Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Joe Biden, Serokê DYAyê, qedexeya li ser bikaranîna çekên Amerîkî ji bo êrîşkirina nav xaka Rûsyayê rakir. Ev biryar piştî beşdarîya leşkerên Korêya Bakur di şer de hatiye dayîn.
Li gor çavkanîyên medyaya Amerîkî, Biden destûr daye ku Ukrayna roketên Atacms ên bi menzîla 300 kîlometreyan li dijî hêzên Rûsî û Korêya Bakur li herêma Kurskê bi kar bîne.
Polonya bi erênî nêzîkî biryarê bûye. Wezîrê derve yê Polonyayê Radosław Sikorski gotiye ku ev bersiveka rast e ji bo beşdarîya leşkerên Korêya Bakur di şerî de.
Vladimir Dzhabarov, endamê parlamentoya Rûsyayê, hişyarî daye ku ev gaveka mezin e ber bi destpêka şerê cîhanê yê sêyemîn. Rûsya soz daye ku dê bersiveka bilez bide.
Rûsyayê îro êrîşeka mezin a bi dron û fûzeyan li dijî navendên enerjîyê yên Ukraynayê pêk anîye. Ji ber vê yekê, Ukraynayê ji bo roja duşemê qedexeya enerjîyê li seranserê welat ragihandiye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...