UNESCO: Divê sûr û baxçeyên Hewselê bi “Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de” were parastin

Amed-
Wêne- Twîtter; @diyarbakirbld

Sûrên bajarên Amedê û Baxçeyên Hevselê di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de bûn. Niha xistine nava "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê da ne."

UNESCOyê bi lêkolîna sûr û avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku gelek avahiyên qeydkirî di bin navê "îmarê" de hatin xerakirin û li şûna wan betonarme hate lêkirin, UNESCOyê pêşnûmeya biryarê ya li ser sûrên bajêr û Baxçeyên Hewselê amade kir.

Di raporê de ku behsa wêrankirinên hatine tê kirin, hat destnîşankirin ku divê sûr û baxçeyên Hewselê bi "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de" were parastin.

Biryara herî dawî dê di civîna Navenda Mîrateya Çandê ya ku dê di 9'ê îlonê de li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bê lidarxistin bê dayîn.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.