Hunerên Berxwedanê û Dawetên Kurdan

Hunerên Berxwedanê û Dawetên Kurdan
Newroza 2025ê, Wêne: Murat Bayram

Dîroka berxwedana kurdan careke din nîşanî me dide ku ne mimkun e qedexeyên dewletê pêşî li daxwaza kêfxweşiyê û çêkirina muzîkê ya kurdan bigire. Dewlet li ser kurdan, şahiyeke ku bi destûrên fermî ve girêdayî, ji nasnameya xwe qutbûyî û ji naverokên siyasî hatiye paqijkirin, ferz dike. Bi salan di warê siyasetê de jî hewl da mînakeke wisa biafirîne, lê bi ser neket. Ev hewldan pûç û vala ne û ji bo dewletê wek avêtina tovê li ser kevirê hişk e, ku tu carî şîn nayê.

***

Şahiyên kolektîf, hemû pratîkên çandî dihewîne yên coşdar, kêfxweş, dilşa û henekî yên ku civatek, neteweyek an jî komek bi awayekî hevpar pêk tîne. Di dîroka mirovahiyê de, di civakên cuda de û bi formên cuda, her dem çandeke şahî û kêfxweşiya kolektîf helbet hebûye. Karnavalên coşdar, şahî, rîtuel, ayin û pîrozbahiyên di guhertinên demsalan de pêk dihatin, hin mînakên vê yekê ne. Şahiyên Dionysosî yên di Yewnana Kevnar de, karnavalên Ewropayê, rîtuelên coşî yên li civakên Afrîka û Asyaya Navîn, mînakên pêşîn ên şahiyên giştî ne. Di cîhana modern de, konsert, festîval û dawet berdewamiya vê çanda şahiya giştî ne. Ev coş û şahî, bi mûzîk, stran, pêşbazî, henekî, reqis û bi amrazên curbecur ên sembolîk (wek maske, kostûm, cil û bergên xwecihî) hatine îfadekirin, kapasîteya mirovan a kêfxweşî û serhildanê firehtir kirine. Herwiha, van şahiyan rê li ber gel vekiriye ku ew tirs û sawên xwe yên ji desthilatên siyasî, leşkerî û olî hilweşînin û xwe ji bin bandora wan rizgar bikin.

Wek ku Mikhail Bakhtin jî balê dikişîne ser, ev karnaval û cejn dibin sedem ku mirov demekê ji bendên jiyana rojane rizgar bibin. Di heman demê de van karnaval û cejnan, li hember saziyên civakî yên zordest, qadeke serhildanê ava dikirin. Beşên cuda yên civakê tînin ba hev û ezmûneke hevpar a coşê diafrandin. Di heman demê de van karnavalan, hiyerarşiyên çînî û rolên zayendî yên civakî ji bo demekê berevajî dikirin, rê didan ku yên bindest cihê yên serdest bigirin û bi rayedaran bikenin. Bi kurtasî, ev şahiyên kêfxweş, bûne qada serhildan û derxistina hêrsa komî li dijî zext û newekheviyên siyasî û civakî. Rayedarên olî an sekuler; her dem ji van şahiyan tirsiyane û hewl dane ku wan qedexe bikin, ji ber ku ev şahî pergala civakî serûbin dikin, têgihîştina dîsîplînê sist dikin, rolên çînî, nijad û zayendî berevajî dikin, û tabûyên pîroz binpê dikin.

James C. Scott jî di pirtûka xwe ya bi navê "Arts of Resistance" (Hunerên Berxwedanê) de bi giştî li ser stratejiyên veşartî yên berxwedanê yên komên bindest disekine. Scott dibêje, komên bindest di nav xwe de zimanekî veşartî bi kar tînin ku tê de rexne û nerazîbûna xwe li hember desthilatdaran tînin ziman. Ew balê dikişîne ser çalakiyên piçûk ên berxwedanê yên ku di jiyana rojane de tên kirin, wek xwe giran kirin, xwe nexweş nîşandan, tiralî û hwd. Digel ku Scott nîşan dide ka çawa stran, çîrok, pêkenok û formên din ên çanda gelêrî dikarin bibin qadên veşartî yên rexne û berxwedanê. Gelek caran di nav stranan de peyamên veşartî hene ku rexneyan li desthilatdaran digirin. Mînak, di gelek kilamên kurdî de behsa zordestiyê û berxwedanê tê kirin, lê bi awayekî metaforîk. Hin hunermendên Kurd, ji ber ku peyva Kurdistanê qedexe bû, li şûna wê peyva “gulistanê” bi kar dianîn.

Hemîyê bixwîne

Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.

Bûltena belaş bistîne
Ma ji xwe hesabekê te heye? Têkevê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.