Cuma Çîçek: Derdê Kurdan ne bi tenê nasname ye, derdên giran hene

Cuma Çîçek: Derdê Kurdan ne bi tenê nasname ye, derdên giran hene
Dema Cuma Çîçek li ser raporê diaxive, Wêne: Mahmut Bozarslan

Dr. Cuma Çîçek ji bo Botan Timesê diyar kir ku "ev 20 sal in dema behsa kêşeyên Kurdan tê kirin hemî minaqeşe li ser şidet û nasnameyê ne. Lê Kurdan derdê giran hene. Taybeyî piştî çekdanîna PKKyê (Partiya Karkerên Kurdistanê) êdî ev minaqeşe dê berfireh bibin. Kurdan kêşeyên jiyana rojane hene, kêşeyên ekonomîk hene, kêşeyên veguhestinê, kêşeyên bêmal û bêwarîya xelkê xizan heye. Û helbet bivê-nevê têkiliya van jî bi nasnameyê ve heye lê divê em van yek bi yek jî minaqeşe bikin. Li rê û rêbazên çareseriyê bigerin. Ji ber vê me li gor 17 armancên pêşketina civak û bajaran raporek li ser xizmetên şaredariyê nivîsî."

Hevşaredar, Bucak: Manîfesto rihet e kirin zehmet e

Bi amadekariya DITAMê (Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê) Cuma Çîçekî, duhî (5ê Tîrmehê) "Rapora Çavdêrîyê - Ji bo Bajar û Civakên Xwedî-Rewşeka Domdar" pêşkêş kir.

Di civînê de nûnerên saziyên civakî û şaredariyê hebûn. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak digel gelek dîplomatên şaredariyê hazir bûn.

Bucakê di axiftina xwe de diyar kir ku piştî 8 salên qeyûman dema ew hatîn ser desthilatê praniya sazî û projeyan hatibûn têkbirin û di wê rewşê de zehmet bû ku planên xwe bînin cih. Hevşaredarê got

"Tişta herî hêsanî ew e ku hûn manîfestoyên siyasî bidin lê pêkanîna van zehmet e. Em ê hemî pêşniyar û rexneyên we ji bo plana xwe ya 2027ê wek rêbereka xurt bi kar bînin."

Çîçek: Otobûs zêde bûne lê parq kêm in

Cuma Çîçek diyar kir ku rapora wan dê dimekê nêzîk de ji bo civakê jî online bê weşandin. Wî eşkere kir ku di salekê de %20 otobûsên şaredariyê zêde bûne, ava qirêj li gor kapasîteya bajêr tê paqijkirin û ji bo gundan xizmetên birina avê di standardên ne xerab de ne lê parq û qadên kesk kêm in. Xelkê xizan ên bajarî bêmal in û ji bo sitara wan xizmetên avakirinê di asteka xerab de ne.

Bajarê mişterek, şaredarîya rexne-ragir

Çîçekî li axiftina xwe ya li avahiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê got Diyarbekir bajarekê mişterek e, nîşana vê yekê jî ew e ku bi dehan saziyên civakî ji bo çavdêriya li xizmetên şaredariyê di kelegerma havîna Diyarbekirê de li hev civîyane û dixwazin ji bajarê xwe re bixebitin.

Herweha wî diyar kir ku ev firsetek e ku şaredarî ji bo rexneyan vekirî ye û rexneyan radigire.

Çîçekî di axiftina xwe de her behsa bajarên "xwedîyên rewşeka domdar" kir û diyar kir her tişt bi hev re girêdayî ne.

Xizmetên çandî yên bajarî di asteka baş de ne. Lê mesela ji bo çûyina şanoyekê ji beriya şanoyê divê tu ji bo her kesê sîstemeka veguhestinê (otobûs, mînîbûs...) ya bikonfor û rihet pêk bînî. Û divê ev ne bi tenê ji bo navendê be. Li tirkiyeyê ji sala 2014ê ve ne bi tenê navend hemî gund û navçeyên bajarî jî bi şaredariyên bajarên mezin ve hatine girêdan lê hê şaredarî xwe ji navendê berpirs dibînin. Çi mixabin e li Tirkiyeyê 973 navçe hene, di nav 100 navçeyên herî paşdemayî 10 navçeyên Diyarbekirê ne! Divê divê xizmet bi şêweyekê adil bê belavkirin, ne bi tenê li navendê li hemî bajarî.

Çîçekî bal kişand ser wê yekê ku wî ev rapor ji daneyên fermî yên şaredariyê amade kiriye. Wî got şaredariyê ji bo hin xizmetan armancên gelek baş danîne pêşiya xwe lê di dema pêkanînê de gelek tişt nekirine. Wî behsa projeya "sifir gelaş(çop)" kir û got şaredarî ji bo ji hev cidakirin û ji nû ve bikaranîna gelaşan xizmetan nake. Armanc ew e ku hemî gelaşan ji bo enerjî û ji-nû-ve-bikaranînê ji hev cida bike lê ti gav nehatine avêtin. Li bajarî sîstem ew ku şaredariyên navçeyan gelaşan ji nava bajarî kom dikin û şaredariya bajarê mezin bi tenê wan diibe diavêje.

Cuam Çîçek kî ye?

Cuma Çiçek doktoraya xwe ya li ser Sosyolojîya Sîyasî û Polîtîkayên Giştî li Enstîtuya Etûdên Polîtîk a Parîsê (Sciences Po) qedandiye. Çiçek paşê di wezîfeyên cida de li Zanîngeha Mardin Artukluyê û Sciences Poyê kar kiriye. Xebatên xwe yên akademîk niho li Enstîtuya Lêkolînên Sînorî ya Fransî (IFEA) berdewam dike.

Jîyan û perwerdeya yekem

Cuma Çiçek di sala 1980î de li bajarê Amedê ji dayîk bûye. Çiçekî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li vî bajarî qedandiye. Wî di sala 2004an de ji Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ITU) dîplomaya Endezyarîya Endustrîyê girtiye. Çiçekî di sala 2008an de mastera xwe jî li ser Plankirina Bajar û Herêman li heman zanîngehê qedandiye.

Karên li şaredarîyê û xebatên herêmî

Çiçekî di navbera salên 2006 û 2008an de di Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedî de kar kiriye. Wî li vê derê wekî pisporê projeyan, koordînatörê rêveberî û plankirina stratejîk û şêwirmend wezîfe girtiye.

Mijarên lêkolînan û gotarên akademîk

Gotarên wî di kovarên cîda yên mîna Birikim, Praksis, Turkish Studies û Dialectical Anthropology de hatine weşandin. Mijarên lêkolînên wî zêdetir li ser meseleya kurdî, Îslamgerîya kurdî û rêveberîyên herêmî ne. Her weha ew li ser neyeksanîya herêmî, têkilîyên çîn û nasnameyê, çareserîya pevçûnan û avakirina aştîya piralî dixebite.

Pirtûkên dawîyê yên hatine weşandin

Çiçekî pirtûkên girîng li ser paşeroja sîyasî ya herêmê nivîsandine. Pirtûka wî ya dawîyê di sala 2021an de li ser parvekirina hêzê û nenavendîbûnê ji alîyê Navenda Hafizeyê ve hatîye çapkirin. Pirtûkên wî yên dî jî di salên 2017 û 2018an de li ser nasnameyên kurdî û lêgerînên çareserîya şerî derketine.

Çavkanîyên ji der ve: Rapora DITAMê, biyografiya li bianetê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.