Nûçe
Li Nîjerê derbe çêbûye: Serokkomar hatiye desteserkirin
Li welatê rojavayê Afrîkayê li Nîjerê leşkeran dest danîne ser desthildarîyê. Serokkomar Bazoum jî hatiye desteserkirin. Li Nîjerê komeke leşker derketine televîzyona dewletê û ragihandine ku wan derbeyek leşkerî pêk anîne. Leşkeran diyar kirin ku destûra bingehîn a welêt hatiye rawestandin, hemû sazîyên dewletê û sînorên welêt hatine girtin. Serokkomarê