Têbîniyên Amerîkayê III

Share
Têbîniyên Amerîkayê III
Şener ozmen

Rikdarekî kubar: Kanî Xulam

(…) Di rê de rastî peyayekî reşik hatim, bi meraqdariyeke mezin hat pêşiya min û bi heman meraqdariyê pirs ji min kirin, wekî ez kî me, seba çi dimeşim, ji ku têm û derim ku derê. Got qey ez gerrok û meşkarek im, tew, got ez jî ji meşê û werzîşê hez dikim, min jê re ta bi derzîyê ve kir û sedema meşa xwe, Peymana Lozanê bi hûrgilî jê re vegot, min qala gelê Kurd û neheqiya ku li gelê kurd hatibû kirin kir, kabira rabû qala lawikê xwe ji min re kir, got li Iraqê leşker bû, Kurd ji ber hindê nas dikirin. Xwest piştgirîyeke darayî jî bide min û got ez ê we bişopînim. Me çend wêne jî bi hev re girtin. (Kanî Xulam)

Kanî Xulam dimeşe

Ji xwê ber bi azadiyê ve…

Çîrok li dû dîrokê dikevin, dîrok li dû çîrokan… bi qasî ku dizanim, di bin karîgeriya ingilîzan de hem komkirin û hem jî firotina xwê ji hindîyan re hatibû qedexekirin. Brîtanya li ser vê xurekîyê xwedî pawan bû û bacên gelek giran danîbû ser. Gandhi, di sala 1930an de, ji bo deranîn û firotina xwê, piştgir û hezkirên xwe anîn ba hev û dest bi meşa xwe ya dîrokî kir. Bêhtirî 60.000 hindî, di vê çalakiyê de bi destê ingilîzan hatin desteserkirin. Çalakî wek çalakîyeke nimûneyî –ji ber taybetiya xwe ya derî tundîyê û li dijî tundîyê– kete lîteratûra serkêşiya şarî (civil disobedience, bi tirkî sivil itaatsizlik, n.n.). Xwê û bazara wê ji bo hindîyan xurekîyeke girîng bû. Xwepêşendana Gandhiyî heya rê li ber guftûgoyan venekir, bi dawî nehat. Hindistan heta 1947an jî azadî bi çavên seriyan nedî, lêbelê xwê û salt satyagraha (marqeya wî ya serkêşiya şarî), hişt ku bi çavên yekî hêzdar û efsûnî li Gandhiyî binêrin. Bizava Gandhiyî –Martin Luther King Jr. jî di nav de–, ji bo çalakgerên sivîl li dinyayê gişî bû mînakeke sereke ya derî tundîyê.

Gandhi

Taybetiya serkêşiya şarî

Ramana serkêşiya şarî û kêş û vekêşên li ser wê, di berhevoka ‘Kamu Vicdanına Çağrı - Sivil İtaatsizlik’ê de –ku ji aliyê hin dîroknasên ramyarî, çalakger û ramanvanên bijarte yên wekî H. Arendt, R. Duworksin, J. Habermas, J. Galtung, M.L. King, H.  Saner, J. Rawls û H.D. Thoreauyê ve hatine nivîsîn, li der û dora hizreke gerekîbar (bivê nevê) digerin; xasma jî di gotara John Rawlsî de amaje pê hatiye kirin ku serkêşiya şarî, çalakiyeke gelemperî, anku agedarkirî ye, li gorî Rawlsî çalakî (serkêşiya şarî), ne bi tenê xwe dispêre rêgezên gelemperî, her weha, bi awayekî vekirî (ne bi dizî, berevajê vê bi aşkerayî), bi qasî ku ji hêla raya gel ve bê têgihîştin, divêt ron û aşkera be jî. A duduyan, digel sedemên wê yên din, divêt serkêşiya şarî ji zordestiyê bi dûr be, xasma jî ji zordestiya li hemberî mirovan. Lêbelê, ne ji bo ku wek prensîb ji zordestiyê dikerihe, bi sedema ku zordestî derbirana helwesteke mîsoger e, xwe jê dide alî. Çi ku çalakiyên zordestiyê yên ku mirovan diêşînin yan ziyanê didin wan (wek çalakger li laşê xwe jî, n.n.), bi xisletê banga serkêşiya şarî re li hev nagunce. [1]

Dayîkên Şemîyê û Îsmaîl Beşikcî

Wergêrrê berhevokê, di pêşgotina [2] xwe de (li ser kêş û vekêşên Rawlsî) têgeha serkêşiya şarî wek çalakîyeke nerewa (derqanûnî, îlegal) şirove dike, li gorî wî çalakiyên bi vî rengî, di qonaxa xetimîna lêgerîna maf û dadmendiyê de derdikevine pêş, çi gava li hemberî kir û kiryareke nedadwer hemû rê û dirbên rewa tên ceribandin û êdî tu rêyên din yên rewa namînin, hingê serî lê tê dayîn. Mînaka ku dide jî, Dayîkên Şemîyê ne, hem ji ber ku li pêş çavê raya gel e û hem jî berpirsîyarîyeke wê ya siyasî û dadmendî heye. Mînaka din jî –Lale Mansur di hevpeyvînekê de ya ku bi birayê xwe Şanar Yurdatapanî re kiriye, peyva “rikdarên kubar”[2] bi kar tîne– zanyar, civaknas û çalakger Îsmaîl Beşîkcî ye.

Nigger! Nigger! Nigger!

Habermas jî, derbiranên John Rawlsî yên derbareyê serkêşiya şarî bi nêzîktêdayîneke menend dinirxîne, bi vî awayî: yek; divêt çalakî çalakîyeke sincî be, a duduyan, divêt berbînbar (predictable, bi tirkî öngörülebilir) be, ji lewre çalakîyên neberbînbar (unpredictable, bi tirkî öngörülmez), ne sincî ne jî. Habermas, hişyarîyekê jî dide me; serkêşiya şarî, encax di dewleteke hiqûqî de dikare karbarîtiyê bigire, berevajî şervanên têkoşînê (peyvên wî ne, n.n.), kesên ku destûran bin pê dikin, di heman katê de meşrûtiya demokratîk a pergala heyî û dadmendiya wê jî qebûl dikin. Di vir de, em dişên serî li nêzîktêdayîna Martin Luther Kingî bidin ku Dr. King, di nameya xwe de dibêje; “Kesê ku dixwaze zagoneke nedadwer bin pê bike, divêt vê yekê bi awayekî aşkera û bi hezkirinê (ne bi kîndariya dayîkên spî yên Orleansî yên di televizyonê de didin ber qîr û qîjan; Nigger! Nigger! Nigger!) bike û divêt berpirsiyariyê hilde ser milê xwe û xwe amedeyî cezayê jî bike.” [4]

Martin Luther King, di meş û xwepêşandana li Washington DCyê

Beqên din yên bira…

Aya bi serê xwe hezkirin, dikare aloziyên me yên “mêjûyî” û yên “binyatî”, ku wek qîr û ziftê bi hişê me ve mane, safî bike? Gelo em dişên di vê qîr û qîyametê de ku dê weledê xwe davêje, bi bîr û boçûnên Gandhiyî ranêzîkî xwe û pirsgirêkên heyî bibin? Bi çalakiyên sivîl û takekesî, em dişên di vê qonaxê de rê bibirin, dengê xwe bigihînin dinya û alemê? Zehmet e mirov li ser wan tiştan şoran bike yên ku heya roja îro nehatine (yan şaş hatine, yan ji armanca xwe bi dûr ketine, hatine bidûrxistin û hwd.) ceribandin, bersiveke têrtijî bide. Zehmet e wekî em tîreya (cult) mirinê û xwekuştinê bi derbekê re ji nava xwe rakin (keşeyekî Budîst î Viyetnamî, di sala 1963yan de ji bo protestokirina kirariyên li hemberî Bûdîstên li Başûrê Viyetnamê, li Saygonê, di nîveka kûçeyekî de êgir bi laşê xwe xist û bi vê çalakiya xwe cureyeke protestoyê ya siyasî afirand. Wek gelek cureyên xwekuştinê, derket holê ku xwesotin jî vegir e, ango kotî), mirina ji bo azadî û aramiya beqên din yên bira. [5] Lê ne nepêkan e jî, ne bêçûne ye jî. Wek dibên, Xwedê yek e dergeh hezar.

Mele Mistefa Barzanî

Meşa Mele Mistefa Barzanî

Bi kurtayî be jî, divê em qala Meşa Dirêj a Mele Mistefa Barzanî (Bavê Mezin) jî bikin, bê çawan di Çemê Arasê re derbas bûye û bi çendek pêşmergeyên xwe yên qehreman, serî li artêşan hildaye û derbasî Ûrisetê bûye. Kurtemêjûya kurdan eve ye.

Azadî dergehek e lêbelê tirsa ji azadiyê –û ji hişê azad–, kilîda li ser wî dergehî ye.

Pirseke şewatker dike Pessoa di Kitêba Bêhizûriyê de, “Di nihayê de çi heye?” û tişta ku dibine, jê re –û ji me re– dibe bersivek ji pirsê kambaxtir; “Li miqabilî min bes nihayeke hişkobiringobûyî heye, ya ku bi dîwarekî diltengiyê hatiye dorpêçkirin. Aliyê din î çêm, li gorî ku ez li pêşberî wê me, ji binî ve ne keviya li vê hêlê ye, tekane sedema êş û janên min jî ev e. Serê vê hevokê jî heye; “Yek ji wan rojan de me, yên ku tu carî nebûme xwediyê xwe û pêşerojekê. [6]

Gelo mirov çima ji azadiya xwe bitirse?

Bersiva pirsê, di Pedagojiya Bindestan de, di ser tirsa ji azadiyê re hatiye dayîn; herçî mirovên wehakîno ne, di vê mijarê de qisûr nayînin ser xwe, kes nikare bêje serê sola te xwar e, bêhtir xwe wekî piştmêrê azadiyê –carinan bêageh– pêşkêş dikin. Mêjûya me ya siyasetê –di heman katê de ya hebûnê–, tiştekî din dibêje ji me re, em kurd tim û dayîm ji bo azadiyê têkoşîyane, bêguman wisa ye, lê kes heya niha ji nav me ranebûye (heye ku ji ber vê baweriya me ya berdewamkî, me wisa pişt bi vê yekê ve girêdaye, hew tê gotin) û ev pirs ji xwe nekiriye; digel wesfên ku me xwe bi xwe dane xwe û çend hezkiriyên me jî em nolî ‘cemawereke têkoşer’ bi nav kirine, gelo dibe ku em jî ji azadiyê bitirsin? Ji pêşerojê? Dibe ku li miqabilî me jî ‘niha’yeka hişkobiringobûyî hebe û bi dîwarekî diltengiyê hatibe dorpêçkirin. Diltengiya ji siyaseta heyî, diltengiya ji nexşerêya rizgarkirina hertiştekî… li her derî qêrînên dûrişmeyên azadî û demokrasîyê, li hûndir û li derve, bêtehamûliya li hember bîr û boçûn, kir û kiryarên ciyawaz.

Zincîreya hestan…

Foucault, gava li ser takekesîtiya Roussseauyî şorindan dide, qala du aliyên hestiyariya wî dike; zayîna takekesîtiyê, rajorî şemûka dîtinbariyê, xwebûneke ku bi zelalî hatiye penasekirin û berzkirina jiyana hestiyarî. Çi ku ev herdu alî, di têkiliyeke ravekirinekê de ne. Ew bixwe weha amaje pê dike: Bes rêbereke min heye wekî nexş lê daynim, ew jî zincîreya hestan e, hestên ku mohra xwe li pişta werariya hebûna min xistine û bi vî awayî, di ser rola sedem û encamê re, kariye ku rûdanan di bîra min bixe. Herçî ez im, bextreşiyên xwe zû bi zû ji bîr ve dikim, belam, ez xeletiyên xwe ji bîr ve nakim, ca hestên xwe yên berra qet. Bîreweriyên van, gelekî giranbiha ne hindê ku neşêm ji dilê xwe derînim. Dişêm rûdanan ji bîr ve bikim, dişêm rêza wan biguherînim yan jî di tarîxên wan de şaşiyan bikim; lêbelê ez di hestpêkirinên xwe de şaşomaşo nabim, herçî hestên min in, ez di vê mijarê de şaşwaz nabim, yên ku dikin ez vê yekê pêk bînim; va ye ev in mijarên bingehîn yên çîroka min. [7]

Kanî Xulam di rê de ye

Û em bên ser mijara bingehîn a vê nivîsarê…

Kanî Xulam, rewşenbîr û çalakgerê kurd î li Amerîkayê dijî, bêyî ku ji ‘azadiyê’ û ji ‘pêşerojê’ [û ji têfikirîna van herdu peyvan] bitirse, bi hêvî û xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe, bi biryareke takekesî û bi tena serê xwe, ji bo bala Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya Amerîkayê (her weha raya gel a Kurdan) bikşîne ser bidestxistina mafên kurdan, bi çentepişta xwe ya soxîn bi Alaya Rengîn niviştkirî, digel hestên xwe yên mohra xwe li pişta werariya hebûna wî xistiye, rê bi rê, qonax bi qonax, dever bi dever, berev armanca xwe ve dimeşe; Xulamî, di 1ê Tîrmehê de ji Lincoln Memorialê (Washington, DC) dest bi meşa xwe ya ji bo rûmet û azadîyê kir û li gor bernameya wî ya meşê, dê di 24ê Tîrmehê de –bi boneya 100 saliya neserxêrê Peymana Lozanê– bigihîje Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li dilê New Yorkê.

Nexşerê

Xulam, di vîdyoya xwe ya di 19ê Gulanê de li ser hesabê instagramê ya take_a_kurdistand de (bi navê wê yê din AKIN, American Kurdish Information Network) parve kiribû, sedem, armanc û hêviya xwe ya ji vê meşê weha bi lêv dikir;

"Silav hevalino, spas ji bo temaşekirina vê vîdyoyê. Ez Kanî Xulam, kurdek im, yek ji wan kesên bêwelat im ku li dora 50 milyonî ne. Di heman katê de ez yek ji rêkxerên rêxistina Long Walk For Freedomê (Meşa Dirêj a Ji Bo Azadiyê) me. Em di 1ê Tîrmehê, roja Şemîyê dest bi meşa xwe dikin û di 24ê Tîrmehê roja Yekşemê bi dawî tînin… Kêla bîrê ya Lincolnî ya li Washington DCyê, dê bibe navnîşana me ya destpêkê, Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê jî, dê bibe navnîşana me ya dawîn ya ku em dixwazin xwe bigihinînê. Armanca me ew e ku em di dilê avakar a Amerîkayê re derbas bibin. Dupatkirina têkoşîna Kurdan armaca me ye. Tebatî bi me nakeve wekî em dê seriyek li Philedelphiayê jî bidin ya ku azadî jê zayîye.

King û Gandhi, ji bo civakê veguherînin, hezkirina bêşert û şirût danîn pêşiya xwe, ji bo sînorên rûmet û azadiyê berfirehtir bikin, êşên giran kişandin…"

Xulam, gava bersiva pirsekê ku di jûra dembihêrkê de jê tête kirin (5ê Tîrmehê), weha dide;

“Ev pirsa te baş e, mirov dikare mînakan li ser bide, tu dinêrî ne pirsgirêkeke îroyîn e, bîst sal berê jî hesûdî û çavnebarî di nava me de hebû, çil sal berê jî hebû, şêst sal berê jî … em bibêjin wexta tu kitêbên Bedirxan dixwînî, camêr gilî û gazinan dike… dermanê vê zanebûn e, dermanê vê li gorî dîtina min azadî ye, em çiqasî hiş-azad bin, jîr û zana bin, rihet bin û karibin nîqaşan bikin, em dê bi pêş kevin. Vê meseleya durûtiyê divê em ji nav xwe rakin, li ba min her kurdek mirovekî hêja ye, her kurdek mirovekî delal e, her kurdek ji bo me sermîyanek e, divê em van hestan, vê baweriyê xurt bikin, em karibin tîtîka bikin zer û zîv, heke em van pêk bînin em dê bigihîjin armanca xwe. Mirovên zana hebin, hingê Kurdistan xwe bi xwe ava dibe, bi tuxleyên ku agir neavêtine binî, xanî ava nabin, bibin jî zû hildiweşin. Ji me re mirovên zana, dilbawer divê, ev bi durûtiyê jî, bi zordestiyê (di wateya otorîteriyê de) jî nabe. Li dîroka Amerîkayê binêrin, di şoreşê de, ji bo azadiya Amerîkayê ne bi tenê kesek îmze avêt. (…) Pirsa kurdan pirsa me ye, em çi bikin çi nekin, ev heqîqet ji holê ranabe, divê em vê pirsê çareser bikin. Ez li vir xwendekar bûm, derfetên min hebûn, diçûm zanîngehê, peyayekî miraqdar bûm, gelo dewletên din çi dikin, pergalê çawa bi rêve dibin, çawan li ser piyê xwe disekinin û çima gelê me di vî halî de ye? Ez bi şev roj dihizirîm û ev çalakiya hanê hat hişê min, min xwe ji xwe re got divê ez vê pêk bînim, ev ji bo min ferzek e…”

Kanî Xulam li malekê mêvan e

Dîsan Xulam, bi pûtepêdanî û bi pêdagirî li ser rikmendî, hêrs û dijminatiyê radiweste ku çalakiya wî ne li dijî gelan e (xasma jî li gelê tirk), gelên ku kurd xistine vî halî, gelên ku berpirsê vê meseleyê ne.

Çalakiya Kanî Xulamî ji vir û şûn de çalakiya her kurdekî ye.

***

Ji bo agahdariyê lînkên ku di malepera kurdistan.orgê de hatine parvekirin li jêr in:

Meşa ji bo azadiyê:

https://kurdistan.org/meseki-ji-bo-rumet-u-azadiye/

Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re:

https://www.congress.gov/members/find-your-member

Ji bo piştgirîyê:

https://go.rallyup.com/awalkfortolerance/Campaign/Details

Gotara Kanî Xulamî ya li ser Youtubeê:

Têbînî:

[1] John Rawls, Sivil İtaatsizliğin Tanımı ve Haklılığı, r. 59, ji berhevoka Kamu Vicdanına Çağrı / Sivil İtaatsizlik, H. Arendt, R. Duworkşin, J. Habermas, J. Galtung, M.L. King, H.  Saner, J. Rawls, H.D. Thoreau, Ayrıntı, ji Almanî: Yakup Coşar, Çapa Yekan: Çile 1997

[2] Önsöz: Sivil İtaatsizlik, Yakup Coşar, r. 9.

[3] Kibar inatçılar. Heman berhem. (n.n.)

[4] Birmingham Cezaevi’nden Mektup, Martin Luther King, r. 192. Kamu Vicdanına Çağrı / Sivil İtaatsizlik, H. Arendt, R. Duworkşin, J. Habermas, J. Galtung, M.L. King, H.  Saner, J. Rawls, H.D. Thoreau, Ayrıntı, ji Almanî: Yakup Coşar, Çapa Yekan: Çile 1997

[5] Ji nîşka ve Merheba Beqên Hevrê (Merhaba Yoldaş Kurbağalar) a Nevzat Çelikî tê û dikeve bîra min. (n.n.)

[6] Mário de Sá-Carneiro’ya mektup, Huzursuzluğun Kitabı, Fernando Pessoa, Weşanên Can, Çapa 1. 2016, Wergêr: Saadet Özen

[7] Kendini Bilmek, Michel Foucault, Huck Gutman, Patrick H. Hutton, tirkîya wê: Gül Çağalı Güven, Om Felsefe, 1998.

Read more