Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Festîvala 'Surfest'ê di navbera 29ê Îlonê û 5ê Cotmehê da tê lidarxistin.
Komeleya Çand Huner û Wêjeyê Ya Jinan (KASED) di navbera 29ê Îlonê û 5ê Cotmehê da li Amedê festîvala '’Amed SurFest’’ li dar dixe. Ev festîval bi piştgirîya Brîtîsh Council ya Turkîyeyê tê amadekirin.
Ev festîval bi mebesta parastina mîrateya çandî û bidestxistina mafên çandî tê lidarxistin.
Di festîvalê de performansên hunermendên heremî û navnetewî, ji bo zarokan kargehên curbicur, panelên online û dê konser bêne lidarxistin.
KASED di heman demê da salvegera avabûna xwe jî bi konserta JINMAyê pîroz dike.
Bernameya Surfestê
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...