Têbîniyên Amerîkayê - IX: Dewlet wek li hemberî katalogan

Share
Têbîniyên Amerîkayê - IX: Dewlet wek li hemberî katalogan
WÊNE-NÛÇE MEM ARTEMÊT

Berra jî ji bo dewletekê hunera hevçerx ya ku di nava derdoreke teng de digeriya, hinde girîng bû? Dewletek ji ber çi pûte bi hunera kurdan dikir? Bi ser halan de jî bêdewlet?

***

Di van rojên dawî de, rojeva hunermendên hevçerx û rexnegirên hunerê yên tirk bi daxuyaniyekê Desteya Rêveber a Weqfa Çand-Hunerê Ya Stenbolê [1] (İstanbul Kültür-Sanat Vakfı) serobino bû, li gor daxuyaniyê, hijdehemîn edîsyona Bîenala Stenbolê ya ku bi piştgiriya sponsorê Bîenalê (2007-2036) Koç Holdingê û ji aliyê İKSVyê tê lidarxistin, dê di navbera 14ê Îlonê -17ê Mijdara 2024an de deriyên xwe ji hunerhezan re vekira. Dîsan, li gor daxuyaniyê, kuratoriya bîenala bê jî, dê ji aliyê nivîskar û mêjûnûsa hunerê ya ingilîz Iwona Blazwick bihata birêvebirin. Di daxuyaniyê de (diyar e ji devê xameya Gerînendeyê Giştî yê İKSVyê Görgün Tanerî darijiyabû), Görgün Taner kêfxweşiya xwe ya ji vê helbijartinê û ji biryara Blazwickê bi van gotinan anîbû zimên, “Em di wê baweriyê de ne Blazwick ji ber pisporiya xwe ya di vê qadê de û ji ber pêwendiya xwe ya dirêj ya bi Bîenala Stenbolê re, dê bîenala 2024an bi awayê herî baş bi rêve bibe.” [2]

Kuratora nû ya Bîenala Stenbolê Iwona Blazwick

Daxuyaniya İKSVyê û bêgûman helbijartina Iwona Blazwickê, di medyaya hunerî ya navnetewî de jî bi cî girt; bo mînak, The Art Newspaper (navenda wê li New Yorkê ye), ev geşedan ji xameya Cristina Ruizê, bi vî sernavî ragihand; Istanbul Biennial rejected curator recommended by advisory board in favour of Iwona Blazwick. [3] İKSVyê ya ku Bîenala Stenbolê li dar dixe, ji lijneyeke ku ji pispor û şêwirmendên navnetewî hatiye pê, pêşniyaza pîşandina Defne Ayasê –ku li Tirkîyeyê ji dayîk bûye û li Berlînê dijî, bi yekdengî red kir. Her weha Kaya Genç di Art Reviewê de bal kişand ser “zelaliya” Bîenala Stenbolê û cî da gotinên Görgün Tanerî jî; “Biryara helbijartina Stîya Blazwick li ser saloxdayîna Desteya Şêwrê ya ku ji aliyê İKSVyê ve nehatibû qebûlkirin, ji hêla İKSVyê hatibû stendin. Divêt bê zanîn ku Desteya Şêwrê dikare qewîtiyên ku tu girêdana wan nîne, bide, İKSV dikare ji van qewîtiyan serbixwe tev bigere.” [4] Yêd mayîn jî gilîgazincên cimaeta hunerî ya li Stenbolê bûn, yên ku bêhtir wek bertekine takekesî derdiketin pêş.

Defne Ayas

Li gor nivîsara rexnegirê hunerê yê tirk Osman Erdenî ya di Politik Yolê [5] de, Ayas, ji bo edîsyona bê, ji layê Desteya Rêveber ve (kesayetên wek Iwona Blazwick, Yuko Hasegawa, Agustín Pérez Rubio, Selen Ansen, Sarkis tê de bû) ji nava çar berendaman wek baştirîn berendam hatibû helbijartin. Erden, di nivîsara xwe de qala sansûrekê jî dike, ya ku li kataloga hunermendê Ermen yê naskirî Sarkîsî hatibû kirin.

Gava Defne Ayas û Sarkîs di civîna çapemeniyê de (ya li hêwana İKSVyê hatibû li dar xistin), derketibûn ser dikê, ez jî wek hunermendekî beşdar li wir bûm, piştî civînê Sarkîs bi destê min girtibû û em dûvedirêj li ser beşdariya wî ya li bîenalê û kêş û vekêşên temsîlê peyivî bûn. Bîenala 56emîn, dê bi her awayî zehmet bûya, kêşeya Ermenan zindî bû, Hrant Dink hatibû qetilkirin, hevsera wî Rakel Dink bi nivîsarekê beşdarî li kataloga Sarkîsî ya bi navê Respiro[6] kiribû (Osman Kavala, beriya ku bê girtin gelek hewl dabû wekî Respiro bînin li Diyarbekirê jî bidin nîşandan û karûbarên danûstandina bi Sarkîsî re jî ji min tika kiribû), ku hingê Defne Ayas jî wek kuratora Pawyona Tirkîyeyê Ya Bîenala Venedîkê hatibû helbijartin.

Respiroya Sarkîsî

Bêguman we texmîn kir, nivîsara Rakel Dinkê ji bo Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkîyeyê, nivîsareke neqelbûlbar bû, wezaretê di cî de midaxaleyî pêşengehê kiribû û rê nedabû wekî katalog di henga pêşengehê de (û piştî pêşengehê jî) li Venedîkê (û li tu deveran!) bê belavkirin. Ew sal, di heman katê de 100. Saliya “komkujî”yê bû. Nijadperestên tirk jî (ne hewce ye ku bibin ultra) êrîşî beşdariya Sarkîsî û nivîsa Rakel Dinkê kiribûn, lê li hember piştgiriya dewleta xwe zimanê wan kin bû, di nîqaşan de ne hinde tûndûtûj bûn, bi tenê di nava xwe de enene dikirin wekî çawan dewleta wan di çalakiyeke hinde girîng de piştgirî dida hunermendekî ermen û kataloga ku bi budçeya dewletê û sponsorên ku navika wan bi hev ve bûn, hatibû çapkirin, ya ku tê de bi awayekî “bêperwa” qala komkujiya ermanan (hem jî ne carek ne du caran) dikir. Helbet, hikûmetek dikare ji bo bi awayekî nerasterast hunerê sansûr bike, fonan bi kar bîne. Hikûmetek dikare bi qasî ku piştgiriyê bide kar û barên hunerî, bi redkirina budçeya projeyan re, bi awayekî nerasterast hunermendan jî sansûr bike yan bi rêyên mafyatîk hewl bide pêşengehan jî bide girtinê. Bo mînak, nijadpersetên tirk, di van demên dawî de êrîşî pêşengehên li Feshaneyê kiribûn û ji ber fînansekirina pêşengehên mustehcenî û berhemên ku LGBTQIAyê han didan, gef li Şaredariya Mezin Ya Stenbolê xwaribûn.

Komeke nijadperestên tirk li pêşberî Feshaneyê ne

Ayas, li hemberî kartêkirina dewletê, awayekî ji awayan katalog jî dabû nîşandan, hem jî di henga vekirina pêşengehê de! Di nivîsara navborî ya Rakel Dinkê de ev gotinên dilsoj cî girtibû; “Kujeriya ku di 19ê Rêbendana sala 2007an de qesta canê delalê berdilê min kir, ew kêlîk e ya ku ez hest bi zextên nezelalîyê, tarîyê, qederê û kerba kûr dikim. Kêlîka ku ehd û wehda Rab Hisûsî bi bîra min tê: ‘Di wê kêlîkê de bi te re me, çi gava qidûm li te şikestin. Hêza min dê di te de nûma bibe.’ Ev êşeke wisa giran e ku; bi vê êşê re êşên Komkujiya Ermenan ya sala 1915an û êşên hemû bêgoran û windayiyên ku nehatine yadkirin bûn yek û sînor ji êşê re neman.[7]

Lê çima ev nivîs? Na, ez qala a xwe dikim! Çimkî di dirêjahiya vê kambaxa hunera hevçerx ya navend-Diyabekirê de (ku hîn jî nebûye hunereke hevçerx ya kurdewar) di çend pêşengehên xwe yên navnetewî de (qala yên li Tirkîyeyê û Diyarbekirê nakim) çend caran tûşî gilîgotinên gefwarî yên balyozên dewletê hatibûm ku piştikşikestîyek ji wan, nerazîbûna xwe ya ji berhemên min bi bi zimanekî til û bi gef û gurrê nîşanî min dabû. Karbidestê payebilind, bi hênceta navê Diyarbekirê (çima ku di kataloga pêşengehê de Diyarbekir, wek bajarekî kurdan hatibû nivîsîn û qaşogiravî ez ji wir hatibûm), pûte bi min kiribû û rabûbû ji dewleta dereke telefonî min kiribû wekî dê hewl bidin wê peyvê ji katalogê derêxin.

Bêçûne bû helbet, peyva kurd ji katalogê nehatibû derêxistin û balyozê ciwan î nijadperest, bi dergistiya xwe ya mamoste re hatibû pêşengehê, bêyî ku bi alî jûra ku berhemên min yên vîdeoyê li wir dihatin nîşandan, biçe, qederek bi berpirsên pêşengehê re peyivîbû. Bi vê jî bi dawî nehatibû kêşeya kurdbûyînê, hingê hin zankoyên li Tirkîyeyê, qaşogiravî sponsorê lingê duyemîn yê pêşengehê bûn ya ku dê li hin bajarên Tirkîyeyê jî bihata lidarxistin, dev ji piştgiriyê berdabûn. Dîsan di pêşengeheke min ya takekesî de (li Künstlehaus Stuttgartê) çend kabirayên taxim lixwekirî ji balyozxaneyê hatibûn (axir gotibûn em ji wir tên) ku pirsa berheman, armanca pêşengehê, pirtûkên min yên bi Kurdî  bikin ku hingê kuratorê min bi biryareke jinîşkegavî xwestibû ku wan jî di pêşengehê de nîşan bide. Berra jî ji bo dewletekê hunera hevçerx ya ku di nava derdoreke teng de digeriya, hinde girîng bû? Dewletek ji ber çi pûte bi hunera kurdan dikir? Bi ser halan de jî bêdewlet?

Çimkî tiştên wehakîno li Tirkîyeyê û li derveyî Tirkîyeyê pirî caran, bêyî ku haya cimaetê jê hebe rû didan. Dê kî pûte bi berhemên hunermendekî/a kurd bikira? Çima niha li dû daxûyaniya İKSVyê û neqebûlkirina Defne Ayasê diketin? Ez bibêjim bê ji ber çi. Çimkî Ayas, dota Cengiz Çandarî bû, yê ku di helbijartinên 14ê Gulanê de ji lîsteya Partiya Çep a Kesk (YSP) wek nûnerê gel yê Diyarbekirê hatibû helbijartin, pêkan e ku İKSV ji ber hindê (lêbelê em bi esehî nizanin bê pirsgirêk çi ye, alozî ji çi derketiye, ev tenê gotegot in) kuratoriya wê nexwest. Pêkan e wekî İKSV di şert û mercên wehakî de nexwest awirên desthilatdariyeke dij-kurd bikişîne ser xwe û bibe bayîsê spekulasyonan.

Ya rast, fikra vê nivîsarê, ji xwedîlêderketineke ku fena xwedîlêderketinê nayê nîşandan û nayê enenekirinê derçû. Aya, tirkên ku navê wan bi rexnegiriya hunera hevçerx derketiye, a soxîn berevaniya çi dikin? Rexnelêgirtina polîtîkayên çandî û hunerî ya dewletekê û em bibêjin a ferasetekê, bi kêrî çi tê? Aya dewlet dikare bi karê hunerê rabe? Dawiya dawî, rexnegir jî mayîndetiya dewleta xwe dixwazin, her çiqas li hemberî siyaseta partiyên ku desthilat in derkevin, her çiqas bibêjin û vê gotinê serê carê dubare bikin wekî wan cî dane û didin hunermendên rojavayî (ango kurd), dîsan nikarin xwe ji ramana mayîndetiya dewleta xwe bi dûr xin. Dewlet dewleta wan e, çand jî, huner jî, hemû çalakiyên bi vî rengî yên wan in, partiyên desthilat diçin lêbelê dam û dezgehên çandî û hunerî (yên wekî İKSVyê), mayînde ne, vê yekê baş dizanin. Ango, bawerî pê tînin ku bi destguhertina desthilatê re, hemû pirsgirêkên wan yên takekesbûyînê, yên azadiyê, dê bi dûrişmeyên wek bêhtir huner, bêhtir pêşengeh, bêhtir danasînê çareser bibe. Hunera hevçerx a kurdî (bi tenê ji bo bakurê Kurdistanê), di nava xeleka mezin a hunera nûjen a Tirkîyeyê de ye û tu nîşaneyên serbixwetiyê jî nade. Gelo haya kesî ji nijaperestiya ku xwe di nava huner û bazara hunerê de telandiye, heye? Xema kê ye? Ali Güreli [8] (ku yek ji damezrêner û endamê Komîteya Karîgeriyê girîngtirîn fûara hunerê ya Contemporary Istanbulê ye) jî bi serxweşiya Barış Pınarı Harekatıyê [9], di henga vekirina fûarê de rabûbû ji hesabê fermî ya fûarê nameyek dij-kurd ji hunermend, rojnamevan, koleksiyoner û galerîst û çapemeniya biyanî re şandibû wekî operasyona artêşa Tirkîyeyê ne li dijî komeke etnîk e, armanc jê ew bû ku wê deverê ji terorîstan xalî bike. Li gorî Güreliyî, diyardeyên aborîyê nîşan didan ku operasyon, berevajî rexneyên li ser aboriya Tirkîyeyê dê bandoreke xwe ya erênî jî hebûya li ser bazara hunerê. Hingê hin kolektorên bi navûdeng jî, piştgirî dabûn name û helwêsta Güreliyî.

Nivîsara xwe bi rexneyeke seyr ya di rojnameyeke popular ya tirkan de (2008) bi helkefta pêşengeha Held Together with Water: Art from the Sammlung Verbundê hatibû weşandin, bi dawî bînim; “Gabriele Schor (kuratora pêşengehê, n.n.) di civîna çapemeniyê de ji Tirkîbûna wan zêdetir, Kurdbûyina wan (qala min dikir û nav jî dabû) derêxistibû pêş, ez jî guh lê bûbûm û min nivîsandibû ku ev kirrîna Verbundê ya ku hefteyek beriya vekirina pêşengehê li dar xistibû, kirrîneke siyasî bû.”

Têbînî:

[1] Bnr. https://bienal.iksv.org/tr/haberler/kurator-duyurusu

[2] Hûn dikarin daxuyaniya navborî ji vir bixwînin: https://bienal.iksv.org/tr/haberler/kurator-duyurusu

[3] https://www.theartnewspaper.com/2023/08/10/istanbul-biennial-rejected-curator-recommended-by-advisory-board-in-favour-of-iwona-blazwick

[4] Bnr. Nivîsara Kaya Genç:https://artreview.com/istanbul-biennial-needs-greater-transparency-now-iwona-blazwick-defne-ayas-iksv/

[5] İKSV’nin yarattığı kriz, sanatın zararsızlaştırılması, sanatla aklama, Osman Erden, Politik Yol, (12ê Tebaxê). Lînka nivisarê: https://www.politikyol.com/iksvnin-yarattigi-kriz-sanatin-zararsizlastirilmasi-sanatla-aklama/

[6] Sarkis, Respiro, 9 Gulan-22 Sermawez 2015, Sale d’Armi Nord Arsenale, Venice. Komîserî: Istanbul Foundation for Culture and Arts (İKSV). Bnr. pavilionofturkey15.iksv.org

[7] Bnr. https://www.ermenihaber.am/tr/news/2015/05/11/Ermeni-Soyk%C4%B1r%C4%B1m%C4%B1-ifadesinden-dolay%C4%B1-Venedik-Bienali%E2%80%99nin-katalo%C4%9Fu-sans%C3%BCrlendi/57338

[8] https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2019/10/16/ali-gurelinin-mektubu-tepki-topladi

[9] Operasyona Kanîya Aşitiyê. (n. n.)

Read more