Têbîniyên Amerîkayê VII

Share
Têbîniyên Amerîkayê VII
NIVÎSKAR - ŞABLON (3)

Gelek dam û dezgehên kolonyal ji hêzê ketin û pê re jî bes ji bo berhevkirina kel û pelên têveldar, bûn penagehên jirêzê. Niştecihên li Kanada, Amerîka û li Awûstralyayê serî li serdestiya dezgeha mûzexaneyan hildidin, li hêla din jî dawdoza koleksiyonên xwe dikin ku li wan bên vegerandin.

***

Çekê herî qewî yê di destê zalimî de, aqlê mezlûmî ye.

Mûzexaneyên regeznasiyê bisojin!

Regeznasê Fransî Jean Jamin gava pêşniyaz dikir wekî kel û pelên di koleksiyonên mûzexaneyên kolonyal de tev bêne şewitandin, hingê ev pêşniyaza wî ji aliyê hevpîşeyên wî, her weha ji aliyê dîroknas, kurator û gerînendeyên mûzexaneyan ve wek pêşniyazeke îronîk –û neqebûlbar– hatibû helsengandin. Nizanim bê Jamin çiqasî cidî bû, lêbelê di nivîsara xwe ya ajaweger ya bi sernavê “Faut-il brûler les musées d’ethnographie?”[1] (“Gelo ma divê em mûzexaneyên regeznasiyê bisojin?”) de li ser vê mijarê bi hûrbînî disekinî. Mêjûya kolonyalîzmê û kelepûra wê, îro li tevahiya cîhanê bûye cihê nîqaşê, di van demên dawî de peykerên kes û kesanên ku navên wan bi bendefiroşiyê, bi mêtingeriyê, her weha bi nijadperestiyê derketiye û bûne malê gel, di ser mêtingerî û temsîla mêtingeriyê re ji nû ve –xasma jî bi protestoyên Black Lives Matterê[2] – tê nîqaşkirin; gelo li hemberî nîşaneyên mêjûyî yên li qada gel (peyker, abîde, navên kûçe, kolan, rê, dibistan û yên mayîn) yên ku temsîla mêtingeriyê dikin, divêt bertekeke çawan bê dayîn?

Jean Jamin

Bo mînak, lêkolerên wekî Halpin û Ames (1999) û Hudson (1991), wekî ku mûzexaneyên regeznasiyê hîn serdema xwe ya zêrîn nejiyabin, ranêzîkî mijarê dibin, yên mayîn jî (Galinier û Molinié 1998; Gonseth, Hainard û Kaehr 2002; Jamin 1998), amaje pê dikin ku mûzexaneyên regeznasiyê, ji ber xwe li erkên xwe yên esasî neanîne û pûç û bêqîmet bûne, bi demê re veguhezîne cihên jirêzê yên hişûbîrî, ji ber hindê a baş ew e ku tevde bên sotin. Pirseke din î balkêş jî ev e; çawan dibe wekî vegotina mêtingeran û yên ku hatine mêtingerkirin, ya regeznasan û komên regezî (etnografîk) li heman cihî tên ba hev? Bêgûman, bersiva pirsê, li welatên ku pêsîra xwe ji mêtingeriyê xilas kirine dê bi awayekî din be, bi dû pêvajoya dekolonîzasyonê re, gelek dam û dezgehên kolonyal ji hêzê ketin û pê re jî bes ji bo berhevkirina kel û pelên têveldar, bûn penagehên jirêzê. Niştecihên li Kanada, Amerîka û li Awûstralyayê serî li serdestiya dezgeha mûzexaneyan hildidin, li hêla din jî dawdoza koleksiyonên xwe dikin ku li wan bên vegerandin.

Welt Museum Wien

Mûzexane çi ye?

Mûzexane çi ye? Ji bilî wateya wê ya berhevkirin û nîşandayînê, berra jî çi ye mûzexane?

Kate Brown, di nivîsareke xwe de (Art News, 2020), weha amaje pê dike; “Bi pênasa xwe ya nû mûzexane, ji bo wan cîgayên demokratîkker, pişkdar û qadên polîfonîk (pirdeng) re hat bikaranîn û ew, wek cihine ku piştgiriya wekhevî, dad û kamraniya gersitêrkê dikin nîşan dan.”

Ji vîdyoya Hito Steyerl

Yan jî em bi pirsa arankar a hunermenda naskirî Hito Steyerlê dubare bikin; “Aya mûzexane meydana şerî ye?”[3] Hito Steyerl di vê berhema xwe ya vîdeoyê de[4], dêhn û bala bîneran dikişand ser hevtîretiya di navbera qadên hunerê (cihên ku berhemên hunerî lê tên nîşandan) û deverên şer û pevçûnê (di vîdeoya navborî de Kurdistan), ya ku ji lêkolînên berfireh, ji vehênan, cotdîmen, zarevekirinên ji devê kesê yekem û gûftûgoyan dihate pê. Steyerl li dû hevala xwe Andrea Wolfê dikeve, ya ku tevlî gerîlayan bûye û tê angaşt kirin ku hevala wê li deverekê li herêma Wanê, di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Hîto, li derûdora goreke komî qewanek peyda dike û li pey diçe, aya qewan di kîjan karxaneyê de hatiye çêkirin? Di navbera organîzasyonên çek-rehalan û hunerê de pêwendiyeke bi çi rengî heye? Têkiliyên xef yên şirket û mûzexaneyên (dam û dezgeh û înîsîyatîfên hunerî) ku piştgiriyê ji wan werdigirin, bi çi awayî aşkera dibin, yan dibin gelo?

Hito Steyerl, Wênesûret Trevor Paglen

Gelo pêkan e ku mûzexaneyek bibe vebeyînkerek bêlayen a rabirdûyê?

Dîsan Kate Brown, di nivîsara xwe ya navborî de kêş û vekêş û rexneyên derbareyî mûzexaneyên ku bi dû pêla dawîn a globalîzasyonê re geş û gurrtir bûbûn, di têkildarîyeke din de li ber me radixîne û balê dikişîne ser rola Weltmuseuma li Vîyanayê ya ku heya sala 2013yan jî bi navê Museum für Völkerkunde (Mûzexaneya Regeznasiyê) dihate nasîn. Çimkî mûzexaneyên bi vî rengî (Brown, 2020), her weha li ser venavkirinê, di pêwendeke pragmatîk te ji nû ve dibin xwedî marqe, nîskokên xwe ji arşîvan û taksonomiyan bi dûr dixin û xwe bêhtir ranêzîkî lêkolînên navdisiplînî û hevkariyê dikin. Belkî jî dibêje Brown, bi vî awayî mûzexaneyên modern û hevçerx (yên salên 90î) ji xwe re wek mînak girtin, Weltmuseum jî, xwe li ser vê keleporê vesaz dike.

Black Panther li Mûzexaneya Britishê

Black Panther li mûzexaneyê…

Heya bi cihekî, dîmenek dikare bersiva van pirsan bide; Erik Kilmonger[5] (hûn dê ji filîma Black Pantherê binasin), li British Museumê, li pêşberî platformeke camîn daçikilîye û li parçeyên bijarte yên pêşengehekê zûr bûye, ya ku ji hin mîrateyên Afrîkayê hatiye pê, dû re (piştî vê dîmenê) kuratora spî yê mûzexaneyê (jinik bi qehweyê tê nikê û pirs jê dike wekî dikare jê re çi bike) dide ber pirs û pirsîyaran;

“Beyanî baş… ez çawa dikarim arîkariya we bikim?”

“Min jî van berhemana saxtî dikir. Ji min re gotin ku tu pispor î…”

“Erê, tu dikarî wisa jî bibêjî…”

“Gelek ciwan in…”

Li ser jêderk û mêjûya hin rûpoşan gilîgotinan dikin, yek ji wî yek ji wê, jinika kurator bi şaşwazî –û parîyek jî bi pozbilindî– lê vedigerîne ku ew ne ji bo firotinê ne, hingê kabirayê me yê reşik pirsekê jê dike:

“Tu dizanî bê bavkalkên te van tiştana çawan bi dest xistine?”

Bi dû handana van nîqaş û bertekên hêzdar û karîger yên derbareyî “wate” û “armanc”a mûzexaneyên regeznasiyê û kolonyal, gelek mûzexane ji bo vedirûvandina mîrateyên xwe yên kolonyal, dest pê kirin bi dû deontolojiyên nû ketin û tew bêgav man wekî stratejiyên nûgertir û karîgertir hilgirin, hin navên xwe, hin jî rabûn nêzîktêdayînên xwe yên mûzeografîk veguhertin.

Rûpoşên di wê platforma camîn de, wek camidên lêkolanê li wir in, em Kurd jî wisa, em jî di pişt camê re, li lêkolerên xwe dinihêrin wekî dê çi û çi binivîsin derheqa me de. Guhên me ji wan re bel dibin, palikên çavên me ji wan re vedibin, wekî kîjan kurator, kîjan rexnegirê/a hunerê, dê li ser rewşa me –li ser xwelîseriyê!– gilîgotinan bike, dê me jî yekî/yeka fena xwe bide nasîn, çi nîne lêêê, ev sadsalek e em li mûzexaneya ku nave wê mêtingerî ye, xwînşirîntiyê dikin ji dîdevanên xwe re û li hemberî vê, car caran bi dilnermîyê tên perû kirin. Biko bû digot;

“Çekê herî qewî yê di destê zalimî de, aqlê mezlûmî ye.”[6]

Têbînî:

[1] Gradhiva: Revue d’histoire et d’archives de l’anthropologie, Année 1998,  24 pp. 65-69.

[2] https://bienal.iksv.org/tr/bienal-arsivi/13-istanbul-bienali

[3] Black Lives Matter, wek bersiveke li hemberî azadkirina kujerê Trayvon Martinî di sala 2013yan de hat damezrandin.

[4] https://esthesis.org/the-museum-as-battlefield-the-case-of-hito-steyerl-part-2-wigbertson-julian-isenia/

[5] Qerekterê xirab ê ku ji aliyê Marvel Comicsê hatiye afirandin.

[6] Steve Biko, ji axaftineke li Cape Townê (1971).

Read more