Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Ji bo vê demê zehmet e em vê yekê bêjin lê welê dîyar e ku sîstema Chat GBTyê dê tozê ji Google-ê bibe.
Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek.
Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.
Robot kurdîyê baş nizane lê bi zimanê ingilîzî gelekê serkeftî ye. Her kes dikarin bi vê dûvelankê hesabekê ji xwe re çêke û dest bi axiftina bi Chat GBTyê re bike.

Lêkolîn dîyar dikin ku mêldarîya bikarhînerên înternetê ber bi kiriyarên înteraktîv ve diçe. Û ji bo pirsên rojane û hêsanî gelek kes dikarin tercîh bikin robotek ji bo wan li milyonan daneyan binêre û bersivekê çêke.
Çavkanî: openai.com
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...