Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li gorî rapora şîrketa Goldman Sachsê hişê çêkirî yê wekî ChatGBT dê li seranserê cîhanê bandorê li sed mîlyon karkeran bike. Karên ku dê herî zêde bikevin di xetereyê de yên îdarî û qanûnî ne.
Hişê çêkirî dê di gelek waran de karî hêsanî bike û di heman demê da jî gelek kesan bêkar bihêle.
Goldman Sachsê dibêje ku hişê çêkirî di bazara karî da dikare bibe sedema "tevliheviyekê girîng".
Li gorî lêkolîna nû ya şîrketê tê texmîn kirin ku hişê çêkirî li seranserê cîhanê bi qasî 300 mîlyon karên full- time tehdîd dike.
Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek.
Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...