Artêşa Îsraîlê derbasî herêma piştî Çemê Lîtanîyê bûye - NYT
Hêzên bejayî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê pêşveçûna xwe domandin û derbasî piştî Çemê Lîtanîyê bûn. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye
Dîrok, her çiqas sal û rojên li dû me mane û xelas bûne îşaret bike jî, têkilî û bandora xwe ya li ser “îro”, bi awayeke xurt, nîşanî me dide. Ji ber vê têkiliyê, dîrok ne tenê çîrok û bûyerên zemanên berê ye. Ji alî îktîdarê ve, ji bo avakirina îro û siberojê, wek amûreke girîng hatiye bikaranîn û hîn jî tê bikaranîn. Îktîdar wek hêzeke mezin, destpêka dîrokê diyar dike, pîvan û krîterên dîrokê diyar dike û bi dîroka xwe ya fermî, bûyerên girîng(!) yên di nav dîrokê de derdixe pêş. Ev hêza îktîdarê, ji du aliyan ve derdikeve pêşberî me: Îktîdar bi vê hêza xwe, huqmê xwe ya li ser qada epîstemolojiyê zêdetir dike. Ji aliyeke din ve jî bi amûrên pîvana zemanê û krîterên zemanê, di hişê mirovan de, çarçoveyek ava dike. Gelo ev çarçove, tenê ji bo standardîzekirina zemanê ye? Gelo meriv dikare krîterên zemanê yên ji aliyê îktîdarê ve hatiye amade kirin, tenê bo hêsaniya jiyanê binirxîne? An jî ev çarçove, ji bo kontrolkirina mirovan, wek sînorên xeternak hayine ava kirin?
Susan Buck-Morss, di pirtûka xwe ya bi navê ““Year 1: A Philosophical Recounting” de, li ser dîroka Rojavayê (Ewropa) disekine. Buck-Morss, bi taybetî bala me dikşîne ser destpêka dîrokê. Li gor Buck-Morssê, çand û îktîdara Ewropayê, îdraq û nêrîna xwe ya li ser dîrokê, wek heqîqeteke mezin nîşan daye û li dinyayê belav kiriye. Di vê pêvajoyê de, nêrîn û krîterên li ser zemanê yên ji aliyê çandên din ve hatine danîn, bi temamî hatine tune kirin. Çanda Rojavayê, di avakirin û nivisîna dîrokê de, tenê bûyerên ji bo çand û dîroka xwe girîng tên hesibandin derxistiye pêş. Di nav vê dîrokê de, pêvajoya avabûn û modernbûna Ewropayê, wek pêşketineke mezin û girîng tê qebûlkirin. Dîrok û pîvanên çandên din yên li ser zemanê jî, wek paşvemayî û li derveyî dîrokê hatne nîşandan. Buck-Morss, vê rewşê bi têgeha “emperyalîzma zeman” îfade dike. Li gor Buck-Morss, emperyalîzma zeman, tenê kontolkirineke dîrokî nine. Wek mekanîzmeyeke tahakkumê, li ser çand û zanînê jî bandora xwe nîşan dide.
Destpêka dîrokê, yanî “mîlad”, di pirtûka Buck-Morrs de, wek mijara sereke derdikeve pêşberî me. Ewropa, ji bo pîvana zemanê, teqwîma xwe ya “Gregoryen”, wek pîvana herî rast nîşan daye û belavkiriye. Teqwîma Gregoryen, wek pîvaneke aîdî Ewropayê, bawerî û hişmendiya Rojavayê temsîl dike û destpêka teqwîmê jî dîsa li gor van krîteran hatiye diyarkirin: Rojbûna Îsa. Em li vir navberek bidin nêrînên Buck-Morss û berê xwe bidin P.Karl Feyerabend. Feyerabend, wek fîlozofekî sedsala 20an, bi rexneyên xwe yên li ser “Zanista Rojavayê” derdikeve pêşberî me. Feyerabend, wek fîlozofekî Ewropî, li ser kêmasî û şaşiyên Zanista Rojavayê (Zanista Pozîtîvîst) disekine û rastiya zanista pozîtîvîst, rexne dike. Li gor Feyerabend, Zanista Pozîtîvîst, di nav zanistan de, ne zanista herî rast e. Lê Çanda Rojavayê, bi hêza xwe ya aborî û leşkerî, zanista xwe, wek zanista herî baş û rast derxistiye pêş, li dinyayê belav kiriye û bi zorê daye qebûl kirin. Piştî nirxandinên Feyerabend, em dîsa vegerin ser pirtûka Buck-Morrs û bipirsin: Gelo Teqwîma Gregoryen, ji ber ku teqwîma herî rast e li dinyayê belav bûye? Gelo millet û çandên ne xiristiyan, birastî jî bi daxwaza xwe rojbûna Îsa wek destpêka dîrokê qebûl kirine? Buck-Morrs, ji bo van pirsan berî me dide pergala aborî û siyaseta îro. Li gor Buck-Morrs, Ewropa, bi pîvanên xwe yên zemanê, tenê dîroka xwe dernaxe pêş. Serdestiya xwe ya di roja me de jî, li gor van pîvanan dimeşîne. Wek mînak pergala fînansên global, saetên destpêk û bidawîbûna borsayên mezin, saetên xebatê, bernameyên pêşketinê tim li gor pîvanên zemanê yên Ewropayê tên diyarkirin.Welatên ku li gor van wextan tevnagerin, ji bo ji aliyên aborî û siyasetê ve paş ve nemînin, bi awayeke mecbûr Teqwîma Rojavayê dişopînin û ji çand û dîroka xwe dûr dikevin.
Rexneyên Buck-Morrs yên li ser zeman û dîrokê, nêrînên Foucault yên li ser îktîdarê tîne bîra mirov. Foucault, wext û dîrokê tenê wek pîvaneke kronolojîk nabîne. Li gor Foucault, dîrok û zeman, ji aliyê îktîdarê ve tim û tim wek amûreke kontrolkirina li ser mirovan hatiye bikaranîn. Îktîdar bi rêya krîterên xwe yên li ser zemanê, mirovan kontol dike, dîsîplîne dike û jiyana wan diyar dike. Saetên destpêka dibistanan, wextên xebatê û bettlaneyê, saetên razanê, saetên xwarin û vexwarinê tim ji aliyê îktîdarê ve wek “wextên herî baş” tên nîşandan û bi vî awayî li ser jiyana mirovan, kontoleke mezin tê avakirin. Foucault vê rewşê bi têgeha “biyopolîtîka” rave dike û bikaranîna zemanê ya ji aliyê îktîdarê, wek perçeyeke girîng yê biyopolîtîkayê dinirxîne.
Lêpirsîn û rexneyên Buck-Morrs yên li ser destpêka dîrokê, bala me dikşîne ser taybetmendiyên dîroka Ewropayê. Destpêka ku di Teqwîma Gregoryen de hatiye diyarkirin, hemû mirovahiyê di nav heman zemanê de dibîne û qebûl dike. Ev nêrîn bi xwe re fikrê “zemaneke gerdûnî” derdixe pêşberî me. Eger hemû dinya û hemû mirovahî, di nav heman wextê de bin û bi heman krîteran zemanê bipîvin, gelo em dikarin “Zemana Ewropayê” wek zemaneke gerdûnî qebûl bikin? Gelo destpêk û herikîna zemana (teqwîm) Ewropayê, birastî jî wek heqîqeteke gerdûnî dikare bê qebûlkirin? Li ser vê mijarê, fîlma Christopher Nolan a bi navê “Interstaller”, bala me dikşîne ser zemanên cûda. Di fîlma Interstaller de, em cudahiya di navbera zemanên dinya û fezayê de dibînin. Ev cudahî ne tenê di navbera dinya û fezayê de ye. Li ser dinyayê, di navbera welatên cuda de jî ev ferq derdikeve pêşiya me. Derhêner Alejandro González Iñárritu, di fîlma xwe ya bi navê “Babel”de, li ser vê cudahiyê disekine. Her çiqas çîrokên karakteran bi hev re girêdayî bin jî, karakter ne di nav heman wextê de ne. Karakterên li welatên wek Fas, Japonya, Meksîka û Emerîkayê de dijîn, ji aliyê zeman ve, ji hev pirr dûr in û nikarin hevsengiyeke ava bikin.
Piştî van mînakan em dîsa bipirsin: Gelo birastî jî pîvan û krîterên Ewropayê bo zeman diyarkirine, krîterên herî rast in? Gelo ev krîter wek heqîqete mezin, dikare hemû gerdûn û mirovahiyê di nav xwe de bihewîne? Buck-Morrs, bi rexneyên xwe yên li ser “Zemana Ewropayê” nîşanî me dide ku, dîrok û zemana ku ji aliyê Çanda Rojavayê hatine diyar kirin, ne pîvanên gerdûnî û xwezayî ne. Ewropa bi van pîvanan îktîdara xwe xurttir kiriye û rê li ber emperyalîzma zemanê vekiriye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...