8. Mîhrîcana Belgefîman a FîlmAmedê dest pê dike
8. Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê piştî çend salan dê 27ê Îlonê careka din dest pê bike.
Mîhrîcan wê di navbera 27ê Îlonê û 1ê Çiriya Pêşiyê de pêk bê. Pêvajoya serlêdanê jî heta 31ê Tîrmehê wê dewam bike.
Serlêdana fîlman wê bi rêya malpera filmamed.ortadogusinema.com-ê ango bi rengekî online wê pêk bê.
Kesên ku dixwazin ji bo fîlmên xwe piştgiriyê bidest bixin, dikarin vê forma serlêdanê dagirin.
Mîhrîcana ku li Amedê sala 2011an bi pêşengîya Navenda Çand û Huner a Cegerxwînê dest pê kiribû heta 2019an bi awayekî rêkûpêk berdewam kir.
Lê piştî ku hikûmetê qeyûm bi ser şaredarîyên kurdan erkdar kir, weke gelek mîhrîcanan mîhrîcana FîlmAmedê jî hate betalkirin.
Mîhrîcana FilmAmedê piştî çend salan, îsal bi pêşengîya Komaleya Akademîya Sinemayê ya Rojhilata Navîn û hin sazîyên sîvîl ji nû ve tê lidarxistin.
Mîhrîcan belgefilmên piştî sala 2020an hatine çêkirin dê qebûl bike û di navbera 27ê Îlonê û 1ê Cotmehê da pêk were.
Mîhrîcan tekane mîhrîcan e ku tenê belgefilman nîşan dide û dixwaze li Kurdistanê bingehekî xurt ê belgefilman ava bike.