Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Gelek hilbijêrên Trumpî bawer nakin ku ew ê tiştên dibêje pêk bîne. Ev yek dihêle ku ew hêsantir dengê xwe bidin wî.
Lê ev helwest pirseka girîng derdixe holê: Gelo ev hilbijêr çima dixwazin dengê xwe bidin kesekê ku baweriya xwe li gortinên wî naynin?
Ev rewş nîşan dide ku piranîya piştgirên Trumpî ne li ser bingeha siyasetên wî yên rastî dengê xwe didin wî. Berevajî vê yekê, ew bêhtir li gorî hestên xwe tevdigerin û Trump wek semboleka dijberîya sîstema siyasî ya heyî dibînin.
Gelek kes gotinên Trumpî wek lîstik an propaganda dibînin. Hin kes bawer dikin ku Trump tenê ji bo bala medyayê bikişîne van daxuyaniyan dide. Hinek dibêjin ku gotinên wî tenê ji bo danûstandinê ne.
Trumpî gotîye ku ew ê Wezareta Dadê li dijî neyarên siyasî bi kar bîne. Wî soz daye ku ew ê koçberên bêbelge bi girseyî dersînor bike. Her wiha wî gotîye ku ew ê tarifeyên %200 li ser hin pîşesazîyan ferz bike.
Ev helwest dihêle ku gelek kes hêsantir dengê xwe bidin Trump. Lê hin pispor hişyarîyê didin ku Trump di dema serokatîya xwe de gelek tiştên ku soz dabû pêk anîne.
Çavkanî: Shawn McCreesh, The New York Times, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...