Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
https://open.spotify.com/episode/33vJkKT77QLaZvRj0wWFO5?si=9FOiyvoeQF-DwxmwkkfaAA
Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.
Li gorî daneyên herî dawî 35 hezar û 418 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji aliyê AFADê ve hatiye belavkirin 195 hezar û 962 mexdûrên karesatê ji herêmê bo
parêzgehên din hatine veguhestin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku hikûmet bi zanebûn leşkeran neşandiye herêma erdhêjê.
Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniye Murat Kurum dîyar kir ku li gorî tesbîtên heta niha 50 hezar û 576 avahî hene ku divê bi lezgînî bên hilweşandin.
Wî anî ziman ku li herêma erdhejê xebatên tesbîtkirina zirarê dewam dikin û heta niha 387 hezar û 346 avahî hatine lêkolînkirin.
Hat diyarkirin ku 279 hezar û 655 avahî sivik zirar dîtine yan jî zirar nedîtine.
13:09
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Mereşê civîna çapemeniyê li dar xist û got, "Li Antakyayê ji her 2 malan yek wêran dibe."
11:09
Wezîrê Derve yê Ermenistanê Mîrzoyan bo başkirina têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê îro serdana Tirkiyê dike.
11:00
Karwana alîkariyê ya yekem a Neteweyên Yekbûyî ji deriyê sînorî yê nû vebû derbasî Suriyê bû.
10:00
Her wîha li gor daneyên AFADê hat gotîn ku li herêma erdhêjê 3 hezar û 170 erdhejên din jî çêbûne.
Li Semsûrê û li navçe û gundên wê nêzî 2 hezar avahî hilweşiyane. Li gorî daneyên ewil zêdetirî 8 hezar avahî jî wekî avahiyên zêde xesar dîtine hatine tespîtkirin
Li bajarê Semsurê ku bi erdhêjê wêran bê hê jî welatî ji bin kavilan bi saxî tên rizgar kirin.
DI roja 9'an a erdhejê de, li Semsûrê li Taxa Alîtaşiyê Fatma Gungor a 77 salî bi saxî ji bin kavilên Apartmana Merveyê hat derxistin.
Zarokê 12 salî Berat Yucel pişti 9 rojan hate xelaskirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...