Cemile Dinçer: Muzîk ji bo min rêyeka dirêj û dewlemend e

Share
Cemile Dinçer: Muzîk ji bo min rêyeka dirêj û dewlemend e
nûçe - 2023-06-16T164253.279

Jineka ku porê wê ber bayê ve diçe bi dengekî zîz strana Şîwan Perver ya ‘Way li Min’ distrê…

Cemile Dinçer di 11 salîya xwe da dersên sazê û di 14 salîya xwe da dersên pîyanoyê û muzîka klasîk xwendîye. Di nav malbata wê da hertim muzîk, stran û kilam hebûne. Niha li Berlînê li zanîngeha Der Kunsteê Konservatuara dewletê beşên caz û muzîka klasîkê dixwîne. Saz û pîyanoyê jî lê dide.

Dinçer dibêje “Muzîk ji bo min rêyeka dirêj û dewlemend e.”

Wê strana Way li Min ji nû ve bi awayekî cûda deng da û dengê xwe gihand bi hezaran guhdaran.

Way li Min ji bo min tê wateya serhildana gelê kurd. Loma jî straneka qîmetbilind e. Dema min ji Şivan Perwer guhdar dikir li ser min hestên tevlihev çêdibûn. Ji alîyekî ve bedewî û hestîyarîya muzîka kurdî, ji alîyê din ve jî bertekên dijî vê zilma li ser kurdan rê li ber vekir ku ez vê stranê bibêjim.
Armanca me ya serekî ew e ku em kilamên gelêrî bigehînin nifşê nû. Lê belê bêyî ku em cewhera wan xirab bikin û dest tê werdin. Mixabin, em niha cihaneka pir bilez da dijîn. Di rewşên wiha da çand tên xirabkirin. Li hemberî vê yekê em dixwazin bi pêş ve biçin û ziman û çanda xwe bi awayekî guncav biparêzin.

Dinçer dibêje ku ev berhem bi taybet li ser medyaya civakî ji hêla  nifşên nû ve piştgirîyeka mezin wergirt.

Mamoste Şivan jî pir ecibandîye

Bi ditîna min ev xebat di demeka wiha tarî da hêvîyek da mirovan. Jixwe ev yek jî  armanca min a herî mezin bû. Heke me karî em vê heyama reş û tarî bi stranên xwe ronî bikin em dê gelekî bextewer bibin. Herwiha, xebata me ji alîyê hunermendên kurdan ve jî hate ecibandin û teqdîrkirin. Şerh û şîroveyên gelekî erênî gihiştine me. Wextê ku stran temam bû, me ji bo mamosta Şivan Perwer jî şand û gelekî eciband.

Read more