Serpêhatiya nivîsînekê
Îhtimal e ku di zimanekî serdest de min hewla vî tiştî nedaya, lê tê bêjî qey kurdî li min ferz dikir ku ez her dewlemendiya wî nîşan bidim. Min nîşan dida û keyfeke pozbilindane jê digirt: Min xeyal dikir ku xwendevan li hember van peyv û hevokan heyran dimînin û ji ser xwe diçin.
***
Berî bi salan gava min dest pê kir helbestên xwe yên ewil bi kurdî li ser kartonên nav cilûbergan li bazarê binivîsim, êdî gihiştibûm wê qenaetê ku mekteba nivîskariyê tune ye û ez jî dikarim binivîsim. Zarok bûm û ji min we bû qey nivîskar ji bo ku bibin nivîskar mekteba wê dixwînin, li unîversîteyan ji wê beşê mezûn dibin. Erê, paşê ez dê ji xwe re hîn bûbûma ku ne li mekteban meriv dikare bibe nivîskar ne li atolyeyan, ne jî kitêbên rêberiya nivîskariyê dikarin rêyekê bi ber meriv bixin. Di wê baweriyê de bûm ku meriv pêşî ji nivîskarên hosta dielime nivîskariyê, û ew jixwe têra xwe bes bû. Şîreta çîroknivîsekî hosta heye, Horacio Quiroga dibêje, “Wekî tu baweriyê bi Xwedê tînî, baweriyê bi hostayan bîne.” Min jî pêşî wisa bawerî bi hostayan anî, tevî ku bi demê re ev baweriya min carna kêm carna zêde dibû, an jî bi wan qet nedima.
Piştî demekê min kartonên cilûbergan dan aliyekî û carinan li ser kaxezên vala yên dawiya kitêban nivîsîn, lê tu were ji ber ku min ewçend fedî dikir û nedixwest kesek çav bi kitêbeke di dest min de bikeve an jî li ber dezgehê me yê li bazarê bibîne ku ez xerîkî nivîsînê me (ma ev der cihê nivîsînê ye, kero?), min di ber kembera xwe de vedişart an jî di nav poşetan de. Yek ji wan helbestan li ser kaxeza dawî ya kitêba Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî ya Yeats hatibû nivîsîn. Çi helbest bû, çi bi serê wê hat, nizanim. Van salên dawî min xwe cardin li nivîsîna çend helbestan rakişand, du sê hebek hatin weşandin, yek ji wan beşeke biçûk a Hikayeta Welatê Wenda bû ku ger rojekê biçe serî û wekî kitêb biweşe, dê tenê ji helbesteke dirêj pêk bê, helbesteke nîv-epîk, ji ber ku tenê di helbestê de baweriya min bi vê yekê tê. Lê ne bawer im biçe serî.

Ecêb e, wekî pexşan ne bi çîrokan lê di 2008an de min bi nivîsîna şanoname û senaryoyan dest pê kir û piştî wê jî nizanim çima, min qet senaryo û şanoname nenivîsin heta ku di adara 2022yan de Omer Faruk Baran teklîf kir ez şanonameyekê binivîsim û ew jî derhêneriya wê bike. Şanoname hat nivîsîn, telîfa wê ji bo salekê hat stendin, lê ji ber ku proje betal bû, ew jî wisa li cihê xwe ma. Her wekî ku di çîrokên kitêba min a ewil Têbîniyekê (2019) de jî diyar e, wê çaxê jî min dixwest di metnên ewil de tiştine nû biceribînim û li gor aqlê min ê wê çaxê, hebûna axayekî xedar tiştekî klîşe bû loma axayê di senaryoya min de axayekî pir baş bû.
Hema bibêje bi nivîsînê re min dest bi xwendin û temaşekirinê kiribû. Loma heçî kesên min ew dixwendin û li wan temaşe dikir, pir di tesîra wan de dimam û mijarên ku li ser difikirîm jî dibû nîvteqlîda wan berheman. Belkî Quiroga dîsa xwedî heq bû gava ku digot, “Li hember teqlîdê li ber xwe bide, lê heger tesîr pir xurt be teqlîd bike.” Min jî Yola Yilmaz Güney hinekî teqlîd kiribû, dîmena ku Tarik Akan jina xwe li ser pişta xwe kiribû û di qiyameta zivistanê da dabû nava berfê. Belkî ji ber van tiştan, birayê min xwestibû bibim derhêner. “Tu bibe derhêner,” gotibû. “Na,” min gotibû. "Ez dixwazim bibim nivîskar."
Gava ku min xwest êdî çîrokan binivîsim min nedizanî ka çîrok çawa têne nivîsîn. Her çawa ku gramera kurdî ne ji kitêbên gramerê lê ji çîrok û romanên kurdî hîn bûm, herweha ez çîrokan jî ji wan hîn bûm. Di nivîsîna çîrokên pêşî de tesîra çîrokên surreal yên Helîm Yûsiv li ser min hebû, meselen çîrok ji devê berçavkekê dihat gotin, karakterê min rojekê radibû, didît ku li şûna pozê wî çavê wî heye. Gelek çîrokên ku piştre min nivîsîn û ji kovaran re şandin niha nayêne bîra min, ji ber ku ji wan aciz im. Ecêb dimînim çawa du heb ji van xelat jî wergirtin. Ji yekê, min 500 lîre qezenc kir.
Di lîseyê de min Proust nas kir û wî hemû zanîn û şiyana min a edebî li bin guhê hev xist. Heger gelek nivîskarên hosta Xweda bin, ew Xwedayê Xwedayan bû ji bo min. Bi heyraniyeke mezin bi pey wî ketibûm. Gelek çîrokên piştî xwendina wî, di tesîra wî de hatin nivîsîn. Lê îro min fam kir, ev hemû hewlên kawikane bûn ku min dixwast wekî Proust binivîsim lê min nedikarî û jixwe tu kesî jî dê nekariya. Hevokên dirêj, teswîrên dirêj ên kêliyekê, hûrgiliyekê, xwestina qalkirina tiştekî lê di esasê xwe de qalkirina gelek tiştan. Îro gelek ji wan çîrokan bi min wekî qelebalixiya peyvan tên, halbûkî bi çend peyvên kêmtir, hevokên kêmtir mimkin e baştir bûna. Gotina Walter Benjamin a ji bo Li Pey Dema Wenda rast e, “Belkî jî em careke din rastî berhemeke wisa neyên ku hemû temenek li pey wê terxan dibe.” Diviya min hewl nedaya bibim wekî Proust, ew li cihê xwe bû û divê min rêyek ji bo xwe bidîta. Wek rêzgirtineke li nostaljiyê, du çîrokên ji wê qonaxê di Têbîniyekê de cih ji xwe re peyda kirin. “Perîdank” a sala 2012-2013yan e, “Şehredêr”a 2015an. Û di çiriya paşîn a 2022yan de min deynê xwe yê dawî ji bo Proust, bi xelekeke podcastê da: Prousto Lo.
Vê dawiyê gava min Ulyssesa Joyce cara ewil bi wergera pir şareza ya Kawa Nemir xwend, Proust li ber dilê min cardin şîrîn bû û min xwest cardin wî bixwînim. Tê gihiştim ku Joyce ne nivîskarê min e, tevî vê wergera şareza ya kurdî jî qet ne nivîskarê min e. Mîrza Joyce rêzgirtineke mezin heq dike, lê hezkirinê na, ji ber ku karê wî ew e ku tenê bêhna me teng bike. (Dixwazim li vir dawî li vê behsê bînim, ji ber ku min niyet e di nivîsareke serbixwe de lê hûr bibim, eger ji nivîsîna berdewam nekerixim.) Rihê min di vegotinê de bû nexwe, ku ew jî li ba Proust bû.
Borges qal dike ku nivîskarên nûdestpêkirî her tim dixwazin tûrikên wan ên peyvan qelebalix û mişe bin, loma gelek caran gelek hemwateyên peyvan di nivîsa xwe de bi kar tînin, wekî ku peyv çiqas zêde û ji hev cuda bin nivîs jî ewqas baş dibe. Nivîskarên din jî di vê qonaxê re derbas bûn yan na, nizanim, lê eyn ev tişta Borges gotî hat serê min jî. Na nehat serê min, eyn min bi xwe ev tişt kir. Xwendinên destpêkê yên ji gelek ferheng û berhemên edebiyata kurdî, kir ku gelek defteran bi peyv û qalibên kurdî yên bi min nenas û kêmnas dagirim. Bêguman ez ji vê hewla xwe kêfxweş im û îro ro, kêm be jî, defteran bi peyvên nû dadigirim. Lê tişta jê aciz im ev e: Min dixwest van gelek peyvên di defteran de di çîrokên xwe de bireşînim û heçku êdî hewla min ji edebîbûnê dûr diket û ber bi artîstiyeke zimanî ve diçû.
Îhtimal e ku di zimanekî serdest de min hewla vî tiştî nedaya, lê tê bêjî qey kurdî li min ferz dikir ku ez her dewlemendiya wî nîşan bidim. Min nîşan dida û keyfeke pozbilindane jê digirt: Min xeyal dikir ku xwendevan li hember van peyv û hevokan heyran dimînin û ji ser xwe diçin. Heger li vê şaşiya xwe newarqiliyama ez ê têk biçûma, çimkî êdî ji bo min navenda metnê ne bûbû edebiyat lê bûbû ziman. Îro, ew artîstiya zimanî bêhna min teng dike, gelekî aciz dibim gava ew di çavê min radibe û wekî ku bibêje, binêre zimanê min pir dewlemend e ha.
Di Têbîniyekê de 11 çîrok hene û bibêje hema hemû bi terzekî cuda ve hatine nivîsîn. Nizanim ka meriv dikare ji hin çîrokan re bibêje çîrokên ceribîner yan na, lê ji bo min ceribandinên nû bûn. Gava min ew nivîsîn tu carî neketim xema wê ka ev li gor qayîdeyên çîrokê ne, li filan rêbazê dikin, yan bi filan teoriyê re li hev in? Bawer nakim berhemeke edebî ya baş bi berçavkirina rêbaz û qayîdeyên diyarkirî bê nivîsîn. Metn xweser e û ew gava ku diniqute hişê nivîskar, ji hemû qayîde, rêbaz û teoriyan bêrî û serbixwe ye. Ê min jî tenê metn hebû di hişê min de û min dixwest wê li gor terzê di dilê xwe de binivîsim.
Meriv di berhemekê de cih bide hevokên pirsyarî yan jî paragrafeke pirsyarî asayî ye lê meriv rabe hemû berhemê bi hevokên pirsiyarî lê bike êdî ew ji asayiyê dûr e û divê em navekî din lê bikin. Gava ku min xwestibû çîroka xwe ya “?”tev bi hevokên pirsiyarî lê bikim, heyecaneke mezin ez girtibûm. Ditirsiyam jî, îhtimala ku têk biçim jî hebû. Asoxî ji bo edebiyatê wisa ye an na bi esehî nizanim, lê ji bo min tiştekî nû bû, û tiştekî nû talûkeyeke xwe ya mezin hebû. Beriya Michel Butor gelek kesan hay ji vegêrana kesê duyem ya pirjimar (hûn – lê di kurdî de meriv dikare bike “tu” jî) hebû lê kesî newêribû berhema xwe wisa binivîse û xwe bide ber vê talûkeyê. Gava Michel Butor romana xwe La Modification di 1957an da bi vê vegêranê nivîsî, vegêraneke nû li edebiyatê zêde kir. Lê her tiştên nû jî îhtimal e bi demê re nûbûna xwe ji dest bidin. Îro kesek bi vê vegêranê hemû romana xwe binivîse, herhal em ê nikaribin bibêjin romaneke nû/ceribîner e, ne wisa?
Erê, gelek tişt hatine ceribandin û tecribekirin, lê ev eşqa me ji kû tê ku em her tiştî cardin dixwazin biceribînin, ji nû ve binivîsin? Her çawa ku em çend rojên carekê heman xwarinê dixwin, di heman sikak û kolanan re dimeşin, heman cilûbergan li xwe dikin, herweha wisa bawer dikim ku hemû nivîskar jî di hemû berhemên xwe de li dor çend mijarên serekî diçin û tên û her carê wê tekrar dikin, ji nû ve dinivîsin û diceribînin. Tekrar û dubareyê wek zeafiyetekê nahesibînim, ew têra xwe normal û tebiî ye. Di tebîeta însanan de ev heye. Hemû çîrok xwedî heman mijarê ne, bes em şêweyekî din didin wan û wan bi awayekî din dinivîsin.
Eger Têbîniyek ne kitêba min a ewil bûya û ne ciwan bûma, bawer nakim ku min cesaret bikira van çîrokan bi terzine cudatir di kurdî de biceribînim. Em çiqas bi şêwe û terzên nû jî binivîsin asoxî ya muhîm metn e, kakil e û ya ku nûbûniyekê tîne jî ev e. Yan na meriv dikare çîrokeka pir xerab jî bi terz û şêweyekî nû bibêje, em dê çi li wan bikin? Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din (2021) jî ji 11 çîrokan û du beşan pêk tê ku ava wê hem tev li cihoka Têbîniyekê hem tev li ya Heft û Heştên Mirinekê (2023) dibe, hem diceribîne hem vedibêje, hem dilîze hem diqewime. Di navê de maye ew wisa, xwe ne ji dêrê dike ne ji mizgeftê. Herçî Heft û Heştên Mirinekê ye ku vê îlonê çap dibe û ji 33 çîrokên kurt û sê beşan pêk tê ji serî heta binî di nav reflekseke sînorkirinê û sîmetriyê de hatine pê, hem bi naveroka xwe hem bi şiklê xwe. Vê carê min xwest dîrokê danim navendê: dîrokeke folklora çêkirî ku şexs li navendê ne, dîrokeke rabirdûya nêzîk ku gotinên diya min li navendê ne û dîrokeke qedîm ku metnên dîroknasan li navendê ne.
Dema ku Têbîniyek hatibû weşandin, min bi heyecanekê û hinekî jî fediyekê bergê wê li storya Instagramê parve kiribû. Hê saetek du saetên wê xilas nebûyî, peyameke enteresan ji xanimeke pir hêja û zîrek hatibû: “Nivîskarên ku kitêbên xwe di storyan de belav dikin pir îtîcî (xwîntehl) ne." Tavilê min story jê biribû. Berê ev hal bo min jî pir “îtîcî” bûn, lê qet nebe sê çar saet bimaya, û xatirê ciwaniyê hebûya (malnexirab). Ji wê rojê de her tişt bo min jî “îtîcîtir” xuya dibe, heta bi evê nivîsê jî tê de, û çi cara ku kitêbeke min dike biweşe an jî kar û xebateke xwe belav bikim, ev yek tê bîra min û kenek xwe li min digire. Nexwe rabim çi bikim?
‒ Rabe çîrokên Rojen Barnas ji nû ve bixwîne.