Sîmir Rûdan behsa albûma "ez ê gîtara xwe" dike
Di vê bernameya taybet a Botan Timesê de, hunermend û muzîkjenê navdar Sîmir Rûdan mêvanê weşana me ya zindî ye.
Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re cara yekem axivî.
Esad dîyar kir ku heta ku Tirkiyê razî nebe hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişîne, ew bi Erdogan re hevdîtinê neke.
Bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re ku di sala 2011’an de dest pê kir, têkiliyên Enqere û Şamê xerab bûn.
Di van demên dawîn de pêvajoya “asayînbûnê” ketibû rojevê.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê Rêxistina Îstîhharata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan di 28ê Kanûna Paşiyê ya sala borî de li Moskovayê komên Rûs û Sûriyeyê re hevdîtin kiribûn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...