Jean Baudrillard û reva ji mirinê!

Share
Jean Baudrillard û reva ji mirinê!

Êdî, îro ro, normal nîne mirin, û eva tiştekî nû ye. Mirin anomaliyek e ku hiş hilnade, ti tiştek weke vê pê nakute ser meriva, ti tiştek waha qebehetkar nîne, waha bê teşe nîne…

Jean Baudrillard

Jean Baudrillard

Ev nivîs derbarê mirinê de nîne, lê dîsa jî behsa wê dike!

Însan ça' ji pêşa diya xwe ket, li pey wî gîhayê nemiriyê bû! Gilgamêş!

Behs ew e ku tişta der barê mirin û jînê de çima cezb û sirra xwe heye? Tevî ku Ruhstîn, mîna siya jiyanê pê bi pê tê li pey ruhberan!

Caran dibêjim, der barê hinek karan da tiştekî nekim jî, jiyan wê bi ya xwe bike. Heta meriv bikaribe neke, wekî Byung-Chul Han behs dikir ku meriv bikaribe xwe li benda bûyînê bihêle. Bûyîna ku di serê serî da sedema hebûna xwe di zikê xwe da digerand. Ew bûyîna dervayî hesab û kitabên me yên fanî! Belkî tam ji bo vê "ya nayê hesabkirinê" ye mirin û mayîn. Tiştine raz in, xerîb in jî.  A ji bo vê, ya xerîb, ya nayê zanîn me îxfal dike (seduce), ku ew bi xwe wisa hêsan nakeve tasa behsê. Belkî der-hişmendiyek heye ku qeder û hebûnê dihûne. Baudrillard behsa îxfalkirina vegêrranê dikir ku hinekî jî hikayet e.

Ew gotinên Baudrillard ên derbarê mirinê da di behsa zemanê modern da nin, lê der barê îxfalê de (seduction) behsa hikayeteke li Îranê dikir; Li Semerqendê Mirin. [1] Rojekî eskerek rastî Mirinê tê, bi wî wisa tê ku mirin wiya tehdît dike. Ew esker bi wê qîjê tê, diçe cem Şah, ji wî hespekî rind dixwaze, lê siyar dibe û lê dixe, direve diçe dereke dûr, bajarê Semerqendê.  Ruhstîn/mirin, qewl û qirar bûye ku li wî bajarî ruhê wî bistîne. Lê wexta Ruhstîn tê cem Şah, ew bi xwe jî şaş dimîne ka çawa ew reviyaye, çûye wî bajarê dûr. Mirin dibêje, nêta min tirsandina wî nebû, tenê şaş mam ku min ew li vira dît, qewlê me ew bû em li Semerqendê hevdu bibînin.

Hikayetek in ev! Lê wekî qeder/sernivişt fikrek heye li rohilat ku Baudrillard wêya ra vekiriye. Jixwe tu çi dikî ew jî sernivişt e, wekî Baudrillard behsa wê hikayetê dike, ew leşker dicedîne ku piyekî zû li hespê xwe siyar bibe, wisa jî direve diçe wî bajarî; îradeya wî, wî teslîmî qederê dike, bi xwe diçe cem mirinê. Belkî îrade jî daxilê wê ye. "Bêguman: Mirov, dema hewl dide ji qedera xwe bireve, di rêya herî kurt ra digihîje wê. Bêguman: Her kes li mirina xwe digere û kirinên herî neserketî yên herî serketî ne." [2]

Eynî wê hikayeta ku Baudrillard neql dikir, hikayetek heye ku dibêjê; kesek diçe cem soldirî, dibêje tê ji min ra soleke wisa bidirûyî ku nizam hetanî çend salan neqete. Lê Ruhstîn di dilqê merivekî din da, li cem hazir bûye. Gotiye, hey lo, ca tu hela lê! Hay ji bayê felekê nîne ku ez ê hema îro ruhê wî bistînim.

Baudrillard dibêje ku mirin xwe jivan e nabe ku mirin bi xwe jî neçe wê jivanê, ku wisa be, mirin bi xwe jî daxilê qederê ye, yanî tişta hebûnî ya divêt bibêtin, lê îja ew mecbûriyeta mirinê bi xwe ra me'sûmiyetê tîne ku kesê dimire bi xwe jî daxilê wê ye. Lê dîsa jî kesek ji sedema wê, ya mirinê, me'sûm û bêguneh nayê xuyan, wekî quid pro quo [3] ji qanûnên Hammûrabîyê vir da li dar e.

Di Kurdî de hikayeteke din jî heye; rokê kesek radibe dibêje ez ê herime ciyekî ku mirin lê tune be. Diçe diçe, tê gundekî, dibêje ez filan kes im, salix sûlixê xwe dide, dibêje min evqas erd daye ber xwe hatime derketime vira, li ciyekî digerim ku mirin lê tune be. Ew kesê ku lê rast hatiye dibêje wî; wele wê nizanim, lê li pêşiya gundê me golek heye, wexta mirina kê tê, bi xwe direve diçe dikeve wê golê. Dibêje, wele xweş xeber e, ku wisa be ez jî naçim nakevime wê golê!

Rojekî gundî dinihêrin evî te ça' ber bi golê direve, gundî gazî dikinê, heyran tu çima wisa ber bi golê ve direvî, dibêje, malnexirabno! Ti ez bi xwe diçim, du kesan bi her du milên min girtine, min bi zorê dibin.

Eva wê gotina Carl Jung tîne bîra merivan:"Mirov rastî qedera xwe tê li ser wê rêya ku jê direvî." Çevê ku ji xweliyê bitirse xwelî dikevê!

Sedem bi xwe caran muphem in, wekî li ber sînorekî nava hiş û dîntiyê da be. Loma absurd e jî, metel dimînî yan jî bi mantiq be jî sedem, pêknehatina sedemê jî daxilê pêkhatinê dibe. Mirina Theodoros Angelopoulos, wek mînak di fîlma Bêdawîtî û Rojekê da qala mirinê dikir. Lê wextekî paşê, fîlmeke din dikişand, erebeyekî li wî da û konê xwe ji nava konan rakir.

Dîmenek ji fîlma Bêdawîtî û Rojekê (Eternity and a Day)

Tevî ku kêr û meqesa mirinê xeternak e lê dîsa jî jîn bi wê difesile! Xwîner dikarin vê barê da bala xwe bidine kitêba Todd May jî. [4] Lê tevî ku însan li pey nemiriyê bû, ya ku mirinê çêdike jîn e, ewa ku diherike. Xwedawendên Yûnan dil dibijandine fanîtiya bedew!

***

Yeqîn mirin normal nebû ku hertim mîna kurm dikete can û cesedê mirovan. Erê, zemanekî mirovan dikaribûn wekî pelên darê, bikevin û bimirin. Erê, hinek karibûn bimirin, hinekan karibû xwe di geliyê xwe yê bedew da bavêjin, bêyî perr û baskên wan hebin… Jîn nazenîntirîn bû li ber wî sînorî, tazîtir bû pistînîn li ser piyê wî geliyî…

Çareyên din û yên din ji mirina bê darû û derman ra peyda bûn! Çareyên dînane! Shakespeare bi nivîsê û şi'irê hewl da xwe jê xilas bike. Ew agirê zeman ê ku xamatiya bedew dişixuland û wisa jî dibihurand.

Ji Sone 55:

Ne mermer, ne jî bîrdariyên bi zêr û zeber

Ên mîran, yek namîne wekî vê helbesta xurt [5]

Ya Xwedatî! tişta ku Gilgamêş ji mirinê xilas kir nivîs bû!

Tableteke gîl ji destana Gilgamêş

Xetên ku çawa mîna şopa destên Xwedawendan li ser gîlê man. Nicolás Gómez Dávila digot: "Şi'ir, dewsa destê Xweda ye li ser gîla/heriya însan." Dême şi'ir di xulqiyetê da hebû ku yeqîn pêwendîdar e bi nemiriyê ra! Qe nebe şa'ir wê derewê ji xwe ra dikin rastî! Him dewsên tiliyan bê mînak in him jî dewsên afirîneriya razbar.

Nexwe em bibêjim; ji bo xelq û alemê cogito ergo sum, lê ji bo me tevî wê, scribo ergo sum! [6]


Nîşe:

[1] Baştan Çıkarma Üzerine (Li ser Îxfalkirinê), Jean Baudrillard, Ayrıntı, 2019.

[2] heman berhem, r. 95.

[3] quid pro quo, gotina latînî ku wateya miqabil, bedel dide, baş/xirab her tişt bi qasî xwe, bo tiştekî tiştek.

[4] Death (Mirin), Todd May, 2008.

[5] Hemû Soneyên William Shakespeare, William Shakespeare, wer. Kawa Nemir, Lîs, 2010.

[6] scribo ergo sum; dinivîsim nexwe heme. (ji îlhama cogito ergo sum, lêanîna nivîskar).

Read more