksa pêşîn ya însulî û korteksa pêşîn ya cingulate de dike. Ev heremên mejî bi bersivên hestyarî û empatiyê ve girêdayî ne û bi vî awayî jî rê didin ku em çîroka mezlûman 'his bikin' û bi têkoşîna wan re hevpar bibin. Ji bo vê tiştê wekî mînakek gîrîng, em dikarin behsa fîlmeka sînemaya Kurdî "Bekas" bikin. Di vî fîlmi de, çîroka du birayên sêwî yên ku li dijî astengiyan têdikoşin tê vegotin. Rêwîtiya wan me ji kûr ve dihejîne û rê dide ku em xwe bi mêzlûman re hîs bikin û bibin hevparê têkoşîna wan.
Wekhevîbûna xwe ya bi mezlûman re em dikarin bi tecrûbeyên xwe yên bêhêzîbûnê jî rave bikin. Wekî mirovan, em di seranserê jiyanê de bi nediyarbûn û dijwariyan re rû bi rû dimînin û bi gelemperî di senaryoyên cuda de xwe wekî mezlûmekî hîs dikin. Wekî ku di lêkolîna Rizzolatti û Craighero (2004) de hatî vekolîn, ev hest, neuronên neynikê (mirror neurons), ên ku cureyek şanikên mêji yên ku di dema em heman kiryarêkî pêk tînin an jî çavdêrî dikin de coşdibin, çalak dike. Gava ku em berhema helbestvanê Kurd Şêrko Bêkas dixwînin, ku wî gelek caran di helbestên xwe de têkoşîna gelê Kurd ronî kiriye, em bi awayekî neyekser ezmûnên bindestan diceribînin, ku ev jî dibe sedema piştgirî û dilsoziya hestyarî ya kûrtir.
Ji perspektîfa sosyo-çandî ve, vegotina mezlûman di wêje, çapemenî û folklora me de mijarek dûbare ye. Bi vî rengî, çîrok dibin beşek ji ehlaqa me ya çandî û tesîrê li tercîh û tevgerên me dikin. Mînak, çîroka Mem û Zîn, romaneke trajîk e ku gelek caran bi Romeo û Juliet re tê berhevkirin, bi sedsalan bûye hîmê kevneşopiya devkî ya Kurdî. Di vê çîrokê de Mem, tevî ku ew xwedî statûyek nizim ya civakî ye jî, li hember kesayetê bihêz Beko, empatî û piştgiriya me distîne.
Lêbelê, girîng e ku em bal bidinê ku her kes ne xwedî meyleke ye ku piştgiriyê bide mezlûma. Faktorên wekî taybetmendiyên kesayetiyê, rabirdûya çandî û ezmûnên kesane dikarin rê bidin hin kesan ku ew xwe wekehevî hevrikê serdest bikin û piştgirî bidin wî. (Vandello, J.A., Goldschmied, N.P., & Richards, D.A.R. 2007). Mîna ku teswîra Tony Stark ya di "Iron Man" de, dibe ku hin kes xwe nêzikê hevrikê jixwebawer û serfiraz bibînin, û wan wekî dilxwaztir bibînin.
Di encamê de, hevalbendiya me ya ji bo mezlûman diyardeyek piralî ye, ku bi kûrahî di pêkhateya me ya psîkolojîk û sosyo-çandî de cih digire. Ew daxwaza me ya kolektîf a ji bo edalet, berxwedan û serfiraziya li hember dijwariyê nîşan dide. Lêkolînên zêdetir ên di vî warî de bên kirin, dikarin aliyên din ên xwezaya mirovî, dînamîkên civakê û bandora çirokan li ser tevger û tercîhên me ronî bikin.
Çavkanî:
- 1- Lerner, M., & Miller, D. T. (1978). Just world research and the attribution process: Looking back and ahead. Psychological Bulletin, 85(5), 1030-1051.
- 2 - Gladwell, M. (2013). David and Goliath: Underdogs, misfits, and the art of battling giants. Little, Brown and Company.
- 3 - Singer, T., & Lamm, C. (2009). The social neuroscience of empathy. Annals of the New York Academy of Sciences, 1156(1), 81-96.
- 4 - Rizzolatti, G., & Craighero, L. (2004). The mirror-neuron system. Annual review of neuroscience, 27, 169-192.
- 5 - Vandello, J.A., Goldschmied, N.P., & Richards, D.A.R. (2007). The Appeal of the Underdog. Personality and Social Psychology Bulletin, 33(12), 1603–1616.