National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Ji alîyê Serokatîya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve di avahîya da ji bo xebatên dengdayînê sindoqên hilbijartinê tên vekirin.
Li gorî vê yekê di 14ê Gulanê da hilbêjêr tenê di sindoqên ku qeyda wan tê da heye dikarin rayên xwe bidin.
Welatî divê pêşî hîn bibin ku ew ê li ku û li kîjan sindoqê dengê xwe bidin. Kesên ku belgeya hilbijartinê negihîştine destê wan, ew dê ji malpera YSKê, ji portala e-Hikûmetê an jî ji sepana mobîl ya Lêpirsîna Hilbijêran cihê dengdanê û hejmara sindoqê hîn bibin. Hilbijêr ne mecbûr in ku vê belgeyê bi xwe ra bibin cîhê dengdayînê.
Li seranserê Tirkîyeyê saetên dengdanê dê di navbera 08.00-17.00an da were lidarxistin. Hilbijêrên ku piştî saet 17:00an bên dê nikaribin dengê xwe bidin.
Ger dora dengdayînê hebe û seat nêzîkê pênca be Serokê Lijneya Sindoqan dê nasnameyan wan kesan ji wan bistîne. Piştî hejmartina dengan, dê hilbijêr bi dorê dengên xwe bikaribin bidin.
Hilbijêr dê mohra xwe ya "Erê" yê li pusûleyên hilbijartinê yên ku ji bo namzed, serokomar, partîyên siyasî, tifaq û namzetên serbixwe hatine veqetandin, bixin û dengê xwe bidin.
Di Hilbijartina Serokkomarîyê û Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28an a ku dê roja yekşemê were kirin da dê di kîjan rewşan da deng betal bên hesibandin?
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...