Henûnîya “Xerîb Im Ez Xerîb Im” û Mîzaha Mustafa Gazi

Share
Henûnîya “Xerîb Im Ez Xerîb Im” û Mîzaha Mustafa Gazi
nûçe (2)

https://open.spotify.com/episode/3HG6jB0CP1rksYclvqQc37?si=JX74d4eTRGydzLcWU8cZBg

Bestekar û nivîskar Mustafa Gazi, ku bi navê Seyda jî tê naskirin, çi bi Kurdî çi bi Tirkî, di kitabên xwe de dema behsa heyata xwe dike, dibêje wî heta niha zêdetirî 150 stran çêkirine û gênc jî wî ekserî ji wan stranan, bi Xerîb Imê nas dikin.

Ji kitabeka xwe ya sala 2005an xwe wanî bi Xerîb Imê tarîf dike Mustafa Gazi, ji kitabeka xwe ya din ya sala 2006an jî dîsa wanî, bi wê stranê.

Xerîb Im ew stran e ku sala 2001ê ketiye albûma Koma Azad ya Bihuşta Min. Bi vê stranê re çi bigir bi gotinên nola ''ji te dûr im li van çolan, dinya li min bûye zindan'' henûnî, hesret û hezkirinê xwe ji repertuara Mustafa Gazi dane der û ketine ser zar û zimanê bi milyonan kesan.

Bes meriv mîna aşkerekirina sirrekê bibêje Xerîb Mustafa Gazi dîsa eynî ew şexs e ku strana Fisqaya jî nivîsîye, ew ê henûnî, hesret û hezkirin xwe bidine hêlekê û ew ê îcar jî rûyekî mustehzî yê misqere û mîzahşorîyê, xwe bi Tirkîya Diyarbekirê bide der û raber bike.

Bi dehan çarxetên Mustafa Gazi yên bi vî rengî sala 2005an bi dengê Şoreş, bi navê Fisqaya ketine pîyaseya muzîkê. Nûçe û nivîsên wê demê raber dikin ku Şoreş bi wan çarxetan re tam deng daye û di lîsteyan de mideteka dirêj li rêzên li pêş maye: Fisqayayê ji bo meraqlîyên muzîkê bi motîfên jazz, blues û poprockê sekn û stîleka têra xwe orîjînal û sempatîk çêkiriye çinku.

Korsan ne têda, sala 2005an kaseta Fisqaya ya Şoreş 10 hezar heb hatine firotin. Semih Taşyürek, sala 2022yan Fisqaya bi stîla drill rap gotîye ku ew li ser Spotifyê bi sed hezaran û li ser Youtubeê jî bi milyonan caran hatiye guhdarkirin.

Çi bi jazz, blues, poprockê be, çi bi drill rapê be mîzaha Mustafa Gazi hem dema ew î hîn î sax bûye hem jî piştî wefata wî ya sala 2017an çi xerîb çi nas û dost xelk û alem kenandine têra xwe, lê herhal ew bi qasî heq dike nehatiye teqdîrkirin û naskirin.

Seyda, ew Mustafa Gazi ku di nivîseka xwe de, dîsa bi tewazûyeka mîzahî  gotiye şiîra Fisqaya ne wî, lê Evdilcilêt Ximbilzade nivîsiye ku navê kitaba wî ya şiîran jî Ax Ûla Kezeb e.

Çavkanî:

Gazi, Mustafa: Pırpırım, Memleketten Ölesine Yansımalar, Elma Yayınları, 2005.

Gazi, Mustafa: Ferheng, Kurdi-Tırki, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006.

Bir Fiskaya Var Diyarbekir'den İçeri, Müjgan Halis, Sabah Gazetesi: 31 Aralık 2006.

Yazar Mustafa Gazı Hayatını Kaybetti, Vecdi Erbay, Gazete Duvar: 28 Kasım 2017.

Youtube: Semih Taşyürek, Fiskayadan O Yani, 25 Şubat 2022.

Read more