[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Ji Lijneya Birêveberiya Amedsporê Metîn Kılavuz derbarê êrîşên nîjadperest ên di maça Bursasporê de axivî.
Kılavuz got, “Dîyar û eşkereye ev ne nêzîkatiya fanatîk a sê-çar ciwanan e. Provokasyoneke pir amade û bi zanebûne.”
Kılavuz bo bûyerên li Bursayê qewimî ji BBC Turkçe yê re anî ziman ku ji sala 2015an û vir ve tîma wan rastî zextan tên.
Klavuz dibêje, "Piştî ku klûb navê Amedsporê girt, di qedexekirina temaşevanên derve de rekora Tirkiyeyê tomar kiriye.
Amedsporê tu carî tenê bi 11 lîstikvanan nelîstiye. Ji hakem heta rapora çavdêr her kes li dijî wî ye."
Metîn Kılavuz
Îro (Yekşem) beriya maça bi Bursasporê re lîstikvanên Amedsporê ji kêleka qadê û ji çeperan rastî êrîşan hatin.
Di dema lîstikê de jî erîşê aligirên Bursasporê berdewam kir.
Her wiha komek aligirên Bursasporê wêneyên Torosên spî û endamên JÎTEMê li stantan vekirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...