Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li herêma erdhêjê barê giran dîsa li ser milê jinan ê. Hewl didin ku hem birînên xwe û hem jî yên zarokên xwe derman bikin.
Gelek sazî û kesayet jî ji bo alîkarîya jin û zarokan çûne heremê. Yek ji wan kesan Roza Yazmaci ye ku ji Botan Timesê ra behsa rewşa jinên li wir kir.
Pispora Anestezîyê Roza Yazmaci wek dildar çûye û bi ekîbên tenduristîyê ra li Semsûrê mehekî zêde maye.

Ji ber erdhêjê herî zêde jin mexdûr bûne. Ji bo jinan, di konên bêhîjyenîk da xwedîkirina xwe û zarokan xwe pir zehmet e. 7-9 kes di konekî da dijîyan, lewma jî hemû bar ji jinan ra dimanîya. Jinan digotin ku 'Em ne dikarin bi saxmayîna xwe şa bibin û ne jî ji bo mirîyên xwe xemgîn bibin." Li wir şîneke li paş ketî heye.
Roza Yazmaci

Cihên tuwalet û serşokê pir kêm bûn, gelek jinan di malên xwe yên di nîv wêranbûyî da serên xwe û yên zarokên xwe dişûştin. Ev şert û mercên dijwar ji bo jinan bûbû sedema nexweşîyan. Nexweşîyên enfeksîyona mîzê, vajînît, girî û sipîh zêde bûbû.
Rozayê got ku jinên ku ji ber sermayê dest û lingên wan terikîne di wê sermayê da jî nan û şîvan çêdikirin.

Bo mînak jineka 56 salî hebû. Mêrê wê û çend zarokên wê rojek berîya erdhêjê ew terikandibûn. Ew jî neçar mabû bi keçeka xwe û malbata wê ra di konekî de bijîya. Nû zarokekî keça wê çêbibû. Pîrê ji ber wî rewşê nerehet dibû. Ji ber ku mêr û zarokên wî tunebûn, nikaribû alîkarîyên dewletê ji xwe re bîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...