Di operayeka Swîsrayê de dengê Kurdî: Eylûl Nazlier
Li Swîsrayê di projeyeka operayê de digel sê jinên bîyanî jineka Kurd jî heye. Eylûl Nazliera 21 salî dê digel hunermendên operayê Zazakî û Kurmancî bistire. Digel wê Serenad Burcu Uyar, Îris Keller, Julîa Deit Ferrand û Marie Delprat dê li ser dikê bin.
Nazlierê ji Botan Timesê re got:
Her tişt ne dîyar bû. Nezelalîyê ez ditirsandim. Kelecan bûm. Piştî me dest pê kir, hevalên min bi bêhna fireh û bi şêweyekê nazik rê nîşanî min kirin. Bi wî rihê hevgirîyê ez rihet bûm. Min hest kir 100 sal in li ser dikê me.
Min li şanoyeka mûzîkal dilîst

Dema Julîa Deit Ferrand çûyî Fransayê dixwest pirojeyekê çêbike ku tê de mûzîka Barok, mûzîka gelerî û mûzîka elektronîk hebe. Çawa li şanoya mûzîkal Eylûl dîtiye, ketiye dilê wê. Jê re behsa projeya xwe kiriye. Eylûlê behsa Dengbêjiyê, mûzîka Kurmancî û Zazakî kiriye. Wan gelek hevpeyvînên li ser Dengbêjiyê xwendine. Paşê hem Eylûl hem jî Kurdî li operaya wan zêde bûye.
Jinên şevê dikujin

Di mûzîkalê de her jinek bi tenê ye. Bi melodîyan tenêtîya xwe dîyar dikin. Ew jin pêşiyê 'şevê dikujin' paşê diçin ba hev. Pêşiyê hêrs in, hestiyar in. Paşê hêdî hêdî li hev germ dibin.
Dibêjin
Li kû me,
ez kî me,
li ba kê me,
ez her tim li ba xuşka xwe me.
Piştî me kî yê bistire?

Di lîstikê de tê gotin dema ez zarok bûm, diya min û xuşka min stran digotin. Vê gavê keça min jî dibêje lê ew li bajarî mezin bûye. Gelo piştî me kî yê bistire?
Nazlierê ji Botan Timesê re diyar kir ji bilî vê projeya wê ew amadekariya straneka Zazakî dike ku ji diya xwe û meta xwe hîn bûye.
