Di 'Seyahetname'yê de navê 'Zaza'

Share
Di 'Seyahetname'yê de navê 'Zaza'
roşan lezgin

Ewlîya Çelebî (1611-1678) di zemanê xwe de qasê pêncî sal li gelek welatan gerîyaye û çi dîtiye nivîsîye. Paşê, ev nivîsên wî bi navê Seyahetname hatine kom kirine. Ji bo zanîna tarîxê Seyahetname ji gelek alîyan ve çavkanîyeka muhîm e. Mesela, ev navê “Zaza” ku ji bo grûbeka kurdan tê gotin cara pêşî bi awayekî nivîskî di Seyahetnameyê de derbas dibe.

Hinek îdîa dikin û dibêjin “325 sal berîya Ewlîya Çelebî, di sala 1330 de, di şecereya Kurêşan de bi Erebî îbareyeka wek ‘Talib Molla Nebî mîn qebîletî ‘Zaza’ hatiye nivîsîn” lê ev agahî îsbatkirî nîne. Çimkî ew şecere ji alîyê stîla nivîsînê û bikaranîna kaxidî ve tehlîl nebûye ku bê zanîn ew şecere aîdê kîjan sedsalê ye. Û kîjan dewletê yan otorîteyê ev şecere kengî ji bo Kurêşîyên Dêrsimê tenzîm kiriye jî diyar nîne. Dîsa, diyar nîne ku ev talib Molla Nebî kengî jîyaye û çûye xwe bi Kurêşan ve girêdaye. Lewre divê ev îdîa rast neyê dîtin. Lê Seyahetnameya Ewlîya Çelebî sabit e.

Ewlîya Çelebî dema ku ji bajarê Paloyê ber bi Çewlîgê ve tê, behsa vê gera xwe jî dike. Di vê beşê de vê grûba kurdan qest dike û du car peyva “Zaza” dinivîse:

Gelê Çewlîgê beyan dike: Pêşî kurdên Zaza û Lolî û Îzolî û Êzidî û Xaldî û Çekvanî û Şikakî û Kîkî û Pisyanî û Mûdkî […] Meriv dikare ji Kela Paloyê di heşt saetan de were vî bajarî. Dema ku di ser Çemê Muradê re ji pira mezin derbas dibin, eşîra Xaldî û eşîra Çekvanî û eşîra Êzidî û eşîra Zaza û Zêbarî û Lolî û eşîra Îzolî û eşîrên Şikakî û Kîkî ku hemî du sed hezar mêrên kurd û milyonek mîhên xurt in, peyayên mîrê Çebaxçûrê di ser vê pirê re tu kesî bernadin, bacê distînin.” [1]

Ewlîya Çelebî peyva Zaza wek navekî xweser, yanî mîna ku navê qewmek yan miletekê be bikar neanîye, wek îzafe bi navê “Kurd” ve nivîsandiye. Dû re jî, di nav eşîrên kurdan de wek eşîrekê nivîsandiye. Ez wisa texmîn dikim ku menşeya vî navê Zaza ku ji bo grûbeka kurdan tê gotin peyva “Zewazan” e. Peyva “zewazan” di Erebî de pirhejmarîya peyva “zozan” e. Çimkî di kitêba Yaqût Hemawî (1179-1229) Mucemu’l-Buldanê de derbas dibe, dibêje “Ev herêm, di navbera çiyayên Ermenîye, Azerbaycan, Diyarbekir û Mûsilê de dimîne. Xelkê wê ermenî û kurd in.” Paşê, ji Belazûrî (-893) neqil dike û dibêje “Îyad bîn Xenem piştî fetha Cizîrê, di sala 19an de di rêya Zewazanê re çûye Qarda û Bazadbayê.” Û ji Îbnul-Esîr (1160-1234) jî hinek agahîyan neqil dike, dibêje “Zûzan, di rojhilatê Dîcleyê re digihê Cizîrê. Dîsa, mesafeya du rojan ji bakurê Mûsilê dest pê dike heta sînorê Xelatê û Salmasê diçe, li Azerbaycanê diqede. Li vê herêmê kelehên kurdên Bohtî û Beşnewî hene û kelehên wan gelek qewî û xweşik in.” [2] Îbnul-Esîrî ji vê herêmê re gotiye “Zûzan el-Ekrad” yanî “Zozanê Kurdan”.

Yunus Emre Gördük di xebata xwe ya ku li ser Mîreyên Egilê kiriye de dibêje “Di dema hukimranîya Merwanîyan (984-1085) de şaxên muxtelîf yên mensûbên enasirên kurd yên mîna Hûmeydîye û Beşnewîye û Zûzanîye û Hekarîye li her alîyê herêmê belav bûn û li tevayîya herêmê guherîneka etnîkî çêbû.” [3]

Boris James jî dibêje “Li Tûr Abîdînê ku dikeve başûrê Hesenkeyfê grûbeka kurd ya bi navê Zûzanîye dijî.” Lê jêrenotek jî dinivîse, dibêje “Zehmet e ku meriv baş têbigihê gelo ev navekî etnîkî ye yan tenê navekî cografîk e.” [4] Lêbelê meriv dikare bibêje eslê xwe navekî cografîk e, paşê her wekî ku Ewlîya Çelebî gotiye “ekrad-i zaza” yanî “kurdên zaza (kurdên zozanan)” êdî bûye navê grûbekê. Jixwe ev nav bêhtir di lîteratura Tirkî de derbas bûye. Mesela, Mistefa Kemal di telgrafeka xwe de dibêje “Kurdên ku ji wan re Zaza tê gotin.” [5]

Ziya Gökalp jî dibêje “Qewmên kurdan, te divê ji bo xwe yan ji bo yekûdin, navên din didin. Mesela, Kurmanc ji xwe re nabêjin ‘Kurd’, dibêjin ‘Em kurmanc in.’ Ew ji zazayan re dibêjin ‘Dumbulî’ û ew kurdên başûr ku tirk wan wek ‘kurdên Baban’ bi nav dikin re jî dibêjin ‘Soran’. Ew bi xwe ji zimanê ku pê diaxifin re ‘Kurmancî dibêjin’.

Eger em werin ser zazayan: Ew ji xwe re -bi kesreya kafê Erebî- dibêjin ‘Kird’, ji kurmancan re jî dibêjin ‘Kirdas’. Îcar tirkan, navê ‘Kurd’ texsîsê kurmancan kiriye. Dema ku dibêjin ‘filan meriv kurd e, yan zaza ye?’ meqseda ji kurd kurmanc e. Yên ku navê ‘Zaza’ li dumbulîyan kirine dîsa tirk in. Peyva ‘Zaza’ ne zaza bi xwe, ne jî kurmanc bikar tînin.” [6]

Kurtê gotinê, ev navê “Zaza” ku niha ji bo grûbeka kurdan tê gotin, ji peyva “Zewazan”ê tê. Pêşî, wek îzafe hatiye bikaranîn lê bi demê re êdî bi tena serê xwe wek navê grûbek hatiye gotin û hîn paşê jî, ji bo diyalekta ku pê diaxifin hatiye gotin. Navê “Soran” jî wisa ye. Di eslê xwe de navê herêmekê ye, paşê ji bo xelkê ku li wê herêmê dijî hatiye gotin û hîn paşê jî ji bo diyalekta Kurdî hatiye gotin. Navê “Hewraman” jî wisa ye, ji bo kurdên ku li Hewramanê dijîn û diyalekta Kurdî ku pê diaxifin niha “Hewramî” tê gotin. Di nav me kurdan de Behdînî û Berferatî û Silîvî û Serhedî û Şikakî û hê gelek navên din jî wisa ne.

Çavkanî:

[1] Evliya Çelebi, Seyahatname, Topkapı Sarayı Kütüphanesi Bağdat Kitaplığı, 305 nolu yazma, 3. Kitap, vrk. 85-b

[2] Yaqût el-Hemewî, Mucemu’l-Buldan, Cilda 3., Daru’s-Sadr, Beyrûd 1977, r. 415.

[3] Yunus Emre Gördük, Eğil Emirliği’nin Kısa Tarihçesi ve Eğil Emirlerine Ait Şecere Metninin Tercümesi, Osmanlı Tarihi Araştırma ve Uygulama Merkezi Dergisi, Hejmar: 35, Anqere, 2014, r. 90.

[4] Boris James, Selahaddin ve Kürdler, Fransızcadan Çeviren: Nazlı Bilgiç, İkinci baskı, Weşanxaneya Avestayê, Îstanbul, 2015, r. 19.

[5] Mustafa Kemal, Nutuk, Cilt: I (1919-1920), Devlet Matbaası, Îstanbul, 1934, r. 71-72.

[6] Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Üzerine Sosoyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Îstanbul, 1992, r. 27.

Read more