Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Li bajarê Amedê di tûra duyem a hilbijartina serokkomarîya da 1 milyon û 143 hezar û 887 dengder dê biçin ser sindoqan.
Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyeyê (YSK) li Amedê hejmara dengdêr û sindoqan herî zêde li navçeya Peyasê ye.
Li navçeyê dê 270 hezar û 566 dengdêr biçin ser 758 sindoqan.
Di rêza duyemîn da jî bi 254 hezar û 385 dengdêran û 714 sindoqan navçeya Rezan heye.
Herwiha li parêzgehê navçeya ku herî kêm sindoq lê hatine danîn jî Karaz e. Li Karazê tenê 38 sindoq hatine danîn.
Navçeya ku herî kêm dengdêrên wê hene jî bi hejmara 7 hezar û 483 dengdêran navçeya Çinguşê ye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...