B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Wekîla Serokê Koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji hesabê xwe yê Twitterê gotinên nivîskar George Orwell dinivîse.
Beştaşê di hefteyekê de du caran gotinên George Orwell bi wergera Tirkî nivîsîn.
Ji gotinên Beştaşê nivîsîne, yek di 1984an de derbaz dibe ku behsa parastina hîsên însanî dike.
Gotina din ya Beştaşê nivîsî jî di Çewliga Heywanan de derbaz dibe û ew jî di ser şînbûna ava behrê re dîyar dike ku hin tişt hene ku ne wek xuyabûna xwe ne.
George Orwell, bi navê xwe yê rast Eric Arthur Blair, rojnameger û nivîskarekî Îngiliz e. Di eserên wî de ser sosyalîzm, totalîtarîzm û emperyalîzmê rexne hene.
Çewliga Heywanan û 1984 bi Kurdîya Kurmancî bi wergera Salih Agir Qoserî derketine.
Foto: Twiter, @meraldanis, SS
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...