Anar Gul: Hikayeta resmê li ser pakêta çayê

Share
Anar Gul: Hikayeta resmê li ser pakêta çayê
anargul

bo Melîhayê...

Navek û hikayetek bû Anar Gul. Hê ji zartiyê heta van demên axiriyê jî. Çendîn caran min ji diya xwe bihîstibû ew nav û ew hikayet.

Pêşiyê, tam hikayetek jî nebû, lê navê kesekê bû ku diya min wekî agahî û xatiratekê behs dikir. Her çi be jî, navek, dengek yan jî bêhnek zehf tişt e.

Bi gotina wê, Anar Gul navê jina Şah bû, helbet wekî jina Şahê Îranê. Kînga behsa Îranê û zemanê Şah û Xumeynî dibû, diya min behsa Jina Şah jî dikir.

Sal û zeman derbas bûn, lê kînga me behsa Îranê bikira, wê ev hikayet digot ku resmê wê jî li ser pakêta çaya Îranê bûye [1]. Yanî teqrîben em behsa pêncî sal berê dikin ku wê demê çay û gelek eşyayên din ji Îranê dihatine Giyadînê jî. Wê çaxê diya min hê sivik bûye.

Îja ew salên zartiya min, zanîna min a der barê Îranê, ji wan hikayet û zanînên diya min pêk dihat. Ew nav, navê Anar Gul, piştî demekê li ser başikên çayê çûye ketiye nava her malên li gund û bajêr, nava qal û behsan. Lê yeqîn ew hikayet bi awayekî hatiye gihîştiye wê derê û çayfiroşekî ji muşteriyêd xwe ra behsa resmê wê jina li ser çayê kiriye. Ew hikayeta resmê li ser pakête çayê wisa belav bûye, heta digot nasekî wan navê qîza xwe daniye Anar Gul.

Jixwe qal û behsa çayê û isûla vexwarina wê û tebaxên fexfûr ên çayê li aliyekî, wexta em zar bûn bavê min jî di têrr û xurca li ser pişta hespê çay difirot. Beriya ku xurca xwe bi wan başikên çayê dagire, em li dorê top dibûn, me ji xwe ra li resmên li ser çayê dinihêrî. Wî ji gundên yalê Balix Golê bigire heta Misûnê û nêzîkî Bayîzdê ew çaya Îranê dibir, li gundan difirot. Tişta niha tê ber çavên min, ew teyrik, çivîk û resmên jinan ên li ser başikên çayê ne.

Piştê sal û zemanan ez jî çûme Îranê ta Xorasanê geriyam û hinekî farsî jî hîn bûn. Wexta ew hikayeta diya min hate bîra min, min bala xwe da navên jinên Şahê vê axiriyê,  heta jinên malbata wan, lê tu were, rastî wî navî nehatim.

Rokî min ev mijara hanê ji hevalê xwe yê xelqê Xorasanê ra behs kir ku serê pêşîn wî jî tiştek peyda nekir.

Berê min ev nav wekî peyvekê fehm dikir, lê peyva anar a farsî ku bi kurdî hinar e, bala wî jî kişand ku êdî eyan bû ku ew nav wekî Hinar Gul e (pomegranate blossom). Piştî  qise û lêgerînan, agahiyek peyda bû ku bi min, eva kewşkirina sirra hikayeteke bi qasî zartiyê qedîm û teze bû. Êdî min bi serê tayê hikayetê girt û piçekî ew vereşand!

Paşê min bala xwe dayê; pey, nebî ev hikayet bi sedan salan e heye! [2].

Anar Gul wekî Anar Kalî bi heman wateyê di zimanê Ûrdû da mewcûd bû. Nebî ew navê efsûnî navê jina Şahê dewleta Gurganî (Baburî- Mughal Empire) bûye!

Anar Kalî û Şah Cîhangîr

Îja ew hikayeta diya min êdî zelal bû, erê jina Şah bûye, lê ne Şahê Îranê, ew kes Şah Cîhangîr ê Hindistanê bûye.

Hikayeta Anar Gulê yanî Anar Kalî zehf balkêş e ku cara pêşîn seyyahên Brîtanî William Finch û Edward Tery qala wê kirine. Finch di sala 1611 da wekî 11 salan piştî mirina Anar Kalî diçe Lahorê [3]. Edward Tery jî çend salan piştî wî diçe wir û qala Ekber Şah dike ku dema wê hikayetê da ew li ser text bûye. Îja wexta dilê kurê wî, yanî Selîm, dikeve Anar Kaliyê, ew  pê qayîl nîne ku kurê wî, warisê text û payê wî, dil ketiye qîzeke weke Anar Kaliyê.

Anar Kalî û Şah Cîhangîr

Anar Gul yan jî Anar Kalî kê bû?

Der barê wê da çend rîwayet hene ku hinek dibêjin ew fahîşeyek bûye û loma Ekber Şah nexwestiye kurê wî wê bixwaze. Lê hinek jî dibêjin Anar Kalî di harema Ekber Şah da bûye, yanî yek ji jinên wî bûye dema kurê wî dibe aşiqê Anar Kalî ya ku navê wê wekî Nadire Banû Begum jî tê zanîn [4]. Hinek çavkanî wekî cariye behsa wê dikin. Dilê Cîhangîr Şah ê ku şahzade bû, dikeve wê. Dema pêwendiya wan a bi dizîka va derdikeve êdî dibe mesele. Ji bo wê yekê ku Ekber Şah paşê Anar Kalî îdam kiriye. A hikayet û babet li vêrê dibe efsane dikeve zikê qurneyan.

Piştê wê, heşt sal derbas dibe, Cîhangîr Şah tê ser text û ji bo hezkirina wê mezarekî heşt goşe çêdike ku heşt bexçeyên bihuştê nîşan dide. Rewşa Cîhangîr Şah dibe wekî rewşa Mecnûn. Li ser merzelê wê jî waha dide nivîsîn:

Heger min carekî rûyê dilbera xwe bidîta

Hetanî qiyametê min ê ji Xudê ra şukr bikira.

(Mecnûn Selîm Ekber)

Tirbeya Anar Kalî, Lahor

Hikayet û efsaneya Anar Kalî bû babeta gellek kitêb, teatr û fîlman. Ji vana ya herî kevn û navdar lîstikeke ku Îmtiyaz Elî Taj di sala 1922an da bi zimanê Ûrdû nivîsiye. Paşê ew lîstik di sala 1928an da dibe fîlm. Pey wê ra bi dehan fîlm û seriyal li ser  eşqa Anar Kaliyê têne çêkirin.

Postera fîlma Mughal-e- Azam

Fîlmeke Bollywoodê, a bi navê Mughal-e Azam, bi lîstina ektrîst û hunermenda navdar Madhubala (Mumtaz Jehan Begum Dehlavî; 1933 –1969) berbelav bû.

Madhubala

Tirba Anar Gulê dibe ciyê ziyaret û mereqê. Bazareke li bajarê Lahorê jî bi navê wê ye. Û ew hê jî efsûnî ye û  efsaneya wê mîna ruhê wê nemir e.

Ew fesane her bi me ra ne!

Şerha xemê dil bikim fesane

Zînê û Memê bikim behane. [5]

Ji Hindistanê heta vira, îja ew nav û ew bîr û hikayeta di bîra diya min da, ne tenê bû behane, lê rind kifş bû ku hikayet û nav çendîn zindî ne û rojekî dibine mifteya derê qutiya cewahir a bîra me. Ew nav û ew hikayet, bi remz û resmekî di axiriyê da, me bi ser tiştinên zêrîn va dikin.

Berî ku ev nivîsa li jorê were vî halî, me waha not kiribû li ser kaxiza xwe ya tiyê hibrê; ev nav û yadgara diya min, ew bîra wê ya zêrîn, îro, axiriya bedew-zêrîn û zê bi xwe ra anî, vê gavê me ew not kir, ka Anargula îlhambexş çawa havênê xwe yê bedew û afirîner ya ku ji piştî sedsalan   û ji kana diya min a dehsalan tê, û dinizile nava ziman û şi'r û kelama me…14ê Nîsanê 2022. Lê metna me îro serê xwe girt, 26ê Pûşperê 2023.

Çavkanî û nîşe:

[1] Çaya Îranê; niha jî çay, birinc û şekir ji sînorê Îranê derbas dibin tên, lê piraniya ew çay û birinc malê Hindistanê ne. Ew çaya wî zemanê diya min, yeqîn ji Hindistanê hatiye.

[2] Bo hûrgiliyan, bnr: https://en.m.wikipedia.org/wiki/Anarkali

[3] Wexta Hindistan koloniya Britanyayê bû, William J. Glover li ser bajarê Lahorê kitêbekî dinivîse, Modernkirina Lahorê. (Glover, William (January 2007). Making Lahore Modern, Constructing and Imagining a Colonial City.

[4] Bo hûrgiliyan, bnr: https://fa.m.wikipedia.org/wiki/%D8%A7%D9%86%D8%A7%D8%B1%DA%A9%D9%84%DB%8C

[5] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn.

Read more