Nûçe
"Mîlyonek xwendekaran dev ji dibistanê berdaye û dest bi karî kiriye"
Enflasyona bilind ya li Tirkiyeyê rê li ber xizaniyê vedike. Hejmara xizanan jî rojane bilin dibe. Kordînatora Ofîsa Pişgiriya bi Xizanan re ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Hacer Foggo li Wanê axivî û balkişand ser vê rewşê. Foggo dibêje, malbatên xizan wekî mîras ji zarokên xwe re xizaniyê dihêlin.