'Ay lê gulê': Stranên li ser 'Gul'ê
Ferq û cudahiyeke din a helbest û muzîka kurdî heye, di mijara “Gul”ê de. “Gul” li şûna welêt ango Kurdistanê hatiye gotin. Weke di strana “Ay lê gulê” de. Ev strana ku Rêncberî gotinên wê nivîsîne û Mihemed Şêxoyî muzîk jê re çêkiriye, “Gul” li şûna “Kurdistan”ê dibe sembol.
Ferid Demirel
***
“Gul" di wêje û muzîkê de semboleke girîng e. Ji serdema Antîk bigirin heta roja me, gul him weke cûreyeke çîçekan him jî weke sembola evîndariyê ye. Gelek helbestvanan gul li şûna “evîndar”ê weke sembol bi kar anîne.
Di Misira Kevn ango ya Antîk de, gul weke çîçekeke pîroz dihate pejirandin. Di mîtolojiya Yewnanan de, “Gul”, çîçeka sereke ya xwedawenda xweşikbûn û evîndariya Afrodîtê bû. Di Serdema Navîn de, li Ewropayê, gul êdî semboleke esalet û dewlemendiyê ye. Di dema Împaratoriya Romayê de helbestvanan pesnê gulan dane.
Gelek helbestvanên klasîk û yên nûjen ên kurd jî li ser evîndariya xwe bi sembola “Gul”ê nîşan dane.
Vî tiştî bandor li muzîka kurdî jî kiriye. Gelek stran hene ku li şûna navê evîndarê, “Gul” tê de hatine bikaranîn.
Lê ferq û cudahiyeke din a helbest û muzîka kurdî heye, di mijara “Gul”ê de. “Gul” li şûna welêt ango Kurdistanê hatiye gotin. Weke di strana “Ay lê gulê” de. Ev strana ku Rêncberî gotinên wê nivîsîne û Mihemed Şêxoyî muzîk jê re çêkiriye, “Gul” li şûna “Kurdistan”ê dibe sembol.
Çendîn stranên din jî hene ku ji ber qedexeya li ser gotina Kurdistanê, tê de “Gul” hatine bikaranîn.
Car caran Kurdistan bûye Gulistan.
Vaye stranên ku “Gul” tê de weke sembola evîndariyê ne û çendîn stranên ku “Gul” li şûna Kurdistanê di wan de hatine bikaranîn.
Ay lê gulê - Mihemed Şêxo
Hebs û zindan - Mihemed Şêxo
Gula min - Koma Çiya
Gula xeyala min - Koma Dengê Azadî
Ax Gulistan - Şehrîban
Elegez - Koma Wetan
Gulazer- Seyîtxan
Gula min - Trio Mara
Gula sor - Gulistan Perwer
Gula sor - Ciwan Haco
Gulgulî - Aram Tîgran
Gula Dil - Mehmet Atli
Gul û sosin - Şakiro
Gul şêrîn - Meryemxan
Gula min - Heme Hacî
Gula min - Diyar Dêrsim
Gula min - Beyto can
Gula min - Kawa
Gula dilê min - Hozan Dîno
Gulê - Rewşen
Gulê - Yunus Dişkaya
Gulê - Erdogan Emîr
Gulê - Ferît Sevîm
Gulê - Rojda / Firat Guneş
Gulê - Kardeş Türküler
Gulê - Hozan Hamîd
Gul Sînemê - Xanemîr
Gulek - Ciwan Haco
Gulşirînê - Tara Mamedova
Gulê oy oy - Xecê
Gulê rabû - Xêro Abbas
Gulnîşan - Şivan Perwer
Gula Hewşê - Rezan Koç
Bilbil û gul - Koma Agirî
Were delal - Mem Ararat
Gulek tenê besî min e - Eyaz Yûsiv
Gulfiroş - Bûrhan Berken
Gul ringdar in - Koma Gulên Xerzan
Ha gulê - Şahiya Stranan
Gulê hoy narê - Dawitê Xilo
Erê gulê - Koma MA
Gul firoş - Firat Başkale
Gulşîrînê - Aram Tîgran
Gulên Gulistanê - Serhado
Gulfiroş - Reşo
Keza gula sor e - Feyzoyê Rizo
Gulîzer - Berfîn Aktay