Zimanê Aşk-ı Memnu û Edebîyatên Cîran
Sîyaset, sosyolojî û terbîyeya Tirkîyê jiber şertên cîranî û hikûmranîyê li Kurdan têra xwe tesîr kirine.
Loma bi şertên bi sedan salan edebîyata Tirkî tesîr li ya Kurdî bike rewşeka normal e.
Hem tê zanîn edebîyata Tirkî çi bi qelemên Kurdan çi bi ya Tirkan heta xelata Nobelê jî çûye ku lazim e edebîyata Kurdî ji tecrûbeyên wê îstîfade bike, ji xwe re jê dersan hilîne.
Çinku edebîyata Tirkî ji minaqeşeyên ser zimên bigire heta romana gundî û bajarî, heta hindikbûna hejmara kesên ji edebîyatê hez dikin ser barek babetan herf û hevokên xwe êşandine.
Mesela Yakup Kadri Karaosmanoğlu yê ku zimanê wî îro ro jibo Tirkên nû radibin çîşkî giran e ji di roportajekê de dibêje zimanê Aşk-ı Memnu ya Halit Ziya Uşaklıgil bi wan giran dihatiye û wan gore zimanê wê ji Fransî hîn çetintir bûye.
Ew Aşk-ı Memnu ji 2008 heta 2010an li ser ekrana Kanal Dyê bû û bi rêjeyên rekorî dihat sêrkirinê, lê bi mîlyonan însan tevî ku ji televîzyonê seyra wê romanê zanibûn jî nizanibûn ku mehneya ''memnu''yê yasax e û ''Aşk-ı Memnu'' jî bi Tirkîya îro ''Yasak Aşk'' e.
Herhal loma ye Halit Ziya Uşaklıgil, ''Mai ve Siyah''a xwe piştî çapa pêşî ya 1897an, di sala 1938an de bi zimanekî din jinûve daye çapkirinê.
Reşat Nuri Güntekin dibêje ''Heqê her nivîskarî ye ku bixwaze esereka wî piştî derketina wê tew kêm 15-20 salan bimîne'', lê dibêje ''zimanê me ewqas pir diguherî ku di 4-5 salan de zimanê esera me diket halekî din û me ew nas nedikir.
Xêncî guherîna zimên, di edebîyata Tirkî de hindikbûna hejmara kesên eserên edebî dixwînîn jî meseleka enteresan e.
Nurullah Ataç mesela, ku tê zanîn rê li ber şairên nû yên nola Orhan Veli vekiriye, di nivîsekê dibêje ''Ez 30 sal in yazi dikim, bi qasî 100 kes min dixwînin, ew jî besî min e.''
Ahmet Hamdi Tanpınar jî, nivîskarê depresîf, nivîskarê di mabêna şerqî û xerbî de tim li dudilîyê, îdia dike ku hejmara wan hindik e û bi qehr dibêje ''Bi tenê bi 5-6 hezar kesên dixwînin edebîyat çênabe.''
Entelektuelên Tirk bi van minaqeşeyên xwe yên ji sedsala 20an ji împaratorîya parçebûyî çûn dewleta sedsala 21an. Cîranên wan, rêber û lîderên Kurd bi derd û derdanên mezin nigek li edebîyatê yek li sîyasetê parçebûyî, parçeparçebûyî ji sedsala 21an li ser axa xwe bi feryad hem, hem bi fîxan..
Jêder:
Yücel, Tahsin: Türkçenin Kurtuluş Savaşı, Cumhuriyet, 2000
Edebiyatçılarımız Konuşuyor, Varlık Yayınları, 1976