B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Şer li meclîsê derket, parlementer bi kulm û pehînan rabûne hev.
Parlementerê Ak Partîyê bi kulman rabû Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik.
Meclîs ji bo dosyeya Parlamenterê TÎPê Can Atalay civîyabû.
Li gorî nûçeya Rûdawê piştî ku Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik dest bi axaftina xwe kir gelek parlamenterên AK Partîyê bertek nîşanî da.
Ahmet Şik jî berê xwe da wan û got, “Rûyê we qet naêşe. Hûn şerm û heya nakin.”
Gelek parlamanterên AK Partîyê bi dengekî bilind bersiv da Ahmet Şik.
Bekîr Bozdagê ku rûniştina meclisê îdare dikir bi qasî 15 xulekan navber da rûniştine.
“Terorîstên herî mezin li vir in”
Ahmet Şik piştî navberê got ku welatperwerî û dînê wan tenê ji bo xwenîşandanê ye û ew dikarin bi gotinên xwe her kesî bikin terorîst û li pey çû:
“Qet ne ecêb e ku hûn dibêjin Can Atalay terorîst e.
Bila her kes zanibe terorîstên herî mezin li vir in ku bi rêya mafyaya xanedanan ev dewlêt dorpêç kirîye û li vê derê rûniştine.”
Dema Ahmet Şik axaftina xwe didomand Parlamenterê AK Partîyê Alpay Ozalan êrişî wî kir û kulm lê da û Ahmet Şik ket erdê.
Piştî Alpay Ozalan gelek parlamenterên din jî bi alîyê kursî da baz da û pevçûneke mezin qewimî.
Parlamentera DEM Partîyê birîndar bû
Parlamentera DEM Partîyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di dema van pevçûnan da ji birihê xwe birîndar bû.
DEM Partîyê birîndarbûna Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştrast kir û ev êriş şermezar kir.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...