Têbîniyên Amerîkayê II

Share
Têbîniyên Amerîkayê II
şener

Ji berê ve tête gotin ko hirç hijî jinan dikin.

Xeberguhêz

Li Bakurê Amerîkayê, çîranoka dotmîra ku bi hirçekî re şû dike di nava eşîra gurgî yê Gitkateenan de tê qalkirin; rojek ji rojan dotmîr û hevalên xwe radibin xwe lêk didin û diçin daristanê ji bo tureşkan bidin hev, li nav daristanê belav dibin, dotmîr pêlî zibila hirçî dike û zivêr dibe, dide ber çêran, xeberên qebîh ji hirçan re dike. Gava keçikên eşîrê dikin vegerin gundî, zembîla dotmîrê dişike û li paş dimîne. Ji nîşka ve du ciwnamêrên çap î çeleng derdikevin pêşiyê, ji dotmîrê re dibêjin em dê te ji daristanê derêxin, welêwiha, ji dêvla ku dotmîra reben bibin gundê wê, dibin gundê xwe, ango Gundê Eşîra Hirçî. Îja, dotmîr wan qaneh dike ku bixwe jineke gelek bi hêz û qudret e, hasilî, bi lawê serekê eşîrê re şû dike. Bi hev re jiyaneke xweş derbas dikin, jinik du têjikên hirçî jî tîne dinyayê. Ji bextê reş, birayên dotmîrê di xewa zivistanê ya hirçan de bi ser şikefta wan vedibin, mêrê wê dişînin aliyê din û xwîşkê jî rizgar dikin… Di gelek hozên ciyawaz yên çermsoran de çîrokên pîroz yên bi vî rengî berbelav in; çi hirç bî, çi çeqel, çi eylo û çi xezal, di gelekan de qala wan ajalên ku diyariyeke girîng a mîna êgir dane mirovan, tê kirin, di yên mayîn de jî diyariyên wek zimên, pisporiya raw û nêçîrê, govendê, tew pevşabûnê… hemû ev tiştana, ajalan hînî me kirine, em bi xêra wan dijîn û heke em bimirin jî, dîsan bi xêra wan, di dilqekî din de vedigerin jiyanê.

Endamekî ji eşîra Dakelhê ya çermsoran ya li Kolumbîyaya Brîtanyayê wiha dibêje; “Em pê dizanin bê ajal çi dikin, pêdiviyên sivoreyan, hirçan, keşîne û ajalên din çi ne, çi ku pir ji mêj ve mêrên eşîra me bi wan re zewicîn û van agahiyana ji kebaniyên xwe yên ajal wergirtin. Îro ro, keşe ji me ne bawer in û dibêjin hûn derewan dikin, lê em ji wan baştir dizanin. Mirovê Spî li ser vî erdî hindik ma û derheqa ajalan de kêm agahî bi dest xist; em bi hezaran sal in ku li ser vî erdî dijîn û ajalan gelek tişt fêrî me kirin. Mirovê Spî her tiştê ku hîn bûye li defterê dinivîsîne ji bo neyê jibîrkirin û nede jibîrkirin. Bav û kalên me bi ajalan re zewicîn û dan ser şopa wan û e zanîn nifş bi nifş veguheztin.” [1]

Berî çendekî min di Hawarê de dît û careka din jî xwend, li jêr sernavê “Ji Ecebên Dinyayê – Hirçê Jindarêz” [2], nivîseke Xeberguhêzî çap bûye, tê de qala çîroka hirç û keçikeke gundî dike li Eqçedaxê (qezaya Meletîyê), bê çawan dilê hirçî ji nîşka ve ketiye keçikê, rabûye ew revandiye û biriye avêtiye binê şikefta xwe. Çîroka navborî li jêr e, werin em pêkve bixwînin:

Fatê û Hirç-Temsîlî

Ji Ecêbên Dinyayê:

Hirçê Jindarêz

Ji berê ve tête gotin ko hirç hijî jinan dikin. Di vê babetê de gelek çîrok hene. Nemaze di nav çiyayiyan de çîrokinin welê zehf in.

Vê paşiyê di Eqçedaxê de hirçekî keçek rewand [revand]. Li gora gotinê mesele hole qewimiye: Keçikeke gundi, bi nave Fatê, di rêlekê de dar dibirî. Ji nîşka ve hirçek lê derket. Bivênevê keçik zehf tirseha. Lê hirçê nehişt ko tirsa keçikê dom bikit. Xwe xiste nêzîngî wê û dilê wê rûnand. Jê re da sehkirin ko ji mêj ve hejî wê dikir û lê digeriya. Keçik himbêz kir û bir şikefta xwe. Bûka xwe tê de cih kir. Ji pelên dara jê re nivîneke bûkin raxist. Qederê şeş mehan bi hev re man. Zavayê dexisok jina xwe qet bi tenê nedihişt. Hero hima saetekê derdiket debara male dikir û dihat. Ji bûka xwe re goştê xav, hirmê û her texlît fêkî dianîn.

Lê rojekê hirçekî din bi wan hisiya û da şopa hirçê zava. Ji ker ve hat û xwe ji ber deriyê şikeftê teland û li hêviyê ma. Heta ko hirçê din digel selika xwe derket û da rê ko here sûkê. Hingê herdu berber dirêjî hev kirin û pev çûn. Mideke dirêj li hev xistin. Di wî çendî de dilê Fatê ji bîr ve çûbû.

Piştî demekê dilê Fatê di xwe kiribû der. Ji derve tu pêjn û deng nedihatin. Hêdî hêdî çû heta devê şikeftê û dît ko hirçan hevdu dirand û kuştibûn. Fatê bi hawarî xwe gihande gund û biserhatiya xwe ji xelkê re gilî kir. Lê nihêrîn û dîtin ko keçika reben avis mabû. Di zikê xwe de kutikekî şeş mehîn digerand.

Giyayê Mêşxwur

Giyayê goştxwur: Em mirov hem giyaxwur hem goştxwur in.

Hin heywan jî wek me ne. Lê piraniya wan an goştxwur an giyaxwur in. Yên ko giyayê dixwun goştî naxwun û yên ko goştî dixwun devê xwe nadin giyayê. Lê giya bi xwe ne wek me ne, ne jî wek heywanan e, rast bi rast ne giyaxwur ne goştxwur in. Awayê jîna wan weke din e. Herwekî ji me re nas e giya rehên xwe berdidin bin erdê û bi wan xwarina xwe dimijin û dijîn. Digel vê hindê di welatê Amerîkayê de giyayek heye wek gur û rovî rast bi rast goştxwur e, goştî dixwe. Ev giyayê ha giyayekî sipehî û bi kulîlk e, kulîlkên wan spî, bi mû nin zirav dor girtî ne. Hin hene kulîlkên ji jor ve qul û mîna devekî ne. Derxwînên wan jî hene. Mêş tên li wan datînin. Hingê kulîlk aveke hungivîn berdidin û mêşan tê de dixeniqînin, derxwunên xwe li xwe digirin û hêdî hêdî goştê nêçîrên xwe dihelînin û dadixwun.

Xeberguhêz

Hawar, Sal 1 Hejmar 18

***

Îlûstrasyonek ji kitêba The Blue Fairy Book

Çîrok û metelokên ku evîna teşabetekî (deremirov, yan jî nîvemirov û nîvelawir, kirêt, zordest û çavşikên) û jinekê – di wateya mêya ji tuxmê mirov de, di çanda popular de her tim bedew– berawirdî hev dike, helbet di folklora gelek gelan de cî girtine, bo mînak, çîroka di The Blue Fairy Bookê [3] de bi hirçekî boz dest pê dike, rojekê ji rojan radibe diçe li deriyê malbateke kesîb (hema ji gur birçîtir, ji mar tazîtir in) û qerebalix dixe, hirçê me bi ehd û wehd bazarî bi zilamê malê re dike heke delaliya malê bidiyê, dê wan bi serwet û samanê xelat bike. Bav ku minêkar e, dixwaze gavek berî gavekê pişta xwe rast bike û keça xwe bidê hirçê boz –hesta sûcdariyê!? Na, mêrik bi tu teherî nakeve teleyê–, lêbelê keçik hîç ew dil nîne wekî rabe û bi hirçî re here, piştî ku bav û hirç bazara xwe dibirrin, ji bêgavî –behitî, hêvîşikestî û çoklêşikestî– li pişta hirçê boz î bi dev û ziman siwar dibe û berê xwe didin bakur. Rewişt û reftarên ajalan yên li hemberî mirovan jî ne wekî hev in, di vê çîroka Îskandînavî de hirç ji bo berjewendiya xwe tevdigere, her weha bavê keçikê jî, di vê zincîreyê de tişta kêm, bîr û baweriya li hêza ajalan e, çi ku di dab û nerîtên welatên bakur de ajal, ne ji bo ragihandin yan veguheztina bîr û baweriyan e, bi tevî ku ji bo parvekirina çîrokine takekesî bên bikaranîn jî, di çîrokên wan yên sefernameya peydabûnê de cî nagirin.

Îlûstrasyonek ji kitêba The Blue Fairy Book

Di dawiya salên 80yî de neserxêrê gava televîzyona Roma Reş bi du qenalan weşan dikir, bi navê Guzel ve Çîrkîn (Beauty and the Beast) [4] di TRT2yê de rêzefîlmekê dest pê kiribû, ez jî bînereke ji bîneran bûm, çîrok li ser pêwendiya navbera Vincent (Ron Perlman)û Arîkara Dozgêrrê Herêmê ya New Yorkê Catherineê (Linda Hamilton) ava bûbû, herçî Vincent bû, ew mirov-cinawirekî zadegan î efsanewî bû, di stargeha xwe ya di binê erdê de li gel komeke ûtopîk –ku ji civakê hatibûne vederkirin– dijiya.

Ji rêzefîlma Beauty and the Beast

Rûçikê Vincentî seyr bû, ji hestiyê wî yên hinarikê bigire heya poz û dev û çav û qorta çav û enî, ji anatomiya serê şêrekî hatibûne sêwirandin. Wek ku di çîroka yexsîra Fatikê de jî amaje pê hatiye kirin, şertê ewil parastin bû, ango parastina jinê, çi bi darê zorê hatibe revadin çi bi dilê xwe bi dû ketibe, jin ji parastinê re bû. Ka em bînin bîra xwe, Biroyê Dengbêj î ku serlehengê romana gorbihûşt Mehmed Uzunî ye, kor e, li ber çavê seydayên xwe pariyek jî tiredîn e, di heman katê de peyayekî nîvçe ye, nîvçav e, nîvêzidî, nîvmisilman, nîvfile, nîvcihû, nîv ji vir, nîv ji wir e, [5] fenanî aferîdeyê Victor Frankêştaynî ye, di ezmûngehê de ji parçeyên cûrbicûr yên laşên mirovan hatiye xuliqandin, Biro, benderûhekî çêkirî ye. Ne têheva (yekûna) tiştekî ye! Hema bêje nîvê hertiştekî ye, belkî ne tam nîv e jî, ew, yekî temamnebûyî ye, projeyek e, lê ji ber çi, ji ber çi Biro ji hemû ol û ayînan, ji mezheban, ji xewn û xeyalan, ji bîr û hişan, ji yadgarên ciyawaz, ji siyên mirovên ku qet wan bi çavên xwe nedîtiye hatiye pê? Çi ku ew kurd e û kurd, li gor hişûbîra nivîskarê modern –dinyadîtî–, jixwe divêt kêm be yan navê kêmasiyekê be, heke pêkan be, xwe paşê, hino hino –ji nû ve û ji nû ve û ji nû ve– çê bike, bi şer û pevçûn û evîn û xiniziyê… Bêguman, nivîskar, di vê nojdariyê de para mezin dide lebatê mêraniyê;

“…Teresê hacetê min ko hingê min û Gulîzerê jê re digot ‘bilo’ mîna lingê sêyemîn ê Apê Xelef serî rakiribû. Min şeqamek avêtiyê û jê re got, teres, ma tu bûyî lingê sisiyan ê Apê Xelef ko tu weha, biwext-bêwext, derpiyê min diqulipînî ser konekî spî yê koçeran? Ma te çu fedî û ar nîn e?”[6]

Esmeralda û Qûasîmdo

Alegoriya evîna ‘Sipehî û Kirêt’î –çi platonîk çi dilbidil– (Evîna Biro û Esterê, Esmeralda û Qûasîmodo, hirç û Fatika reben) her û her bi tiştine balkêş î nû tête geş û gurrkirin. Di vê mijarê de ez jî fena John Hoyer Updikeî difikirim, ku ji çîrokên periyan re dibêje; “televîzyon yan jî pornografiya demên piçûkaniyê”, çîrok û metelokên dramatîk yên bi vî rengî wek pêdiviyekê derketine holê û di nava gel de belav bûne, rast e, lêbelê gelekên wan ne li gorî têgihiştina piçûkan in, tew hin ji wan serî ji serederiya me jî distînin, di şevbihêrkan de… di van çîrokan de mêr ne sotiyê jinan in, berevajî, jin dawpîs û fenbaz in. Perdeya di navbera mirov û ajalan de, wekî ku di çîroka Xeberguhêzî de derdikeve pêş, bi hêsanî tê rakirin; çi gava Fatê xwe bi hawarî digihîne gund û serpêhatiya xwe ji xelkê re ta bi derziyê ve dike, dibînin ku keçika reben ducanî ye û di zikê wê de kutikekî şeşmehî digere.

Wêneyek ji fîlma Little Shop Of Horros

Bi çîroka hirç û keçikekê dest pê dike Xeberguhêz, dû re –di beşa duduyan de– regezê mirovî û yêt ajalan berawirdî hev dike, agahiyên polênkirî dide me; çi ka yên goştxwur û yên giyaxwur kîjan in, ji wir jî derbasî regezeke din dibe; qala giyayekî ku mêş û mûran dixwe, dike. Di fîlma Little Shop of Horrors [7] de (bi produksiyona nû; 1986, Derhêner: Frank Oz) kulîlkfiroşek bi ser giyayekî mêşxwur î bi navê Venûsa Mêşxwur (Dionaea muscipula) ve dibe bê çawa çêja xwîna mirovan jê têt, welê ku mehdê meriv jê diqelibe. Bi tevayî pevxistî (nîgaşî) bin jî, di her du fîlman de jî mijar, li dora diwaroja mirovayetiyê digere wekî çawan ji aliyê giyayekî qaşogiravî bêguneh û neziyander ve (yên di malan de em wan bi nan û av dikin) rojekê ji rojan têne daqurtandin, bi min jî ne hewce ye em zîn li kêçê kin, seba vê pevbestinê welweleyê rakin, yan xewê li xwe jî û li dergistiya xwe jî biherimînin. Belam heman tişt, ji bo mêş û mûr û pîrikên belengaz nayê gotin, ew yên ku lezelez vediguhêzin û dibin firavîna giyayên mêşxwur, nexwarî nevexwarî! Li gor Ensîklopedyaya Brîtanîkayê giyayên mêşxwur (yan jî kêzxwur), wek giyayine ku xasma ji bo mêş û mûran zeft bikin û bidehînin werar bûne, ew jî bi saya serê taybetmendiya xwe ya davikdanînê, dek û dolaban yan fen û fûtan.

Heye ku bi tevayî qala Amerîkayê dike, “hingê Amerîka aveke hungivîn berdide û mêşan tê de dixeniqîne, derxwunên xwe li xwe digire û hêdî hêdî goştê nêçîrên xwe dihelîne û dadixwe.”

Têbînî:

[1] Jêwergirana Abraham David Abramî ya ji ‘Becoming Animal’ê.

[2] Bnr. Ji Ecêbên Dinyayê, Hirçê Jindarêz, Xeberguhêz, Hawar, Sal 1 Hejmar 18, 27 Adar 1933, Çapxana Tereqî, Şam, 1933.

[3] Berhevoka pêşîn ji aliyê du folklornasên Norwêcî ve (Peter Christen Asbjørnsen û Jørgen Engebretsen Moe) di sala 1845an de li jêr nave East o’ the Sun and West o’ the Moon çap bûye, di sala1889an de jî Andrew Lang vê berhevokê li jêr navê The Blue Fairy Book çap kiriye. (t.n.)

[4] Beauty and the Beast, ku wek rêzefîlmeke televîzyonê ya fantazî-dramayê hatiye kategorî kirin, cara êwil ji 25ê Îlona 1987an heya 4ê Tebaxa 90î di CBSê de weşiya.

[5] Bnr. Hawara Dîcleyê, Mehmed Uzun.

[6] Heman roman.

[7] Little Shop of Horrors, 1960, Derhêner: Roger Corman.

Read more