Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Hevserokê berê yê Partiya Demoktik ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji hesabê xwe yê Twitterê post-karteke sersalê weşand.
Di post-kartê de bi sê zimanan, Tirkî, Kurmancî û Zazakî sersal hatiye pîrozkirin.
''Sala we ya nû pîroz bibe, bila bibe sala azadîyê'' li ser post-karta bi îmzaya S. Demîrtaş hatiye nivîsîn.
Post-kart bi balonan hatiye xemilandin û li hêleke wê jî rengên kesk-sor-zer xuya dikin.
Hin çavkanî dibêjin ku kesk, sor û zer rengên milî yên Kurdan in û dîyar dikin ku zer rojê, sor, xwîna şehîdan û kesk jî çiya û tebîetê temsîl dikin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...