B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Balafirên şer yên dewleta Tirkîyeyê, deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Tirkîyeyê devera Biradostê ya Hewlêrê bombebaran kirin. Balefirên Tirkîyê şeva derbasbûyî navçeyên Singan, Gerwezîn, Çîyayê Bolê yên li devera Biradostê bombebaran kirin. Qaymiqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê ragihand ku balefirên Tirkîyeyê zozanên navçeyê bombebaran kirine.
Ev demekî dirêj e dewleta Tirkîyeyê li nav axa Herêma Kurdistanê-Iraqê bi hinceta PKKyê êrişan dike.
Di encama van êrişan da zîyaneka xwezayî û malî jî gihîştîye xelkê Herêma Kurdistanê û xelk neçar maye gundên xwe terk kirine.
Di heman demê da duhî bi şev sewkîyat hatîye kirin û wesayîtên zirxî û panzer ji derîyê Serzerê yê Çelê ra derbasî Herêma Kurdistanê bûne.
Wêne: Rûdaw
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...