Çîroka sûretvanekî kurd: Nav, paşnav û kîsikek zêr

Share
Çîroka sûretvanekî kurd: Nav, paşnav û kîsikek zêr
Nivîskar- Nêrîn (1)

Ez dixwazim îro ji we re qala sûretvanekî kurd, bi navê xwe yê berê Mihemedê Elîyê Biro û kurê wî Evdilwehab bikim. Evdilwehab wextê ji dayika xwe dibe û di heftekê de bavê wî navê wî Evdilwehab datîne, hevalekî bavê wî dibê: “Mihemed! Ma xêr bû te ev navê wer dirêj li vî zarokî kir? Kî yê temamî bibê?” Mihemed dibê: "De baş be wê bibên, û ne baş be wê bibên ‘Evdiko!’ û xelas bû çû… Êdî ew zanin.’’

Mihemedê Elîyê Biro

Di dawiya salên 1800î de bavê Mihemed, Elîyê Biro rojekê li hewşa camiyekê kîsikekî zêran dibîne. Hema di cî de ban dike û li xwedî digere. Xwediyê zêr wextê kîsikê zêrê xwe radihêlê di nava xutbê de ji Elîyê Biro re dibê: “Tu xasê Xwedê ye! Kî bûya zêrên min nedida!”

Ji wê rojê û vir de navê Elîyê Biro dibe Elîyê Xas. Sal derbas dibin Elîyê Xas dizewice û du kurên wî çêdibin; navê yekî Evdilqadir û yê din jî Mihemed datîne. Heta sala 1935an xelk ji Mihemed re, Mihemedê Elîyê Xas dibêjin.

Di 1935an de li Tirkiyeyê wek projeyeke asîmîlasyonê wextê qanûna paşnava derdikeve, memûrên nifûsê ên dewletê bi tercûmanên xwe re li Dêrikê li nav xelkê digerin. Di wan salan de li Dêrikê kes bi tirkî nizane û di şûna paşnavan de xelk bi navê bavûkalên xwe têne naskirin. Xelk ji nav û paşnavên xwe memnûn in û ji aliyê navan de tu derdê wan tune ye, lê dewletê biryar daye û qanûn derxistiye.

Tercûmanên dewletê bi kurdî zanin, lê ne ehlê cî nin. Pirên wan erebên Mêrdînê ne û di nabêna xelkê û dewletê de tercûmaniyê dikin. Di vê gera memûran de wextê dor tê ser Mihemedê Elîyê Xas, tercûmanê dewletê jê dipirse, dibê: “Navê te çi ye?” Dibê: “Navê min Mihemedê Elîyê Xas e.” Tercûman pîqînî pê dikeve û ji memûrê nifûsê re dibê: “Efendim, paşnavê wî xase ye û xase jî bi tirkî marul e.” Dibe tîqetîqa wan dikenin û memûrê nifûsê li defterê dinivîse: ‘Mehmet Marul’ û ji wê rojê û virde navê Mihemedê Elîyê Xas dibe 'Mehmet Marul'.

Zeman ji hinan re wek fireke avê derbas dibe, û ji hinan re jî dibe wek werîsekî mûyînî û li nigên wan digere. Mehmet Marul wek bixwaze qedera xwe biguherîne rojekê, di sala  1945an de nasnameya xwe ya nû dixe bêrîka xwe, radihêle bawûla xwe ya ku sindoqek darînî bû û lê dixe û diçe Edeneyê.

Li Edenê wê salê karê rêyên hesinî heye. Karekî zor e lê ji bêkariyê çêtir e. Mehmet Marul li ser şiva trênê roj bi roj tam salekê dixebite. Piştî sala wî diqede perê xwe distîne û xwe bera sûka Edeneyê dide. Ji xwe re qatek kinc, kurtikek, şewqeyek, qonderayek û tizbîyekê distîne. Heqê rê û hezar banqnotê wê çaxê jî di destî de dimîne. Dibê de wek “ADANA HATIRASI” (Xatiraya Edeneyê) sûretekî xwe jî bikişînim û êdî vegerim malê. Dihere cem sûretvanekî sûretê xwe dikişîne û hema wek ku Xwedê avêtibe dilê wî, dibê: “Gelo bihayê vê makîna te ya sûretan bi çi ye?” Sûretvan dibê: “Tê çi bike ji makînê? Sûretê xwe rahêlê û here!” Mehmet Marul dibê: “Belbî ez bikirim! De ka bibê, bi çi ye makîna te?” Sûretvan dibê: “Makîna min bi hezar banqnotî ye.” Mehmet Marul dibê: “Temam, ez ê bikirim, lê şertekî min heye, tu van sûreta çawa dikişînî tê sê roja rêyî min bidî.” Sûretvan qebûl dike û sê rojan dersa sûretan didê.

Makîneyên sûretan ên wan salan pifikdar (bikorik), sindoqa kêşanê bi kulik û li ser sê nigên darînî bûn. Wextê sûret dikişandin ewilî evdê sûretan, dû re jî sûret derdiketin. Sûret jî tenê reş û sipî bûn. Mehmet Marul wek ku peyivîne sê rojan ji sûretvên dersê distîne. Di dawiya sê roja de xatir ji mamostê xwe dixwaze, li hevdu helal dikin, radihêle makîna xwe ya sûretan û berê xwe dide Dêrika Çiyayê Mazî.

Wextê Mehmet Marul sindoqa xwe ya sûreta tîne Dêrikê wek teyareyek anîbe Dêrikê herkes tê lê dinêre. Dibên: “Mihemedê Elîyê Xas însên ji ber însên çêdike!” Dibên: “Sûretê însên guneh e!” Weha digotin lê dixwestin sûretekî wan jî hebe. Jixwe dewletê jî ew mecbûr kiribûn; ji bo eskeriyê, ji bo tapoyê, ji bo dibistanê sûret dixwestin.

Mehmet Marul guhê xwe nedida kesî, her sibe li çarşiya Dêrikê li ber dîwarekî carê makîna xwe ya sûretan ya pifikdar ku wek sindoqek li ser sê nigên darînî bû lidardixist, kursiyeke kindirî diavêt ber dîwêr, şalekî reşî ku bi tîpên gir û bi tirkî li ser "DERİK HATIRASI” (Xatiraya Dêrikê) nivîsandibû bi ser dîwêr de berdida û sûret dikişandin.

Mehmet Marul dixebite û perê xwe yê salekê dide serhev. Hezar banqnotê wî çêdibin. Wî pereyî ji xwe re dike qelendê qîzekê. Di 1947an de dizewice. Salek şûnde kurekî wî çêdibe û navê wî Evdilwehab datîne. Piştî hefteyekê ji bo qeyda navê wî diçe daîra nifûsê. Midûrê nifûsê li gorî qaîdeyên dengê tirkî navê kurik ‘Abdulvahap’ û paşnavê wî jî bi şaşî ‘Marılcı’ dinivîse. Ji wê rojê û virde paşnavê Abdulvahap dibe ‘Marılcı’ û yê bavê jî dimîne ‘Marul’.

Mihemedê Elîyê Biro (Xas) û kurê wî Abdulvahap Has

Mehmet Marul di 1965an de dixwaze stûdyoyeke sûreta ava bike. Dikanekê vedike û sindoqa xwe ya sûretan ya kulikreş di hundir de bi cî dike. Şalê “DERİK HATIRASI” li dîwarê himberî makînê dixe û sendelyakê li ber şêl datîne. Lê temama ronahiya hundir bi tenê ampûla tawanê ye û ew jî têrê nakê. Temoyê File (Temoyê Ermenî yê Hesinkar) dibê: “Ez karim çêbikim!” Radibe sêpekeke hesinî çêdike, sêlekê pêve qeynax dike, nava sêlê qul dike û qabloyekê tê re derbas dike. Dimîne ampûleke mezin. Mehmet Marul dihere ji Diyarbekir ampûlên mezin tîne û ronahiya stûdyoyê saz dikin. Saz dikin lê karê stûdyoyê li gorî ku fikirîne rast nare. Woltên ampûlê ji tesîsata cereyanê re zêde tê û carê wextê pêdixin sîgorta davêje. Carna jî qabloyên tazî bi hev dibin, cereyan derbasî sêpeka hesinî û sêla ronahiyê dibe û qezayên cereyanê çêdibin.

Emerê Quto (Ömer Önen), karmendê Daîreya Tapoya Dêrikê li stûdyoyê bi vî şiklî resmê xwe dikişîne.

Di sala 1967an de Mehmet Marul rojekê ji kurê xwe Abdulvahap Marılcı re dibê: “Kurê min, dibêjin ji vê makîna me ên bi cereyanê dişuxulin derketine." Kurê wî wê çaxê nozde salî ye. Bi bavê xwe re diçin Entabê, li maxazeyên makîneyên sûretan digerin, makîneyeke fîlman, çend heb ampûl, makîneyeke tabê distînin û vedigerin Dêrikê. Mehmet Marul stûdyoyeke nû ava dike û heta bi sala 1976an dixebite.

Elîyê Sitîka, Xanima wî Fetûma û keça wan Xeco. Resmekî ku wan salan hatiye kişandin

Teqrîben wek di salên 1965-70yî de Yaşarê Hafiz jî makîneyeke sûreta tîne Dêrikê. Çend sal şûnde Edîbê Loza û Hadiyê Siltê jî her yekî makîneyekê tînin. Li qezayek wek Dêrikê biçûk dibin çar heb sûretvan. Îcar carna bi hevdu re diketin reqabetê û bihayê sûreta li hevdu erzan dikirin. Carna jî wek di wextê qeydê zarokan û sewqiyata esker de li hevdu dikirin û kişandina sûretan biha dikirin. Dû re ev hevalên carna raqîb û carna lihev, bûn şirîkên hev û stûdyoyên xwe kirin yek. Lê piştî çend sala Hadiyê Siltê dev ji sûretvaniyê berdide û dest bi karê zebze û firotina qeşayê dike, Edîbê Loza jî bar dike û diçe Eskişehirê.

Di sala 1976an de Mehmet Marul bi tenê dimîne. Şirîkên wî ji xwe re her yekî çûne ser karekî din û jixwe kurê wî Abdulvahap Marılcı jî sê sal berê bûye memûr û ne li cem e. Wek êdî yextiyar jî bûye...  Êvarekê deriyê dikanê digire û êdî hew vedike. Di sala 1982yan de Mehmet Marul wefat dike.

Mehmet Marul, Yaşarê Hafiz, Edîbê Loza, Hadiyê Siltê… Hezar rehmet li gora wan be.. Heger îro li dîwarên her malê resmekî dardekirî hebe ew bi xêra wan e. Tiştên ku bi serê nav û paşnavê Mihemedê Elîyê Xas û nav û paşnavê kurê wî Evdilwehabê Mihemedê Elîyê Xas de hatine Xwedê bi serê kesî de neyîne. Abdulvahap Marılcı naxwaze bi nav û paşnavê ku dewletê li gorî xwe dûz kiriye here gorê. Di sala 1987an de mehkemê vedike û mahkeme xwestina guhertina paşnavê wî qebûl dike. Niha êdî ew bi nivîskî di nasnameyê de ‘Abdulvahap Has’ e, lê ji bo ku ‘Has’ bike ‘Xas’ şerê wî berdewam e…

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/zarok-u-zilamen-mezin-1.html

Read more