Para Atletizm Türkiye Şampiyonası büyük heyecana sahne oluyor
Haber: Ramazan Seykan Diyarbakır, Para Atletizm Türkiye Şampiyonası'na ev sahipliği yapıyor Spor organizasyonlarıyla adından söz ettiren Diyarbakır, bu
Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo serdema havînê dest bi dersên Kurdî dike.
Programa kursê dê 15ê Tîmehê dest pê bike û dê bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî û Soranî bên dayîn.
Di vê serdemê de di bernameya komeleyê da bi Kurmancî astên 1, 2, 3, 4 û 5ê û bi Kirmanckî jî asta yekem û bi Soranî jî asta destpêkê dê hebin.
Kesên ku bixwazin beşdarî kursan bibin divê heta 15ê Tîrmehê serî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bidin.
Serlêdanên kursan dê li ofîsa komeleyê bi awayekî rûbirû pêk bên.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.
Piştî girtina komeleyê dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin.
Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...