Filma têrxelat 'Cîran' dê li 4 bajar û navçeyekê bê nîşandan

Share
Filma têrxelat 'Cîran' dê li 4 bajar û navçeyekê bê nîşandan
Ji bo malpera nû

Filma Cîran ya Mano Xelîl dê li 4 bajar û navçeyekê bê nîşandan.

Cîran, li 250 feestîvalan hatîye nîşandan û zêdetirî 70 xelatan wergirtîye.

Derhêner Bilal Korkut li ser hesaba xwe ya instagramê da zanîn ku ev film dê li 4 bajaran û navçeyekê bê nîşandan û derhênerê wê Mano Xelîl jî dê hazir be.

Herwiha wî destnîşan  kirîye ku dê di proseya nîşandana filmê da ew jî dê ligel filmê be.

Cihên nîşandana filmê

Mêrdîn, 08.09.2024

Wan, 11.09.2024

Amed, 07.09.2024

Nisêbîn, 09.09.2024

Batman, 10.09.2024

Peyama Bilal Korkut ya derbarê filmê da

"Mzgîniyeke min heye: Fîlmê “Cîran” yê Mano Xelîl, piştî 250 nîşandana festîvalên navneteweyî û zêdetirî 70 xelatan, dê bi pêşkêşiya derhênerî li 5 bajaran derkeve pêşberî temaşevanan. Ez kêfxweş im ku ez ê di vê rêwîtiyê de bi fîlmê re bim. Tu jî ji bîr neke."

Read more