Weşanxaneya Avestayê kitêba "Tê bîra te" çap kir
Weşanxaneya Avestayê kitêba Cerdoyê Esed a Tê bîra te? çap û belav kir.
Kitêbê 'Tê bîra te?' ji alîyê Cerdoyê Esed ve hatiye nivîsîn û ji alîyê Mustafa Kiliçaslan ve jî hatiye amadekirin.
Kîtêba Tê bîra te? dîvaneka helbestane ku ji 112 rûpelan pêk tê.
“Ahmedê Xanî û Feqiyê dilxûn;
Qurnê tarî da pencê rоyê bûn hûn,
Ber çevê xwe we didît zelûlî û xûn.
Hûn bûn dengbêjê wê dinya tarî,
Hûn bûn stêrka geş li nav hezarî,
We qazanc kiriye navêd nemirî.
Tunebû xwandin zimanê kurmancî;
Gul dirêtin bi farizî, erebî,
Bi cefa, bi dilê kul û merezî.
Dinya kevn tîra xwe dilê we da cî kir,
Navê kurmanciyê we unda nekir,
Bi wî navî mane hûn nemir.
Miletê kurmanc we bîr tîne,
Zivistanêd ‘emirê çetin bihurîne,
Rоja îrоyîn bihar e, bihara hêşîn e.
Kurmancê zêryayî niha xulam nîne,
Dergê xwandinxana ber vekirîne,
Çêkirdarê ‘emirê xweşbextiyê ne.”

Cerdoyê Esed kî ye?
Helbestvan, folklorîst û wergêr Cerdoyê Esed, sala 1929an li gundê Sabûnciyê nehiya Telînê ya Ermenistanê di nav malbeteka êzîdî ji dayîk bûye.
Wî sala 1943an dest bi nivîsên şiêran kir û helbestên wî yên pêşin di sala 1954an pirtûka Dersên Edebiyata Kurmancî Bona Koma 4ê da hatin weşandin. Temaya nivîsên wî zêdetir li ser motîva evîndarî, welathizî û tebiyetê ye. Zêdetirî li ser ziman û folklora kurdî, zanebûna dîroka kurdî di berhemên wî de bi awayekî delal têne ber çavan. Efrandinên Cerdoyê Esed di berevok û almanaxên bi zimanên rûsî, gurcî, ermenî, azerî û kurmancî hatine çap kirin. Di gel karê xwe yê edebiyatê, ew bi karê radyo û şanoyê ra jî mijûl bû. Bi tevî çend heval û bineliyên kurd yên Gurcistanê di sala 1978a koma şanogerîyê li bajarê Tibîlîsiyê da avakirin. Paşê ew bû tiyatroya kurdaye gelêrî. Di 26ê îlon 1993an da li bajarê Tibîlîsiyê vefat kir.
Berhemên wî
“Şiêr û Poêm” – Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1959 – helbest – bi kurdî
“Ser Riya ‘Emir” – Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1966 – helbest – bi kurdî
“Sewtê Dil”– Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1974 – helbest – bi kurdî
“Bîblîyakan” [Încîl], Hovhannês Şîraz – Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1971 – destan, ji ermenî wergerandiye ser kurdiyê.
“Bilur” [Bilûr] – Yêrêvan, (1974) – helbest – bi ermenî
“Kurti p’oet’ebi: leksebi da baladebi” [Helbestvanên Kurd: Helbest û Balad]– Tibîlîsî, ”, Weş. Izdatelstvo Mêrani, 1965 – antolojî helbestvanên kurd ên Gurcistanê – bi gurcî
“Me mjera şeni” [Meriv, ez ji te bawer dikim] – Tibîlîsî, Weş. Izdatelstvo Mêrani, 1978 – helbest – bi gurcî
“Vmgheri chems simgheras: kurti p’oet’ebi” [Ez kilama xwe dibêjim: Helbestvanên Kurd] – Tibîlîsî, Weş. Sabch’ota Sakartvelo, 1982 – antolojya helbestvanên kurd ên Gurcistanê – bi gurcî
“Wergirê Postê Piling”, Şota Rûstavêlî – Tibîlîsî, Weş. Mala Qavkasiyê, 2007 – destan, ji gurcî wergerandiye ser kurdiyê. (Piştî mirina wî bi alikariya Keremê Anqosî çap bûye)